Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Yaylali: Min bi çavên xwe dît gerîlayê birîndar ji helîkopterê avêtin

Leşkerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali der barê hovîtiya leşkerên dagirker ên tirk de got ku dem ali Gabarê leşkerî dikir bi çavên xwe dîtiye ku leşkeran gerîlayê birîndar dîl girtin ji helîkopterê avêtin.  

Hovîtiya leşkerên dagiker ên tirk li Kurdistanê yek bi yek derdikevin holê. Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû di qenaleke televîzyonê de komkujiyên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên di salên 90’î de li Kurdistanê kirine bibîr xist. Piştî vê Wezareta Parastinê ya Neteweyî (MSB) pêşî got “bêbextî” ye û paşê jî der barê Tanrikûlû de bi îdiayên “biçûkxistina gelê tirk, dewleta komara tirk û sazî û dezgehên dewletê” û “tehrîkirina ber kîn û dijminatiyê” lêpirsîn da destpêkirin.  Piştî daxuyaniya Tanrikûlû, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bi gotina; “TSK roniya çavê me ye” xwedî li artêşa dagirker derket.

Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali ku di sala 1994’an de gava leşker bû ji aliyê PKK’ê ve hat desteserkirin û piştî 2 sal û nîvan hat berdan, kirinên TSK’ê yên ew bi xwe bûye şahidê wan kir.

Yaylali got ku di sala 1994’an de di pevçûnekê de bi birîndarî dîl ketiye destê PKK’ê û anî ziman ku gava hat darizandin wê demê şirîkê Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû Parêzer Yaşar Alturk parêzertiya wî kiriye wiha got: “Raya giştî Yaşar Alturk nas dike, ji ber ku çeteyên li Geverê aşkera kiribû. Ev çete, ew çete ye ku gelek leşkerên TSK’ê bi helîkopter, ambulans û amûrên bi vî rengî şebekeya tiryakê ava kiribûn. Kesên ku gotin ‘TSK mîna kulîlkê ye’ bila vê dosyeyê jî vekolin.”

Şirîkên hev ên sûc in

Yaylali bilêv kir ku gava leşker bû tevlî operasyonan jî bûye û li Şirnexê li hêla Gabarê bûye şahid ku fermandarekî gerîlayan ê bi birîndar ket destê leşkeran ji helîkopterê hatiye avêtin. Yaylali bilêv kir ku MSB’ê tu carî sûcên TSK’ê qebûl nekiriye û got ku ji lew re MSB jî şirîkên sûcên TSK’ê ye û wiha domand: “MSB, tevî TSK’ê li Rojava, Herêmên Parastinê yên Medyayê û bajarên kurdan gelek sûcan dikin. Mînaka herî berbiçav jî komkujiya Roboskiyê ye ku ez 6 sal li wir mam. Li vir 19 jê zarok 34 gundî ji aliyê hikûmet, artêş û îstixbaratê ve hatin qetilkirin.”

Yaylali helwesta CHP’ê ya di vî warî de jî bi van gotinan rexne kir: “CHP, partiya damezrîner a vê polîtîkaya înkarker, asîmleker, komkujîker û qirker e.”

Yaylali diyar kir ku Tanrikûlû sûcên ku her kes pê dizane lê newêre bibêje bilêv kirine û got: “Gava Tahir Elçî jî tiştên bi vî rengî gotin, piştî lîncekê hat qetilkirin. Divê em sicîla vê dewletê û hêzên wê yên qoltixê jibîr nekin. Hrant Dînk jî wiha hat qetilkirin. Lewma divê em bi hev re xwedî li hêja Tanrikûlû derkevin û biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar