Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...
Perşembe - 14 Kasım 2024

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

YBŞ: Şengal di ronahiya fikrên Rêber Apo de azad bû

Fermandariya YBŞ’ê bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ya ji DAIŞ’ê ev tişt anî ziman: “Di ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo de, sekin û berxwedana gelê êzidî her wiha bi ruhekî fedakar tevlîbûn û piştgiriya gel û ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê ya li ser esasê bangewaziya Rêbertî serkeftina Şengalê hat bidestxistin.”

Bajarê qedîm ê civaka êzidî Şengal di 3’yê tebaxa 2014’an de di encama xayintiya malbata xwefiroş a Barzanî û çeteyên wê debi fermana 74’an re rê bi bû ma. Şengal li ser bangewaziya Rêber Apo ji hêla gerîlayên HPG, YJA Star, YPG û YPJ’ê ve di 13’ê mijdara 2015’an de hat azadkirin. Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji dest çeteyên DAIŞ’ê peyamek nivîskî parve kir.

Peyama Fermandariya YBŞ’ê wiha ye:

“Me beriya 9 salan, di vê rojê de mizgîniya rizgarkirina Şengalê, ku bi xwîna sedan leheng û egîdên me hatibû xemilandin, diyarî gelê xwe kir.

Wek tê zanîn em weke civaka êzidî, di dirêjahiya dîroka xwe de, heya roja me ya îro rastî gelek ferman, komkujî, derbederî, koçberî. hwd hatine. Du sedemên sereke a encamên van êş, azar û tirajediyan hebûn; ya yekê; nebûna hêza xwe parastina cewherî bû. Ya duyem jî; bê rêxistinbûn bû. Piştî fermana 3’yê tebaxa 2014’an ya bidestê DAIŞ û xiyaneta PDK’ê êdî ev rastî hîn zêdetir hat aşkerekirin. Em weke civaka êzidî di çarçoveya peradîgma Rêber Apo de û li gor wê bi avakirina hêzên parastinê YBŞ û YJŞ de û di heman demî de avakirina sazî û dezgehên rêveberiya xweser re me xwest êdî dawî li femanan bînin. Di encama berxwedanî û lehengiya bi sedan fermandar û şervanên azadiyê de em bûn xwedî destkeftî. Lê sondxwerê dijminahiya kok û hebûna me dewleta tirk a dagirker, tevî xeta hevkar ya PDK û bi bêrûmetî û çavzexeliya dijminê kokê ji bo ku van destkeftiyan tine bike û jinav bibe serî li her rê û rêbazî dide. Di serî de fermandar û pêşengên şer û serkeftina li hember DAIŞ’ê dike armanc. Dixwaze bi vî awayî tola DAIŞ’ê rake.

Di ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo de, sekin û berxwedana gelê êzidî her wiha bi ruhekî fedakar tevlîbûn û piştgiriya gel û ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê ya li ser esasê bangewaziya Rêbertî serkeftina Şengalê hate bidestxistin. Li ser vê bingehê em weke civak û hêz Rêberê Neteweya Demokratîk Rêber Apo silav dikin û girêdana xwe ya Rêberê Gelan nû dikin. Rêber Apo ji bo ku qedera gelê herêmê cardin bi destê hêzên hegemon neyê nivîsandin ked û tekoşîneke bê eman di nava çar dîwaran de û di bin şert û mercên herî zehmet de dide meşandin. Ger ku cîhanê berxwedana çiyayê Şengalê nas kir û dengê wê li her derê veda û bo nasmane û xetek, helbet divê mijarê de keda herî mezin ji aliyê Rêber Apo û şagirtên wî ve hate dayîn. Gelê Kurdistanê di şexsê civaka me ya êzidî ya berxwedêr de jî bi sekna xwe ya hêja û biwate ya dîrokî, tevî biryardariya faşîzma DAIŞ’ê û hevalbendên wan li çiyayê Şengalê bi bin xistin.

Di roja me ye îro de jî ya ku cardin vê berxwedan û têkoşîna li hember dijmin û xeta hevkar bibe serkeftinê, misoger parastin û geş kirina ruhê berxweda Şengalê ye. Bêguman Berxwedaniya Şengalê û bidewamî rizgariya wê hilweşandin û têkbirina planên qirkirina me bû weke civak. Em weke hevrêyên Egîd, Dilşêr, Saîd, Medya, Berxwedan, Nûjîn, Cîger, Bêrîvan, Berfîn û gelek qehremanên ku wê dîrok tu car nikaribe ked û berxwedaniya wan înkar bike, bi bîrtînin.

Di dawiyê de em bang li tevahî gelê xwe û hemû gelên herêmê dikin ku yeketiya xwe li hember lîstok û planên ku vîn û îrada wan armanc dikin, bê deng nebin û bibin xwedî helwestên layiq. Divê neyê jibîrkirin misogeriya jiyaneke azad wê bixwe rêxistinkirin û li destkeftiyên xwe xwedî derketinê pêk were.

Dîsa, li ser şopa cangoriyên xwe yên ku xwe ji bo civaka me fedakirine de emê vê têkoşînê bê rawestandin bi serketinê re tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em ji şehîdên xwe yên destpêkê heyanî yên korîdora mirovahiyê, ji şehîdên xwe yên 11 mehan ku bi hemû hebûna xwe ve bi şev û roj di çeperên herî giran ê merhelê de têkoşînek bêhempa raberkirine û heyanî şehîdên xwe ê dawiyê bi hemû hezkirin û rêzdariyên xwe ve bi bîr tînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Bi pêkanîna soza me daye van egîdên xwe ve em ê têkoşîna wan a ku dewrî me kirine emê bigihînin serketinê.

Li ser vî esasî em 9’mîn salvegera rizgarkirina Şengalê di serî de li Rêber Apo, şehîdên xwe, malbatên şehîdan, gelê xwe, li şervanên YPG-YPJ’ê û li jinxas û mêrxasên Apoyî ku îro li çiyayên azad li hemberî dagirkerên xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ne destan û efsaneyan dinivîsin, pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar