Hefteya din me qala çalakî û berxwedana Malbata Şenyaşar kiribû. Me gotibû berxwedan serkeftinê tîne. Mirovên ku bawer bikin, bi biryar û hevî bin, digihêjin armanca xwe. Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 209’an de berdewam dike. Xwedîderketina berxwedana Malbata Şenyaşar jî her ku diçe mezin dibe. Ji Stenbol, Îzmîr, Enqere, Wan û gelek bajarên din nûner û rêxistinên civakî tên serdana Malbata Şenyaşar û piştgiriyê didin wê. Hefteya borî 200 parêzeran daxuyanî dan û diyar kirin ku dê li doza wê xwedî derkevin. Berxwedana Nobeta Edaletê bi malbatekê dest pê kir û niha bi girseyî didome. Malbata Şenyaşar jî diyar dikin ku êdî ev ne doza wan tenê ye. Doza her kesî ye.
Li Tirkiye û Kurdistanê niha bi hezaran malbatên ku mafê wan hatine binpêkirin hene. Bi hezaran girtiyên siyasî hene. Girtiyên siyasî ji ber fikrên xwe hatine girtin û nayên berdan. Bi salan in di girtîgehan de dîl hatine girtin. Ji hemû mafê xwe yên mirovan dûr in. Ji mafê azadiyê dûr in. Bi sedan girtiyên ku cezayê wan qediya ye û nayên berdan jî hene. Dîsa li Kurdistanê bi hezaran mirov ji aliyê esker, polîs, cerdevan, tîmên taybet û hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Lê kujerên wan serbest digerin. Hêj kujerên wan nehatine darizandin û nehatine cezakirin.
Kurdistaniyên ku zarokên wan û xizmên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin, heta dawiyê mafê wan heye ku li pêş saziyên edaletê doza edaletê bikin. Mafê wan heye ku heta dawî li edaletê bigerin. Mafê wan heye ku li pêş sazî, rêxistin, partî û her derê daxuyaniyê bidin û doza mafê xwe bikin. Mafê wan heye ku biçin pêş meclisê kom bibin û doza edaletê li parlamentoyê bikin.
Eger her malbat mafê xwe nas bikin û li mafê xwe xwedî derkevin dawiya dawî dê mafê xwe bi dest bixin. Ji ber ku maf nayê dayîn, maf tê stendin. Hêzên serdest tu carî mafê hêza bindest nadin wan. Her tim mafê bindestan binpê dikin û mafê wan ji wan distînin. Hêzên bindest jî divê ne li bendê bin ku hêza serdest mafê wan bidin wan. Divê doza mafê xwe bikin û ji bo mafê xwe yê rewa heta dawî li ber xwe bidin û têbikoşin.
Pêwist e her malbat mafê xwe zanibe û doza mafê xwe bike. Eger malbatên doza mafê xwe zanibe û doza mafên xwe neke, zû bi zû nikarin mafê xwe bi dest bixin. Eger doza mafê xwe bikin jî divê bi israr û biryar heta dawî doza mafê xwe bikin. Di şert û mercên Tirkiyeyê de stendina mafan gelek zor û zehmet bûye. Ji ber ku li Tirkiyeyê edalet û hiqûq tune ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê edalet û hiqûq bi destê îktîdarê tê binpêkirin. Ji ber vê yekê pêdivî bi têkoşîn û berxwedana hevpar heye.
Her malbat xwedî maf e ku li her derê doza edaletê bikin. Malbatên ku mafê wan ê edaletê hatiye binpêkirin û mafê azadiyê ji destê wan hatibe girtin, heta dawî xwedî maf in ku serî li hemû sazî û dezgehên eleqeder bidin. Dikarin serî li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan bidin. Dikarin serî li hemû partiyên siyasî bidin. Dikarin ji wan bixwazin ku ji bo edalet pêk bê têkevin nava hewldanan. Divê berî her tiştî hevî û baweriya wan hebe ku bi berxwedanê dikarin mafê xwe bi dest bixin.
Li her bajarekî Kurdistanê bi sedan malbatên ku mafê wan hatiye binpêkirin hene. Gelek malbat hev nas dikin. Doza wan û armanca wan yek e. Ew malbatên ku li navçeyekê, li bajarekî hev nas dikin û mafê wan ê edalet û hiqûqê hatibe binpêkirin dikarin bi hevre li edalet û mafê mirovan bigerin. Dikarin bi hevre sazî û rêxistinên mafên mirovan ziyaret bikin. Dikarin bi hevre li pêş saziyên edaletê doza mafê xwe yê edaletê bikin. Ku li her bajarekî malbatek bibe înîsiyatîf û malbatên din tev li çalakiya xwe ango tev li berxwedana xwe bike, wê teqez dengê wan bê bihîstin û doza wan bigihêje armanca xwe. Gotinek pêşiyan heye, dibêje ‘Dilop bi dilop dibe gol’. Yek bi yek dibe hezar. Hezar bi hezar dibe milyon. Ku em yek dengê xwe bilind bikin û cîranê xwe hişyar bikin ev deng dê bibe hezar û bibe milyon. Hêza milyonan dikare edaletê bîne. Hêza milyonan dikare demokrasiye û mafên mirovan pêş bixe. Yek bibe hezar û hezar bibe milyon dikare hemû mafê xwe bi dest bixe. Dikare pergala cîhanê biguherîne. Bes divê bawer bike, bi biryar be û bi israr be.