Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YBŞ: Dewleta tirk bi êrîşên ser êzidiyan re dixwaze tola Bexdadî hilîne

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa balafirên dewleta tirk a li dijî Xanesorê de 5 şervanên wan birîndar bûne. YBŞ’ê destnîşan kir ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze tola Bexdadî hilîne û xewna xwe ya Mîsakî Milî pêk bîne

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrîşa dewleta tirk a dagirker a di 19’ê mijdarê de li dijî navenda Xanesor a Şengalê pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Fermandariyê da zanîn ku di encama êrîşê de 5 şervanên wan birîndar bûne.

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye:

“Di van demên dawî de dewleta tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li ser hêzên me yên YBŞ û YJŞ’ê êrîşan dike. Di êrîşa duh a ku li ser Xanesorê de 5 şervanên me birîndar bûn û ji van şervanan rewşa 2’yan giran e.

Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku civaka êzidî ya Şengalê bêrêxistin û bêparastin bihêle. Ev êrîş parçeyeke şerê taybet û şerê psîkolojîk e. Dixwazin tirs û belavbûyînekî di nava civaka me de pêş bixin. Lê gelê me berevajî vê, divê hîn zêdetir xwe birêxistin bike û xwedî seknekî xurtir be.

Wekî ku tê zanîn, Ebubekîr Bexdadî li herêma di bin serweriya dewleta tirk de hate kuştin û kuştina Bexdadî weke Tola Jinên Êzidî hate ragihandin. Dewleta tirk jî dixwaze bi kuştina gelê êzidî re tola Bexdadî hilîne. Xuyaye ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze sînorên xwe yên Mîsakî Milî jinûve zindî bike û ev êrîş weke çirûskên destpêkê yê van planan e. Mûsil û Kerkûk jî dikeve di nav van sînorê Mîsakî Milî de.

Dewleta tirk ji aloziya Iraqê sûd digire

Di van deman de dewleta Iraqê di rewşeke aloz de ye. Dewleta tirk ji van tevliheviyan sûd werdigre û êrîş dike. Pêwîst e ku taybet gele Mûsil û Kerkûkê û hemû gelê Iraqê bi helwestekî hevpar bertekekî xurt li hemberî van êrîşan raber bike.

Weke YBŞ û YJŞ’ê di bin her şert û mercan de em ê gele xwe û civaka xwe biparêzin. Çawa ku di sala 2014’an de me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê erka xwe yê parastinê bi cih anî, li hemberî van êrîşên dewleta tirk jî em ê li erka xwe ya dîrokî xwedî derkevin û di serî de gelê xwe û hemû gelê heremê biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar