Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YCWK’ê avabûna xwe ragihand!

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) bi xetek têkoşînê ya bi 13 xalan hate damezirandin. YCWK'ê destnîşan kir ku ew vê hemleyê li Rêber Apo û tevahî gelê xwe pîroz dikin û gotin: "Ji sibê re tê hiştin lê ji kesekî re nayê hiştin...”

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) bi daxuyaniyeke nivîskî damezrandina xwe îlan kir. Di daxuyaniyê de işaret bi rastiya Kurdistanê û rastiya înkar û komkujiyê ya dewleta tirk hate kirin û hate gotin: “Noker û sîxurên rejîma faşîst wê weke dijminê gel bêne dîtin û hesab ji wan bê xwestin.”

Daxuyaniya damezrandinê bi vî rengî ye:

“Weke ciwanên Kurdistanê heta ku em heqîqeta vê erdnîgariyê ya ku li ser dijîn, hewaya wê dikişînin û hebûna xwe didomînin fêr nebin, em nikarin xwe bigihînin tu rastiyekê. Heqîqeta Kurdistanê jî di dîroka wê de veşartiye. Pergala desthilatdariyê, dijminê heqîqetê yê herî mezine. Heqîqetê reş kirin, erka wan ê bingehîn e. Mirovên roja me ya îro bi jiyana rojane ve dayîna mijûlkirin û ji dîrokê qut kirin, pêwistiyeke taktikî ya siyaseta wan e. Mekanîzmaya ku ‘rojane jiyan bike, dîrokê ji bîr bike, ji heqîqetê dûr bisekine’ herî zêde di xaka Kurdistanê de dimeşînin. Kurdistan ger di bîra mirovan de were tune kirin, wê ji heqîqetê jî derbikeve. Stratejiya bingehîn ya pergala desthilatdariyê ev e.

‘Heqîqeta Kurdistanê çiye?’

Baş e heqîqeta Kurdistanê çiye? Ya ku divê were fêm kirin çiye? Rastiya ku dixwazin bi Kurdistanê re reş bikin û bikişînin nava tarîtiyê çiye? Divê em bipirsin û lêpirsin bikin. Kurdistan; ne welatek ji rêzê ye. Ne piştre hatiye keşif kirin, ne jî ji nîşka ve derketiye holê. Qasî dîrokê kevnar e. Nirxên esasî yên koka mirovatiyê di Kurdistanê de şîn bûye. Civakbûyîn di van xakan de haveynê xwe girtiye. Şoreşa gund û çandiniyê ya neolîtîka ku şoreşa herî mezin ya dîrokê ye, li derdora jina dayîk di vê xakê de dest bi jiyanê kiriye. Bi hêz, zanebûn û baweriya birûmet a ku civakbûyînê afirandiyê re vejîna mirovatiyê pêş ketiye. Nirxên ku mirov kiriye mirov wisa ava bûye. Koka mirovatiyê di vê şoreşê de veşartiye, Kurdistan jî dergûşa vê ye. Hemû rêgezên jiyanê yên baş, rast û xweşik yê ku mirovan dike mirov li ser vê xaka bihuşt ya Kurdistanê dest bi jiyanê kiriye. Ji dewlemendiyên ser erd û bin erd wêdetir, çavkaniya dewlemendiyên jiyana azad e. Li tu cihî jiyan qasî ya li Kurdistanê bi wate û bi nirx ne hatiye jiyîn. Bi hezaran sale çanda ku bûye wek ava çemekî esasî ku hemû mirovatiyê têr kiriye, bûye çavkanî û hiştiye heya roja me ya îro were. Mirovatî divê ji bîr neke: ger hîna jî rûmeta mirovbûnê hebe û civak li dijî her cure êrîşên pergala desthilatdariyê dikare li ser lingan bimîne ev bi saya dîrok, çand û civakên Kurdistanê ye.

Ji sala 1925’ an û vir ve di Kurdistanê de tenê yek qanûn derbasdar e; ew jî qirkirine. 100 sale dewleta tirk a faşîst li Kurdistanê siyaseta qirkirinê dimeşîne. Ev dijminatiyeke wisa ye ku her tişt ji bo tunekirina kurdan e. Hikûmet diguherin, desthilatdar diguherin, dewlet diguhere lê dijminatiya li dijî kurdan naguhere. Faşîzma ku li ser kurdan tê sepandin, zordariya Nemrûdan jî zext û zilmê fîravûnan jî derbas dike. Ne tenê mirovên kurd, dîroka kurdan jî, çand, ziman, nasname, kevneşopiyên wê jî, darûber, kevir û erdê wê jî wekî dijmin dibînin û dixwazin îmha bikin.

‘Rastiya dewleta tirk çiye?’

Dewleta tirk tê wateya; hebûna her kesê/î diyarî hebûna tirk kirine, yê ku qebûl neke jî ji bo ji gotinên tirkan re serî  bitewînin bi her cure qetlîam, talan, hovîtî û barbartî re rû bi rû hiştine.

Dewleta tirk tê wateya ; tu kesekî/ê ku  îxanet li xwe, çanda xwe, civaka xwe, nirxên ku mirovan dike mirov û xwezaya xwe nekirî ne hiştine,

Dewleta tirk tê wateya: qedexe, îmha, înkar, îşkence, mirin, êş, bêrûmetî û nirxên xwe yên bingehîn binpêkirinê,

Ji Şêx Seîd û Seyîd Rizayan û vir ve heqîqeta nayê veşartin ya dewlet tirk a qirker û faşîst ev e.  Ev kirasên bêrûmetî û koletiyê yên ku dixwazin li kurdan bikin, bi derketina Rêber Apo re hate parçekirin. Rêber Apo ev serberjêrçûyîna li Kurdistanê da sekinandin. Mirovên kurd ê ku weke miriyek li wan hatibû, ji nû de afirand. Zanebûn pê da qezenc kirin, bi îrade kir û ruh dayê. Azad jiyan kirin, ji bo azadî têkoşîn kirin û kir rêgeza jiyanê ya herî binirx. Li dijî faşîzma qirker ya dewleta tirk, agirê têkoşînek têknaçe vêxist. Artêşeke gerîllayên fedaî rêxistin kir da ku şoreşgerên herî mezin yên dîrokê xwezî pê bînin. Wekî ku yek ji hevrêyên ji dil û can yên Rêber Apo Kemal Pîr jî bal dikşîne ser kelemek wisa li nava dewleta tirk hatiye xistin ku 50 sale yê ku dixwaze jê derxîne yek bi yek ji dîrokê tên jinavbirin. Gelê herî stembar yê dîrokê jibo azadiyê tam 50 sale di pêşengtiya Rêber Apo de li dijî faşîstên herî zalim yên dîrokê berxwe dide.

Kiryarên 8 salên dawî yên dewleta tirk a qirker,faşîst xulaseya 100 salên dawiyê ye. Weke ciwanên welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê yek tiştên ku hatine kirin jî me ji bîr nekiriye û em jibîr nakin. Me Şêx Seyîd û Seyîd Rizayan ji bîr nekiriye. Me faşîzma dewleta tirk a li dijî zarokên me, destdirêjiya li jinan, bi awayek zindî şewitandina mirovên me ji bîr nekiriye.  Me şewitandina cih û warên me, gundên me, daristan û çiyayên me jibîr nekiriye. Barbartî û hovîtiya ku li dijî xort û keçên Kurdistanê yên ku ji bo bihustek axa welat ya azad û ji bo şeref û rûmetê şerkirine hatiye kirin, me ji bîr nekiriye. Çawa ku 100 sal berê di bîra me deye, tiştên ku 8 salên dawiyê jî bi me û gelê me dane jiyîn, yek kêlî jî be ne hatiye jibîr kirin. Di mejî û dilê me de ye, zindiye, nûye û wekî hêrs û kîna roja destpêkê tê parastin.

Rêber Apo nirx, hebûn, wate û her tiştê me ye. Em vê tecrîd û îşkenceya ku hewl dide di nava dîwarên Îmraliyê de her rojê ji mirinê xirabtir dike ji bîr nakin. Di van 25 salan de yek roja wê tenê jî, ji bîra me neçûye û wê neçe jî.

Îşkenceya ku li ser cenazeyên gerîlayên azadiya Kurdistanê hatine kirin em tu carî jibîr nakin. Barbartiya hovî ya ku hestiyên şehîdên me xistine qutiyên postayê de û qêrîna dayîkên wan ku mirovatî dide girandin, jibîr nakin. Em jêrzemînên Cîzîrê, kincên şewitandî yên Ş. Sozdar Şerker, Cemîleya ku 11 rojan di sarincê de hatî veşartin, bedena dayika Taybet a ku bi rojan di kolanê de hate hiştin ji bîr nakin,me  ji bîr nekiriye.

Em Baz Mordeman û Helbest Koçerînan a ku bi gazên kîmyasalê hatin fetisandin û qetilkirin ji bîr nakin.

Em ew dar, sewal û daristanên Cûdî, Dêrsim, Licê û Xerzanê ya ku bi destê artêşa faşîstan tê şewitandin ji bîr nakin. Dewleta tirk a faşîst û qirker bi hovîtiya xwe, qirêjî, bê exlaqî û barbartiya xwe dibe ku dewleta beriya 100 sal be, lê belê ne gelê kurd, ne jinên kurd û ne jî em ciwanên kurd, ne yên beriya 100 sal in. Em bi naskirina dijminê xwe mezin dibin, dipijin, zane dibin û dibin a xwe. Her ku em xwe nas dikin jî bi hêrs, nefret û kîna beramber dijmin re kamil dibin, têkoşîn dikin û berxwe didin.

‘Li hemberî dil û mejiyê ciwan yê gelê me êrîşeke stratejîk heye’ 

Îro dijminê faşîst û qirker berê êrîşên xwe yên herî tirsnak daye ciwanên kurd yên ku li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê dijîn. Ciwanên kurd dibin bombardimana êrîşekê pir qirêj de ne. Bi rêbazên bê exlaq yên  şerê taybet, dixwazin ciwanan jehrîbikin, bitevizînin, ji gel qut bikin û dejenere bikin. Li hemberî dil û mejiyê ciwan yê gelê me êrîşeke stratejîk heye. Ji bo bi ciwanan çong bidin danîn, her cure êrîşên şerê taybet 24 seetan bê navber didin meşandin. Rêbaz hêsan e. Madeyên hişbir bide bikaranîn, têxe nava qirêjiya fuhûşê û di encamê de jî kesayetê/î teslîm bigre. Edî ew ciwan amade ye ku şûrê li beramberî  gelê xwe bikşîne. Siyaseta tiryak kirin, çokdanîn û bi xistinê ji mirovbûnê derxistin, xisleta herî sereke a dewleta tirk e.

Tenê ne eve jî. Hewildidin ciwanên kurd bi bêkariyê terbiye bikin. Bi bêkar hiştinê ve dixwazin muhtacê dewletê bikin û bi çend parî avêtina ber re, bi xwe ve girêbidin. Yek ji xefîkên dewletê li beramber ciwanên kurd ev e.  Îro eger li nava xaka Tirkiye û bakûrê Kurdistanê de qrîza aboriyê, birçîtî, feqîrtî û xizanî hebe, yek sedemê vê heye ew jî  şerê ku bi armanca qirkirin û dagirkeriyê tê meşandin e. Eger ji nava vê qrîza aboriyê derketin çênabe sedemê wê ev rastiye. Wekî ku nabihîse, nabîne û na axive yê rolê sê meymûnan dileyîzin, her wiha bi berovajîkirina rastiyan adeta têkiliya şer û aboriyê ji hev cuda dike û mirovan bi awayek qirêj dixapînin. Ser wê re jî hewildide aboriyê wekî çekekê bikarbîne û ciwanên kurd bi vê çekê teslîm bigrin.

Yek ji êrîşên herî esasî yên li ser ciwanan, êrîşên çandî ne. Li ser ciwanan polîtîkayeke birêkûpêk a qirkirina çandî dimeşîne. Her mirov bi çanda xwe ve dibe mirov. Ciwanên ku ji çanda xwe hatibe qut kirin û xerîbê çanda xwe ketibe weke darekî bê koke. Ji bo tunekirina çanda kurdan dewleta tirk hemû derfeta xwe seferber kiriye. Ji strana ku tê guhdar kirin  heta fîlmên ku tên temaşe kirin, ji şêwaza jiyana ku tê teşwîqkirin heta zimanê ku tê axaftin mêtîngeriya dewleta tirk dibe rejîmekê qirkirina çandî ya çar bi çar. Di pêvajoyên dawiyê de li bajarên bakûrê Kurdistanê ku kelhên welatparêziyê ne, hewil didin qaşo bi festîvalên ku ji derew û sextekartiyê wêdetir tu naverokeke xwe nîne ciwanan ji cewherê wan dûr bixînin. Rejîma faşîst û qirker her qada aboriyê, çandê, siyasî û civakî ji bo ku ciwanên kurd bike amûra armancên xwe bikartîne. Her tişt ji bo teslîm girtinê ye. Di vê oxirê de dema dora wê hat jinên ciwan ên kurd bi destê leşkerên xwe yên bê exlaq dikşînin xefika evîndariyê. Dema dora wê hat pêşî vedikin ku madeyên hişbir yên herî xeternak li pêşberî dibistanan ji zarokan re were firotin û dema dora wê hat hewil didin bi gefên herî qirêj ciwanan bixînin.

Rûyê rastî yê faşîzma qirker a dewleta tirk ev e. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya 50 salan, rê li ber pêşketina ronakbîriyekê pir mezin di ciwanan de vekir. Li hemberî her cure êrîşên qirêj yên dewleta tirk nifşê ciwantiyekê ku lêpirsîn dike, rêxistin dibe û hesab dipirse afirandiye.  Têkoşîna Azadiya Kurdistanê 50 sale ji pêşengtiya têkoşîna ciwanên Apoyî re şahidî dike. Nifşê ciwanên Apoyî wekî mîrateyek a têkoşînê heya roja me ya îro hatiye. Ne zordestiya dijmin ne jî êrîşên wê yên şerê taybet yên qirêj, ne kariye ciwanên Apoyî bidin sekinandin, asteng kirin û ji berxwedaniyê paşde gav bide avêtin.

Li dijî dewleta tirk a faşîst, qirker û mêtînger roj roja ciwanên şoreşger û welatparêzên Kurdistanê ye. Roj roja  derketina meydana têkoşîn û serhildanê ye. Bê guman qet di têkoşîn û berxwedana ciwanên welatparêz de navber ne ketiyê. Lê belê qonaxa ku em tê de ne awarte ye, dîrokî ye û ji her demê zêdetir pêşengtî kirina têkoşînê ferz dike. Li dijî êrîşên dijminê faşîst ciwanên welatparêz ji her demê bêhtir divê xwedî berpirsiyar bin û destê xwe têxin bin ber de. Mîrata ciwanên Apoyî, ji bo me ferman dide ku êrîşên rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê yên li ser ciwanên Kurdistanê bê şikandin û parçe kirin.

Wekî ciwanên welatparêz û şoreşger yên bakûrê Kurdistanê di qonaxa fînalê ya têkoşîna rûxandina faşîzmê de erkên pêşengtî û serkeftinê li benda mene. Em didin diyarkirin ku bi ruhê fedaî yê Alî Çîçekan em ê xwedî li van erkên xwe derbikevin. Li ser vê esasî em îlana avabûna YCWK’ê (Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) dikin. Avabûna YCWK’ê di serî de li Rêber Apo, li hemû gelên me û ciwanên welatparêz û şoreşger re pîroz dikin.

Weke ciwanên YCWK xeta me ya esasî ya têkoşînê û armancên me wê ev bin;

1-Bi parçekirina pergala îşkence û tecrîdê re pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sedem û xeta herî sereke ya têkoşînê girtina dest.

2-Pêşxistin û pêşengtî kirina têkoşîna ciwanên şoreşger a ku bi armanca rûxandina rejîma faşîst a AKP-MHP’ê xwe tevger dike.

3-Hemû ciwanên şoreşger, welatparêz, çepgir û sosyalîstên Bakûr û Tirkiye, bi hemû xwesertî û dewlemendiya nasnameyên etnîk û dînî re rêxistinkirin û di eniya berxwedaniyekê antî faşîst de yekbûn.

4-Hemû ciwanên welatparêz bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kirin, zanebûn dayîna qezenc kirin, bi kûrkirina pîvan û rêgezên jiyana azad ve anîna rewşa ferdê ku li beramberî gelê xwe birêxistin û berpirsiyar e.

5-Jinên ciwan wekî hêza pêşeng ya YCWK’ê dîtin, li ser vê bingehê wekî erkê bingehîn li dijî êrişên şerê taybet yên rejîma faşîst ji bo rêxistinkirina jinên ciwan seferberbûyîn.

6-Hemû dibistanên amadeyî û zanîngehê wekî navendên têkoşîna antî faşîst girtina dest, bi ruhê ciwanên şoreşger yên 68’an ciwanên xwendekar seferberî têkoşînê kirin.

7-Êrîşên qirkirina çandî a ku bi rêbazên rêze fîlman, festîvalan, stranan, bi faliyetên werzîşî bi destê navendên şerê taybet tên rêxistinkirin teşhîr kirin, boykot kirin û li beramber wê têkoşînekê domdar a ku di ciwanan de zanebûn bide avakirin û hişmendiya çanda resen pêş bixîne meşandin.

8-Pêşxistina têkoşîneke şoreşgerî ya ku êrîşên fuhuş, madeyên hişbir û sîxûrkirinê yên rejîma faşîst vala derxîne û pêngavên şoreşgerî ku ciwanên me ji nava çirava faşîzmê rizgar bike pêşxistin.

9-Di her taxê, dibistanên amadeyî, zanîngeh, gund û bajarên ku zilma faşîzmê lê heye de avakirina rêxistinên dendik yên YCWK’ê.

10-Li dijî rejîma qirker ya faşîst her cure rêbaza têkoşînê ya rewa esas girtin û xeta berxwedaniyekê bênavber domandin.

11-Li hemberî her cure êrîşên ku li dijî gelê me û nirxên me yên têkoşînê were pêşxistin bi ruhê tolhildana şoreşgerî bersiv dayîn û ketina nava seferberiya çalakiyên bênavber.

12-Bi felsefeya ‘’hêza herî mezin gelê rêxistinkiriye’’re di têkoşîna rûxandina faşîzmê de pêşxistina serhildanên gel û bûyîna pêşengê pratîkî yên serhildanê.

13-Sîxur û hevkarên rejîma faşîst weke dijminên gel dîtin û li her qada jiyanê hesap ji wan pirsîn…

‘Em şopdarên kevneşopî û mîrata têkoşîna şoreşgerî ya Alî Çîçekan in’

Weke encam em di ferqê de ne ku em di qonaxa têkoşînekê dîrokî re derbas dibin. Li dijî êrîşên îmhayê yên rejîma faşîst em di zanebûna girîngiya meşandina vî şerê hebûn û tunebûnê de ne. Em şopdarên kevneşopî û mîrata têkoşîna şoreşgerî ya Alî Çîçekan in. Dem dema bi ruhê Alî Çîçekan xwe tevger kirinê ye. Ger zilma faşîzmê hebe, enerjiyek bêdawî, dînamîzmek bêsînor, baweriyek bêhempa, berxwedaniyek bêaman û şoreşgertiyek bêmînak a me a ciwanên welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê heye.

Em ji dewleta tirk a faşîst, qirker û dagirker re dibêjin; hovîtî û barbartiya we ewqasî mezine ku tu carî nayê jibîr kirin, lê hûn ê jî mezinahiya berxwedana YCWK’ê ya ku tu carî ji bîra we dê neçe bi serê çavê xwe bibînin. Me ji mîrateya xwe ya têkoşînê vê fêm kir; ji sibê re tê hiştin lê ji kesekî re nayê hiştin… Wekî YCWK bi vê zanebûn û ruhê têkoşînê em ê serdestiya we ya faşîst bi serê we de birûxînin û heta ku jiyaneke azad û bi rûmet bi Rêber Apo re were jiyîn hûnê bibînin ku em ê ne sekinin, xilas nebin û kêm nebin. Hûnê di bin lêhiya berxwedaniya deryaya ciwanên Kurdistanê ya her ku diçe zêde dibe de bi fetisin û bidawî bibin.

‘Pêwîste ciwan di bin sîwana YCWK’ê de werin cem hev’

Li ser vê bingehê em bangawazî dikin ku hemû ciwanên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibin sîwana YCWK’ê de werin gel hevdu, rêxistin bibin, wekî coşek ya lêhiyê di nava têkoşînê de cih bigrin û di qonaxa rûxandina faşîzmê de bibin  berxwedanvanek ciwan a doza rûmet û azadiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar