Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YBŞ: Di êrîşa dewleta tirk de li Şengalê 3 sivîl şehîd bûn

Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku di bombardûmana dewleta tirk a dagirker de li Şengalê 3 sivîlên ku karê bîrkolandinê dikirin şehîd bûn û yek jî birîndar bû

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser bombardûmana giran a dewleta tirk a duh bi şev li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, êrîşa bi balafiran şeva 1’ê sibatê saet di 22:00 de dest pê kiriye û heta saet 03:00 ê serê sibehê dewam kiriye.

Fermandariyê diyar kir ku di van êrîşan de bombe li 21 cihên wan hatine barandin û hat ragihandin ku tu şehîd û birîndarên hêzên wan çênebûye.

3 sivîl şehîd bûn

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku ji bilî noqteyên hêzên wan, cihekî sivîl jî hatiye bombekirin û hat gotin ku li vî cihê 3 sivîl şehîd bûne û kesek jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hewldanên wan ên ji bo zelalkirina rewşê û nasnameyên şehîdan lêkolînên wan dewam dikin û wiha hat gotin: “Lê belê bi qasî agahiyên hatin bidestxistin, kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo xizmeta vê civakê bikin karê bîrkolandinê dikirin.”

Êrîş ji bo pêşîgirtina li vegera koçberan hat kirin

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku yek ji armancên êrîşan çavtirsandina civakê ye û wiha dewam kir: “Gelê me her roj ji kampan vedigerin ser axa xwe. Ji bo pêşî li vê vegerê bigirin, dewleta tirk a qirker vê siyaseta xwe ya qirêj û êrîşan dide meşandin.”

Fermandariyê destnîşan kir ku êrîşên tên kirin dewama êrîşên DAIŞ’ê yên tebaxa 2014’an e û wiha got: “Lê belê çi dibe bila bibe dijmin wê nikaribe bikeve çeperên me.

Çeperên me ji pola hatine avakirin. Bila gelê me ji hêza xwe bawer be. Bi vî awayî tevahiya êrîşên dijmin dê bên pûçkirin. Wê dijmin nikaribe bikeve vê axa pîroz.”

Çeperên me weke pola li pişta gelê xwe ye

YBŞ’ê bi bîr xist ku li gel ewqas êrîşên giran jî ku bi sedan carî bombardûman hat kirin, hemû êrîş hatin pûçkirin û wiha got: “Ji ber vê bila gelê me û dostên me ji vê hêza xwe û çeperên xwe piştrast be.”

Fermandariya YBŞ’ê bal kişand ser hin propagandayên di çapemeniyê de û wiha domand: “Hinek ji çapemeniyên PDK’ê propagandaya dagirkeriya tirk didin meşandin. Rewakirina êrîşên dewleta tirk a qirker ji bo kurdan ne şeref e, ne jî rûmeteke. Banga me ji bo wan ew e ku dev ji vî zimanê ku bi kar tînin berdin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku çeperên wan careke din ispat kir ku weke pola li pişta gelê xwe ye û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Dagirker û dijmin wê nikaribin bikevin xaka Şengalê.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar