Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YBŞ: Li Sinunê 2 şervanên me şehîd bûn

Fermandariya YBŞ'ê li ser êrîşa SÎHA’yên dewleta tirk a dagirker de daxuyand ku şervanên wan Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr şehîd bûne û wiha got: "Şengal wê her tim azad be, em ê tola şehîdan hilînin."

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrîşa dewleta tirk a dagirker ku duh bi şev bi balafireke bêmirov li navçeya Sinunê ya Şengalê êrîşî wesayitekê kir de daxuyaniyek weşand. Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di êrîşê de şervanên wan Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr şehîd bûne.

Daxuyaniya YBŞ’ê bi vî rengî ye:

“Di roja salvegera rizgarkirina Şengalê de duh bi şev saet derdora 23:00’yan de, di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser wesayîtek şervanên me de, şervanên me hevrê Berxwedan Şengalî û Argêş Feqir şehît bûn û yek ji hevrêyên me jî birîndar bû. Di serî de em ji malbatên hevrêyên me yên şehîd re sersaxî dixwazin û ji hevalê xwe yê birîndar re jî şîfayê dixwazin.

Dewleta tirk di rojek me ya pîroz de ev êrîş pêk anî. Bguman ev êrîş b tehemuliya dewleta tirk a qirker a li hember rizgarkirina Şengalê ye. Wan tu carî rizgarkirina Şengal qebûl nekirin û ji bo rizgarkirina miletê me vala derxînin her tiştî dikin. Miletê me roja salvegera rizgarkirina Şengal weke şahiyekî pîroz kir û bi coşekî mezin xwedî li vê rojê derket. Di heman demê de îro miletê me şehîdên vê xakê jî bi bîr anîn. Tam jî di rojek bi vî rengî de êrîşek ne merdane, êrîşek hovane pêk anîn. Ev pir eşkere dide xuyakirin ku tehemula dewleta Tirk ya qirker û faşîst ji rizgarkirina Şengalê nîne. Lewma bi van êrîşên xwe re dixwaze şûrê xwe her li ser situyê me deyne û rêbaza DAIŞ’ê her di meriyetê de bihêle. Dixwaze rojên şahî jî li me reş bike û rojên reş li me ferz bikin. Ji ber dewleta tirk her timî bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de bû û îro jî ev rastî neguheriye. Ew bi van êrîşan dixwaze ji berxwedêrên Şengalê tol bigire da ku kiryarên DAIŞ’ê her di meriyetê de bihêle. Ji ber vê, di rojêk bi vî rengî de, dixwaze sihberek dane li ser şahiya miletê me.

Hevalê me Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr gava çûbûn serdana malbatên xwe di wesayetek sîvîl de hatin hedef girtin. Her du hevalên me di temenekî ciwan de xwe kiribûn şervanên çeleng, jêhatî û gelek mezin. Di nava refên YBŞ’ê de xwedî rolek sereke bûn. Bi fedekariya xwe, bi hevaltiya xwe û bi dilsoziya xwe ya şoreşê ji bo hemû hevrêyên xwe bûne mînak. Ji ber her du hevrêyên me hevrêyên Çekoyan, Agiran, Pîran’an, Dîndaran û Çiyayan bûn. Ji xwe ew hêrsa dilê wan ji vê rastiyê dihate. Herdu hevrêyên me ji eşîra me ya Feqîr in ku di nava têkoşîna me de xwedî gelek şehîdên hêja yên wek Dijwar, Çiya, Serhed û Serhildanan ne.

Hevrê Berxwedan ji malbata me ya hêja ku bi ax û ola xwe ve girêdaye. Di sala 2017’an de tevlî nava refên YBŞ’ê buye û gelek erk û berpirsiyariyên mezin girtiye ser milê xwe. Xwedî dilekî wêrek bû, li hember dijmin gelek bi hêrs û kîn bû. Ji ber ku heval Berxwedan navê şehîdê me yê mezin rêheval Berxwedan Tolhildan yê ku weke Fermandarê despêkê yê YBŞ’ê hilgirtbu, taybetmendiyên tolhildanê û Berxwedanê ji wî girt bû.

Hevrêyê me Argeş jî, ji malbatên me yên gelek şehîdên xwe yê hêja hene ji mala Zero ye. Di sala 2016’an de tevlî refên YBŞ’ê bû. Ciwanek vê xakê yê gelek bi coş û heyecan bu. Di asta leşkerî de gelek pispor bû û bi kelecanek mezin di çu ser erka xwe û her dem weke dildarek azadiyê tevdigeriya.

Weke em dibînin dijminê vê xakê bi van êrîşan dixwaze çavê miletê me bi tirsîne, gel ji têkoşîna azadiyê dur bixîne û sexma desthilatdarî li ser vê axa pîroz bidin hîs kirin. Di aliyê din de jî bê aramî didin çêkirin ku vegera miletê me ya Şengal bi vê êrîşan bidin sekinandin. Dîsa di van rojên helbijartinê de daxwaz dikin ku bê aramî û tevlîhevî bidin çêkirin. Ji bo li gorî xwe planên dagirkerî bidin avakirin. Bê guman ev daxwaz û planê dijminê me ye. Lê bendewariya me ji miletê me ewe ku li beramberî êrîşên xêr nexwazan bisekinin û bi bertekê xwe, bi hêrs û kîna xwe ya li hember dijmin seknekî xurt bidin raber kirin. Ji xwe derey vê tu şansê me nîne. Encax bi yek buyîna miletê me, emê van êrîşên hovane bidin sekinandin. Ji ber hêza gel li ser her tiştî ye. Me vê rastiyê di rizgarkirina Şengal de dît ku bi beşdar buna miletê me ya şerê berxwedaniyê re, çawa planên dijminê ola Êzidatî, hate vala derxistin.

Li ser vî esasî em carek dinê bang dikin ku em rêka Berxwedan û Argeşan bişopînin, azweriya xwe ya azadiyê ji her dem zêdetir bikin. Em jî di huzura şehîdên xwe de, sond dixwin ku Şengala rizgar ewê her dem rizgar bimîne. Em nahêlin alên rureş li ser vê xakê ba bide û em siya dagirkeriyan li ser vê xaka pîroz nahêlin û emê tola şehîdên xwe bigrin. Carek dinê em ji malbatên xwe yên hêja ji malbata şehît Argeş û şehît Berxwedan re sersaxî dixwazin.

Nasnameya şehîdan wiha ye;

Berxwedan Şengalî

Cahit Derwêş Elyas

Navê Dayîkê: Besê

Navê Bav: Derwêş Elyas

Ji dayîkbun: 2000 – Tilêzêr

Beşdarbun: 2017 – Şengal

Cih û Dîroka Şehadetê: 13.11.2023- Sinunê

Argeş Feqîr

Seed Xelil Qasim Çuko

Navê Dayîkê: Kamo

Navê Bav: Xelil Qasim

Ji dayîkbun: 2000 – Tilêzêr

Beşdarbun: 2016 – Şengal

Cih û Dîroka Şehadetê: 13.11.2023- Sinunê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar