PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

YBŞ’ê nasnameya şehîdek aşkere kir

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di êrîşa dewleta tirk a dagirker a li gundê Rezka de, şervanê wan ê bi navê Mecdel Hesen Xelef Xelîl şehîd bûye.

Duh danê êvarî dewleta tirk a dagirker li gundê Rezka ya ser bi Tilizêr a Şengalê, êrîşek hewayî pêk anî. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrîşa dewleta faşîst û qirker a tirk de, şervanek wan şehîd bûye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: “Di roja 08.03.2024’an di saetên 17:30’an de li gundê Rezka li ser hêzên me yê ku li ser erka xwe bûn ji aliyê dewleta faşîst û qirker a tirk ve êrîşek hewayî pêk hat. Di vê êrîşê de hevrêyek me gihişt şehadetê.

Di van demên dawî de dewleta faşîst a tirk car din bi hovitiyek mezin êrîşî qada me Şengalê dike. Ev êrîşa faşîst, qirker li hemberî gelê êzidî ne cara yekemîne, ev êrîşên dewleta tirk, berdewama qirkirina gelê êzidî ye. Li hemberî mafên êzidiyan a xwe parastin û xwe rêvebirinê êrîş heye. Taybet di van salê dawî de dijmin yek armanca xwe heye ew jî xeyalên xwe yê dagirkirinê pêk anîne. Li ser vê esasî hemû hêza xwe û planên xwe yên kirêt dixe meriyetê. Dewleta faşîst a tirk di vê qadê de têkçûyîna DAIŞ’ê, destkeftiyên Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hêzekî leşkerî a serbixwe tu carî hezim nekir û li ser vî esasî her dem bi dek û dolaban û bi hemû cureyên êrîşan hewl dide van destkeftiyan têk bibe. Taybet di van demên dawî de gelek planên wan hene û em wek hêz di ferqa vê yekê de ne. Bi vê rastiyê ve girêdayî zextên wan ê li ser hikûmeta Iraqê û hêzên heremê pir zêde bûye. Daxuyaniya waliyê Nînowa ya li ser peymana 9’ê Cotmehê ji vê yekê qut nîne. Dîsa ji bo hêzên PDK di qadê de serwer bike, hikûmeta AKP-MHP dest avêtin encamên hilbijartina herêma Nînowa. Taybet jî ya qada me Şengalê. Hîn jî di nav hewldana de ne ku siyaseta qirkirinê temam bikin. Ji bo wê jî tu hiqûq, tu exlaq û hesasiyeta civaka me nas nakin.

Di pêvajoyek ku gelê me berê xwe daye axa xwe, li cih û warê xwe vedigere de dijminê me hewl dide aramiya heremê têk bibe û gelê me yê ku vedigere çavtirsandî bike. Taybet di rojek wisa pîroz, li 8’ê Adarê de êrîş pêk anîn manîdare. Ji pêşketina jinên êzidî, qasî ku ne raziye heman demê de pergalekî bi pêşengtiya jin jî naxwaze. Vê rojê xwest bi êrîşa xwe ya hovane bi xwînê, roja me vegerîne roja şînê. Bêguman ev rastiya dijmin a qirker dide berçavan.

Hevrêyê me Mecdel sala 2016’an berê xwe da nav refên YBŞ’ê û tev li têkoşîna azadiyê bû. Hevrê Mecdel Feqîr ji eşîra Feqîran a ku li beramberî dijminê ola Êzdatiyê tu cara serî ne tewandiye ye. Heval Mecdel bi erkên ku di nav tevgera me de girtî, rol û mîsyona di ket ser milê wî û berpirsyartiyên xwe yê demê bi cih anî. Di nav jiyanê de tu carî li beramberî zehmetiyan gav paşde ne avêt û herî pêş de tev li nav kar û xebatan bû. Hevrêyê me Mecdel Feqîr herî dawî bi erka Fermandariya Tabûrê ji bo aramî û ewlehiya Şengalê di nav têkoşînê de bû û berpirsiyartiyên girîng girt ser milê xwe.

Lê belê bila dijminê qirker bizanibe bi van êrîşên tirsonek nikare gav bi me paşde bide avêtin. Wek parezvanên Şengala pîroz em ê têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bikin û yên ku hevkariya dijmin dikin hesap bixwazin. Li ser van esasan em sersaxî ji malbata hevalê xwe yê şehîd re dixwazin. Car din vê sozê didin civaka xwe ku em ê heta Xweseriya Şengalê misoger bibe têbikoşin.

Nasnameya hevreyên me yê şehîd bûyî wiha ye;

Nasnav: Mecdel Feqîr

Nav û Paşnav: Mecdel Hesen Xelef Xelîl

Dîrok û Cihê Dayikbûnê: 1992 / Xirbatê Qewala- Tilezêr

Dîrok û cihê tevlibûyînê: 2016/ Tilezêr

Cih û dîroka şehadetê: 09-03-2024-Gundê Sikeniyê (Rezka)”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar