Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

YAT’ê li Dêrazorê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê têk bir

Hêzên YAT’ê li bajaroka El Sûr ê Dêrazorê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku ji 6 kesan pêk dihat, girt

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî pêngavên xwe yên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên wan li herêma Dêrazorê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê didomînin.

Di daxuyaniyê de HSD’ê ev agahî dan: “Yekîneyên Antîteror (YAT) ên girêdayî HSD’ê di 25’ê îlonê de, di çarçoveya pêngava paqijiyê ya li bajaroka El Sûr ê Dêrazorê de bi ser şaneyeke DAIŞ’ê de girt. Di encama serdegirtinê de 6 çete hatin girtin. Çalakî li ser agahiya ku li bajarokê şaneyên veşartî yên çeteyan hene, hate kirin.”

Çek û cebilxane

Li gorî daxuyaniya HSD’ê, di operasyonê de çek û cebilxaneya ku hatine bidestxistin wiha ne: “Çekeke kalaşnîkof û guleyên wê, çekeke suîqestê, 2 bombeyên êrîşê, 2 bombeyên parastinê, bêtêlek, 3 cube, demanceyek û 2 cilên taybet ên DAIŞ’ê.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Piştî lêkolînkirina telefonên van çeteyan, xuya bû ku têkiliya wan bi gelek şaneyên din ên DAIŞ’ê re hene. Dê şane ji aliyên peywendîdar re bên şandin da ku tedbîrên pêwîst der heqê wan de bên girtin.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar