Erdnîgariya ku komploya navdewletî lê pêkhat Sûriye bû. Kesên ku ew komplo kordîne dikirin jî dîsa Ingilîstan, DYA û Israîl bû. Di armanca wê de Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd û rêberê wê Serok Apo bû.
Hedefgirtina serok Apo û erdnîgariya Sûriyeyê ji bo pêşxistina komployê jî ne tasaduf û torfelaqî bû. Bi baldarî hatibû diyarkirin.
Armanca sereke ya komploya navdewletî di çarçoveya ‘projeya Rojhilata Navîn a Mezin’ de ‘sererastkirinên nû’ bû. Ji ber ku wan dewletan Tevgera Azadiya Kurdistanê û rêberê wê wekî astengiya li pêşiya avakirina vê projeyê didîtin. Lewre jî Amerîka û Israîlê xwestin ku Serok Apo tesfiye bikin da ku astengiya li pêşiya pêkanîna vê projeyê ji holê rakin. Lewre jî wan erdnîgariya Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriye wergerandin qada şer û pevçûnan. Bi hewldana tesfiyekirina tevgerê wan dixwest ku li vê erdnîgariyê rola yek ji aktorên sereke bidin dewleta tirk.
Gelo Tirkiye jî çiqasî di ferqa planeke wiha debû? Ew yek nayê zanîn lê tevî rastiyeke wiha jî , bi wê rola ku jê re hatiye danîn razî bûye û ketiye nava vê planê.
Ev yek ji alî fermandarê hêzên bejayî yê wê demê Atilla Ateş jî di axaftina wî ya li ser sînorê Sûriyeyê de aşkere xuya kir. Di wan rojan de Atilla Ateş bi rengekî zelal gefên şer li Sûriyeyê xwaribûn.
Serok Apo jî ji wan lîstokan fêm kir û xwest ku wê lîstikê têk bibe, lewre jî ji Sûriyeyê derket.
Lê komplogeran dest ji armanc û hedefa xwe bernedan û ji bo berdewamiya armanca xwe plana xwe ya duyemîn xistin dewrê.
Wan tevgera azadiya gelê kurd û rêberê wê kirin armanca xwe ji bo ku Tirkiye di şerê pêşeroja plana xwe ya Rojhilata Navîn de bikar bînin û rola ku jê re hatiye amadekirin pê bidin kirin. Lê wan dest ji vê armanca xwe berneda û derbasbûna serok Apo a Yunanistanê asteng kirin û heman astengî ji bo Rûsya, Îtalya û welatên din jî kirin heta ku di encamê de serok Apo li Neyrobiyê dîl hate girtin û radestî dewleta tirk kirin. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît jî daxuyaniyeke wiha dabû û gotibû ku ew nizane çima Rêber Apo teslîmî wan hatiye kirin.
Komlogeran vê carê dixwestin ku bi vî rengî bigihên armanca xwe û dixwestin ku dewleta tirk serok Apo bi rengekî fîzîkî ji holê rake û di encamê de şerekî ku bi sedê salan berdewam bike di navbera kurd û tirkan de berdewam bike. Lê ew plan jî vala hate derxistin û kesê ku ew plan fêm kiribû û asteng kiribû dîsa serok Apo bû. Rêber Apo bi vê pêşbîniya xwe rê li ber wê plana şerê kurd û tirk ê demdirêj girt.
Di demekê de ku ev yek wekî têkçûnekê bû ji hêzên komploger re, ew di heman demê de bû destpêkirina pêvajoyeke din û nû ji bo tevgera gelê kurd û rêberê wê.
Bi vî rengî tevgera azadîxwaz a gelê kurd li bakurê Kurdistanê hin gavên berbiçav di warê leşkerî, siyasî, civakî û rêxistinî de bi dest xistin û bi rêya şoreşa Rojava ew destkeftî bi rengekî eşkere raxistin ber çavan.
Tevî her tiştî hêzên komploger dest ji armanca xwe bernedan û di her firsendê de dîsa hewldanê bidestxistina wan armancên xwe bi rê û rêbazên cuda derdixin pêş.
Pêşî li Lîbyayê û paşê li Misir û Sûriyeyê destwerdan kirin û dehfandina çeteyên DAIŞ’ê bo van deveran wekî aktoreke din a pêkanîna armanca xwe bikar anîn. Dewleta tirk jî pêşî bi riya çeteyên taşeronên xwe rola xwe lîst û paşê jî êdî bi xwe kete nava vê planê û bi vê yekê êdî bi rengekî fermî bûye aliyekî vî şerî.
Bi vê yekê jî em vegeriyane pêvajoya destpêkê ya wê plana komplogeran. Dewleta tirk di erdnîgariya Sûriyeyê de bûye terefeke şer.
Tiştê ku îro li Sûriyeyê tê jiyîn ev rastî ye. Em vegeriyane armanca destpêkê a komlogeran a peydakirina şer û pevçûnan di vê erdnîgariyê de û daxwaza komplogeran jî ev bû. Lê bi guhertina demê re jî şert û merc jî hatine guhertin.
Di nava hevsengiya hêzên cih girtî de nakokî pêş dikevin. Di armanca komployê de serok Apo û rêxistina wî Tevgera Azadiyê hene. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hinek pêngavan hewldanên komlogeran vala derxistin û projeya Serok Apo Modernîeteya Demokratîk wekî vebjêrkeke herî girîng pêşkeşî civakên Rojhilata Navîn û hemû civakên cihanê kirin. Niha Modernîteya Demokratîk bûya hêviya civakan.
Ev geşadanên dawîn der barê naveroka komployê de daneyên gelek girîng didin dest me. Lê niha komplogerên navneteweyî bi qasê destpêka komployê ne hêzdarin. Êdî nekarin hêzên dijberên xwe tine bihesibînin û jinedîtîve werin. Neçarin hebûna wan li ber çav bigrin.
Îro tiştê ku li Rojava û bakurê Sûriyeyê jî dibe vê rastiyê bi awayeke zelal radixe ber çavan. Ji bo Kordînatorên komployê jî êdî hebûna kurdan a li wir nema dikare were inkarkirin.
Dema ku hêzên navdewletî ev komplo xistin dewrê rola ku dabûn dewleta tirk jî êdî ketibû rewşeke aloz. Rûsyayê jî ji nû ve kete dewrê û di Rojhilata Navîn a ‘sererastkirî’ de cih û para xwe bigire û deriyê ava germ a deriya Spî ji bo xwe veke.
Dema destpêkirina komployê û niha naşibin hev. Niha li pêşiya hêzên komploger û gihandina armancên wan de gelek kelem û astingiyên nû hene.
Em dikarin bibêjin ku di salvegera komploya 9’ê cotmehê de hêzên komloger bi têkçûneke mezin saleke din pêşwazî dikin. Yêm bi serketin Serok Apo û civaka kurd in. Yê serketî Tevgera Azadî û Demokrasiyê ye.