Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Çarşamba - 25 Aralık 2024

YBŞ’ê Cejna Êzî pîroz kir

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê Cejna Êzî pîrozkir û wiha got: “Bi hezaran sal in dijmin û neyarên me hewil didin û dixwazin çand û baweriya me ya kevnar têk bibin û ji holê rabikin. Em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin û bi hêvî ne ku ev Cejn bibe wesîleya yekitî û tifaqa xwe avakirin û li hevdu xwedî derketinê.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Êzî pîroz kir. YBŞ’ê diyar kir ku ew bi ruhê fermandar Dijwar Feqîr Cejna Êzî pêşwazî dikin û di serî de li Rêber APO, malbatên cangoriyan, tevahî heval û gelê xwe yê Êzidî û Kurdistanê pîroz dikin.

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha berdewam kir: “Herêm bi awayekî giştî di pêvajoyek pir girîng û rewşeke hesas re derbas dibe. Ev rewş wê heya kur biçe û di vê demê pêşiya me de wê çi bixwe re bîne tam ne zelale. Ji bo vê divê em ji her rewşeke ku dibe biqewime re wek hêz û civak amadebin. Evjî berpirsiyartiyek mezin ji her kesî û her alî ve dixweze. Li gor wê divê em demlidest tedbîrên xwe yên cur bicur bigrin. Her wisa divê em wek civak li hember êrîşên dijmin yên tabûra pêncê (şerê taybet û deronî) hişyar bin, bizanabûn û aqilekî selîm tevbigerin.

Bi hezaran sale dijmin û neyarên me hewil didin û dixwazin çand û baweriya me ya kevnar têk bibin û ji holê rabikin. Îro yê ku van hewildan û daxwazan dewam dike û serî li her rê û rêbazî dide ji bo bigihe vê armanca xwe dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Di sala 2014’an de xwestin vê armanca xwe bidestê çeteyên DAIŞ pêk bînin. Lê me di Şengal de di encama berxwedanî û pêşengiya bi sedan pêşeng û hevalên xwe de, ev daxwaza wan diqirka wan de hişt û pilana wan têk bir. Tişta ku dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li Şengal nikarî bike, li Efrîn û Serêkaniyê kir. Bi heman zihniyet û kiryaran di roja me ya îro de li Şehba dubara kir û dike. Ji bo wê em weke civaka Êzidî êşa me ji Şengal, heya Efrîn, Şehba û Serêkaniyê yeke. Bi vê wesîlê em Cejna xelkê xwe yê koçberên van herêman jî pîrozî dikin.

Dîsa divê em jibîr nekin, eger ku îro em dikarin rê û rismên xwe yên kevnar, cejin û helkeftên xwe li ser axa xwe ya Şengalê biawayekî aram, ewle û bistiqrar pêk bînin. Lê ev ji ber xweve ev tişt nebûye. Belê, di encam û berdîla xwîna bi sedan heval û pêşengên me yên wek; Mam Zekî, Saîd Hesen, Dijwar, Mam Beşîr, Berfîn, Medya û gelek hevrêyên din wek wana çêbûye. Ji bo vê xwedî derketina li mîrasa wan erkê her endamekì civaka me.

Her wisa, li ser vê asasê û bi vê wesîleyê, em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin û bi hêvî ne ku ev Cejin bibe wesîleya yekitî û tifaqa xwe avakirin û li hevdu xwedî derketinê.

Careke din em vê Cejnê li heval, gel û tevahî dostên gelê xwe, pêkhateyên Iraqê û mirovahiyê pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar