Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YBŞ`ê têkildarî êrîşa li ser Xanesorê daxuyanî da

YBŞ`ê têkildarî êrîşa li ser Xanesorê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina êrîşa dagirker a bêbext a ser Xanesorê 12 hevalên wan şehîd bûne. Her wiha da zanîn ku di encama berxwedana li dijî dagirkeriyê de, ev ax ji PDK’ê re nehat hiştin.

Çekdarên PDK’ê bi piştgiriya dewleta tirk di 3 Adara 2017’an de bi komên çete êrîşî Xanesorê kirin. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên Xanesorê bi bîr anîn.

Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê wiha ye: “Em şehîdên xwe yên Xanesorê di 6’emîn salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînîn, bejna xwe li ber wan ditewînîn.

Êrîşa ku li ser Xanesorê hatibû li dar xistin, planên dewletên dagirker bûn û ew êrîş bi destê PDK çêbû. Êrîşa Xanesorê, piştî rizgariya Şengalê pêk hat. Şengal bi destê keç û lawên vî gelî bi pêşengtiya HPG, YJA-Star û bi hêzên YBŞ-YJŞ hat rizgarkirin. Bi îtîfaka hêzên derve û bi hinek hawîrdorên cuda çênebibû. Bi temamî bi daxwaz û vîna gel û bi pêşengtiyek serbixwe ev serkeftin bi dest ket. Piştî vê serkeftinê hêdî hêdî hêza gel xwe rêxistin kir û li ser vî bingehî rêveberiya xweser xwe pêş xist. Lê belê dagirkeriyê ev serkeftin tehemûl nekir. Ji xwe êrîş li ser vî esasî pêk anîn. PDK jî, ji bona wê tevgeriya. Pêwîste êrîşa 3’yê Adarê li ser vî esasî em naveroka wê fêm bikin. Bi temamî ev êrîş bêtehemulî ya li beranberî vîna gel bû. Ji ber ku gava gel rêxistinî be tu hewceyî bi wan nabe. Gelê rixistinkirî di serî de di asta ewlekarî de çandî û sîyasî de serbixwe dibe. Di vê manê de hêrsa PDK tê fêm kirin. Ji ber ku bi salane PDK gel dixapîne. Dibêje ‘ez vîna we me ez ewlekariya we me’ lê fermana herî dawî da diyar kirin ku bi vî rengî nîne. Gava DAÎŞ hebû PDK reviya, gava ev qad rizgar bû hat ket tevgerê û wesayîtên xwe yên zirxî anî qadên rizgarkirî.

Gelê me li beranberî îxanetê bi bertek bû. Gel û gerîlayên Şengalê bi hev re ketin nava liv û tevgerê. Ji xwe gava şahadetên 3’yê Adarê hat jiyan kirin, me dît ku gelê Şengalê bi yek dengî, bi yek dest ketin pêşiya dagirkeriyê. Ji qada civakî heval Nazê, ji çapemeniya azad heval Nujiyan, ji hêzên leşkerî di serî de bi pêşengtiya berxwedaniya heval Orhan, Çekdar, Çiya, Têkoşîn û bi temamî 12 hevalên me ji bo pêşî li vê dagirkeriyê bêbext bê girtin gihîştin asta şehadetê. Ev encam bersivek tund bû, li beranberî dagirkeriyê bertekek mezin çêbû. Di encama berxwedanê de ev erdnîgarî ji PDK’ê re nehat hiştin.

Îro jî li pêş perde li paş perde li ser Şengal gelek bazirganî heye. Gelek caran gefên PDK’ê li ser vê erdnîgariyê çêdibe. Ne tenê gef, plan û hewldanên wan çêdibe. Tişta balkêş pişta xwe dane dewleta tirk e. Ew dewlet di hemû dîroka xwe de berpirsê gelek fermanên li ser Şengalê ye. PDK baş dizane ku em weke miletê êzîdî li beranberî dagirkeriya tirk a osmaniyan çiqas hesas in. Lê dîsa jî ev hêz dest ji ew planên kirêt bernade. Ew baş bizanin ji bo şer dernekeve, em gelek bi baldar nêz bûn. Lê vê carê hemû hewldanên PDK, wê bibe sedema bersevek bi tund. Vê carê em ji her demî zêdetir amadene ku hem gelê xwe hem jî destkeftiyên xwe biparêzîn.

Ji destpêka fermanê heyanî roja me ya îro me di vê oxirê de bedelên pir girahbûha ên weke Berxwedan, Mam Zekî, Zerdeşt, Mam Beşîr, Arîn, Berîvan, Seîd, Dijwar û Azadan daye û me xwe jî têkoşîn û armanca xwe ya ku di welatek azad de azad jiyankirinê paşde ne daye. Êrîş çidibin bila bibin ji kijan alî ve bê bila were, em ê heyanî dawiyê di şopdariya van şehîdên xwe yên ku destan nivîsîne de berxwe bidin û em ê xeyal û armancên wan pêk bînîn. Me ev soza xwe çawa di roja destpêkê ya ku di şert û mercên herî dijwar de daye em îro di şexsê şehîdên xwe yên Xanesorê de bi mezintir dûbare dikin.

Li ser vî bingehî em şehîdên xwe yên Xanesorê û di şexsê tevahiya şehîdên xwe yên di oxira jiyaneke mirovahî, wekhevî û azad jiyankirinê de canê xwe fedakirine bi hemû rêzdariyên xwe ve bibîrtînîn bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Em dibêjîn serkeftin di ronahiya van pakrewanên me de wê ya me û gelê me be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar