Endamên kampanya’Dijî dagirkerî û kuştina jinan bêdengiyê bişikîne’ aşkera kirin ku kuştina jinan girêdayî dagirkeriyê ye û dema ku şer dibe jin zêdetir dibin
Li Silêmaniyê di 24’ê tîrmehê de kampanya’Dijî dagirkerî û kuştina jinan bêdengiyê bişikîne’ ji aliyê jinên aktîvîst û siyasetmedar ve dijî dagirkerî û kuştina jinan hate destpê kirin. Wê demê armanca kampanyayê wiha hatibû destnîşan kirin: “Em dixwazin ji rewşenbîr, ragihandin, hunermend û welatparêzan û kesên xwedî wijdan, azad û demokrat û bi taybet hemû jinan re dibêjin ku pirsgirêka dagirkeriyê û pirsgirêkên jinan du mijarên girêdayî hev in. Ger dagirkerî nemîne wê dawî li kuştina jinan jî were. Ger jin kuştin û hemû cureyên tundiyê di nava civakê de nemîne, wê îradeya siyasî û serbixwe li Kurdistanê çêbibe û dawî li dagirkeriyê were.”
Endamên kampanyayê têkildarî kampanya xwe axivîn.
Mamosta û endamê kampanyayê Wîjdan Nûredîn aşkera kir ku ji ber guhertinên niha li başûrê Kurdistanê pêk hatiye dagirkeriya li ser xaka Başûr berfireh bûye û wiha got: “Her çiqas dîroka dagirkeriyê kevn e û rojene pêş dikeve, ji ber gelek xelk şehîd dibin û jin jî dibin qurbanî. Her wiha rewşekî derûnî û hestyarî li herêmê çêbûye ku wiha dike Başûr ber bi rewş nearam ve biçe.”
Herî zêde jin dibin qurbanî
Di axaftina xwe de Nûredîn bal kaşand li ser pêngava rizgarkirina Iraqê, piştî pêngavê teşwîqkirina vegerê û avakirinê û wiha domand: “Lê niha berevajî bûye. Hinek gund vala bûn. Lewma ev xaleke ku girîngiyê bidinê û divê bi çalakiyên û gavên demokratîk zextan li ser aliyan û hêzan bikin ku serdana wan herêman bikin û piştgiriya xwe destnîşan bikin.”
Her wiha Nûredîn diyar kir ku kuştina jinan girêdayî dagirkeriyê ye û dema ku şer hebe jin zêdetir dibin qurbanî.
Derveyî êrîşên leşkerî êrîşên çandî jî hene
Endama Tevgera Goran û yek ji endamên kampanyayê Saze Ebdullah li ser heman mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Civaka me ber bi têkelbûna çanda biyanî ve gavan diavêje. Ev yek jî bi rêya dramên biyanî ketiye di nava jiyana me de û hest pê tê kirin. Gelek pirsgirêk bi xwe re aniye. Civaka kurd paşxistiye. Gelek bandorê li ser xelkê kiriye. Lewma pêwîst e vê bandoriyê kêm bikin. Ji ber ku nifşê nû ji şêwaza axaftin û tevgerkirinê de gelek guheriye. Ev hemû sedeman îspat dike ku ji derveyî êrîşên leşkerî, êrîşên çandî jî li ser me hene. Bi taybet dagirker kar li ser dikin. Ger pêşî lê neyê girtin, bi asayî wê civakê bişikînin.”
Armanca sereke pirsgirêka jinan e
Endama kampanyayê Nîştiman Îbrahîm jî li ser armanca kampanyayê axivî û destnîşan kir ku armanca sereke ya vê kampanyayê karkirian li ser pirsgirêka jinan e û wiha got: “Bi taybet ew dosyayên weke xwe mane û kar li ser nehatine kirin. Gelek pirsgirêk bi awayê eşîrtî hatine çareserkirin ku wiha dike ku tewanbar neyên ceza kirin. Her wiha ji aliyeke din ve pirsgirêk bi xwe zilam in. Lê dixin stûyê jinan. Jinan berpirs dibînin. Lewma vê çandê wiha kiriye ku ger jinan nekujin jî, neçar dikin ku xwe bikujin.”
Her wiha Îbrahîm da zanîn ku divê yasa erka xwe pêk bîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di warê yasayî de dixwazin kar bikin ku yasa erka xwe bi cih bîne. Ji destwerdana aliyên siyasî dûr kar bike. Ji ber ku hem dîn û hem jî siyaseta partiyan li ser yasayê serdest e. Her wiha ger dagirkerî û topbarana li ser sînor nemîne, wê jin û zarok nebin qurbanî. Wê pirsgirêkên civakî jî çareser bibin. Ji ber di her êrîşek dijmin dike ziyanê digihîne jinan.” SILÊMANÎ