Di nava vê hefteyê de gelek pêşveçûnên girîng pêk hatin. Di 24’ê hezîranê de Sekreterê Konseya Ewlekariya Rûsya Nîkolay Patruşev, Şewirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton û Şewirmendê Ewlekariya Netewî yê Îsraîlê Meîr Ben-Shabbat li Qudîsê li hev civiyan. Bêguman mijara sereke ya vê hevdîtinê her çiqas wek pevçûnên li Sûriyeyê û Îran hatibe dest nîşankirin jî, di vê civînê gelek mijarên bingehîn hatine nîqaşkirin. Yek ji van mijaran jî helwesta Tirkiyeyê ya di derbarê çeteyên li herêma Idlibê de hatine bicihkirin û fûzeyên S-400 in.
Amerîka her roja diçe xwe li herêmê bi cih dike. Ji bo di dema pêş de li herêmê tu hêz ji wî re pirsgirêkan dernexe ji niha ve di nav liv û tevgerê de ye. Hêzên ku ji niha ve ji bo xwe asteng dibîne dixwaze wan ji holê rake. Di rastiya Amerîkayê de hevdîtinên ku di roja me ya îroyîn de bi navê aştiyê pêk tîne piştî bîst salan ji bo wê dibe peymanên şer. Lewma Amerîka bi vê polîtîkaya xwe ji niha ve di serî de Sûriye li herêma Rojhilata Navîn dixwaze ji xwe re meydanekê ava bike. Bêguman her çiqas Amerîka di meşandina vê polîtîkayê de bi hin hêzên Rojhilata Navîn re di nav tekîliyê de be jî li gor min ev dostaniya ku ji van hevalbendê xwe re dide nîşandan taktîkî nin. Di hevdîtina ku li Qudisê pêk hat de nêrîna Amerîkayê ya bingehîn derdixe holê û di vê stratejiya ku dide meşandin de hevalbendên wê kîne jî radixe ber çavan.
Ji destpêka şere Sûriyeyê de derdê Rûsyayê ew bû ku xwe li herêmê bi cih bike û bi vê ve di siyaseta Rojhilata Navîn de bibe xwedî gotin. Di nava van salên me li pêy xwe hişt de Rûsya di halê heyî de gihaştiya armanca xwe. Her wiha êdî li herêmê bêyî Rûsyayê plan jî nayên çêkirin. Lewma Amerîka û Îsraîl tekîliyên xwe bi Rûsyayê re germ digirin.
Amerîka ev demek dirêj e gefan li Îranê dixwe û bi ambargoyên giran dixwaze li herêmê wê bêbandor bike. Tekîliyên Rûsya û Îranê jî, ji destpêkê ve germ in û ev di şerê Sûriyeyê de jî hat dîtin ku her du dewlet bi hev re di nav tifaqê de ne. Di halê heyî de Rûsya niha naxwaze Îran ji Sûriyeyê derkeve. Bi saya Îranê Rûsya li herêmê polîtîkayên Amerîkayê di dengeyêkê de digire. Amerîka jî di ferqa vê de ye. Lewma ji bo Îran ji heremê derxe di serî de dixwaze Rûsya îkna bike û bi alîkariya Rûsyayê li herêmê Îranê bêbandor bike. Lê di halê heyî de niha mirov dikare bêje pratîkirina vê pir zehmet e û wê di demek nêz de jî ev pêk neyê.
Bêguman mijarek din a van her du welatên mezin tîne beramberî hev mijara israra Tirkiyeyê ya di fûzeyên S-400 de ye. Di vê mijarê de ne tenê Amerîka hemû welatên NATO’yê ji Tirkiyeyê pir nerehetin û ji bo Tirkiye di vê mijarê de gav paş ve biavêjê daxuyaniyên pir hişk hatin dayîn. Di vê mijarê de nûnerê Amerîkayê yê NATO’yê Kay Bailey Hutchison dabû diyaririn ku israra Tirkiyeyê ya di fûzeyê S-400’an de tê wateya windakirina balafirên F-35’an. Lê Erdogan hîn di ya xwe de israr dike. Em dikarin bêjin ku vê israra Erdogan Rûsyayê jî şaşwaz kiriye. Ji ber ku nirxandinên ku li Rûsyayê pêş dikevin, dide diyarkirin ku ne li bendê bûn ku Erdogan di vê astê de bi Rûsyayê ve bê girêdan. Lê em ji bîr nekin ku ev nirxandin ne yê dewletê ne, kî dizane dibe ku aqlê dewletê cûda difikire.
Wisa tê diyarkirin ku wê qedera Tirkiye û ya S-400’an di civîna G20’an a ku li Japonyayê hat li darxisitn de bê diyarkirin. Di vê civînê de dê Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn û bi Serokê Amerîkayê Donald Trunp re rûnê. Piştî vê hevdîtinê wê qedera Tirkiye û fûzeyên S-400’an bê diyarkirin.
Lê di civîna Îsraîlê de di navbera Bolton û Perûşev jî ev mijar hatiye nîqaşkirin. Wisa diyar e ku nûnerê her du welatan jî ji bo serokê xwe ji civînê destvala neziviriye. Êdî ji bo Tirkiyeyê ew çi difikirin û ji niha û şûn ve ji bo Tirkiyeyê di vê mijarê de serê wan neêşîne çi plan pêşxistine wê di dema pêş de diyar bibe. Lê, ya girîng û bi wate ew e ku tu tişt, ji bo dozên bi guman şerên bêhêvî mafdar nade nîşandan.
Ger di vê mijarê de helwesta Tirkiyeyê diyar bibe û şûn ve, wê êdî ev her du hêzên mezin êdî nehêlin ku di herêma Idlibê de Tirkiyê li gor xwe gavan biavêje. Ger heya niha dengê xwe ji Tirkiyeyê ew bilind nekirine yekem sedemê vê jî ew e ku ji bo Tirkiye li herêmê li gor berjewendiyên wan tevbigere bû. Lê Tirkiyek xwe nêzî Amerîka kiriye wê kêrî Rûsyayê neyê. Yan jî Tirkiyek xwe nêzî Rûsyayê kiriye wê kêrî Amerîkayê neyê. Di her du rewşan de jî yê winda dike û dide windakirin siyaseta Erdogan û Tirkiyeya ku mehkumî siyaseta Erdogan bûye.