Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Yek jê tirk 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

YPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wan di encama operasyonên ewlehiyê de 6 çeteyên DAIŞ’ê yên ku welatiyên Amerîkaya Latîn, Rûsya, Tirkiye, Fas û Swêdê girtine

Navenda Ragihandin a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku hêzên wan 6 çeteyên biyanî yên DAIŞ’ê ku hemwelatiyên dewletên Rûsya, Amerîkaya Latîn, Tirkiye, Fas û Swêdê ne, girtine.

Di daxuyaniya YPG’ê de hat destnîşankirin ku di Pêngava Bagera Cizîrê ku bi pêşengiya hêzên wan didome de, li gel pevçûnên dijwar jî operasyonên ewlehiyê tên meşandin. YPG’ê diyar kir ku di encama operasyonên hêzên wan de 6 çeteyên ku hemwelatiyên Rûsya, Amerîkaya Latîn, Almanya, Tirkiye, Kanada û Swêdê ne û demeke dirêj e di nava DAIŞ’ê de ne, hatine girtin.

Nasnameyên çeteyan

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên çeteyên hatine girtin wiha ne: “Dmîtry Sîmonov (Abu Isa Al Rûsî) ji Rûsyayê, Mahmoud Se’id Ateb (Abu Mushab Al Almanî) ji Almanyayê, Nîcholas Joseph Lee (Abu Yousuf Al Amerîkî) ê ji Amerîkaya Başûr, Emrah Rifat Ozanoglu (Abu Fatima Al Turkî) ji Tirkiyeyê, Abrar Mohammad (Abu Zubaîr Al Swêdî) ji Swêdê û welatiyê ji Fasê Hisham Al Arabî (Abu Maryam Al Maghrîbî).”

Dê raya giştî agahdar bikin

Di demeke ku Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ber bi dawiyê ve diçe de, şervan bi operasyonên ewlehiyê, şaneyên veşarî yên ku çeteyan li pey xwe hiştin derb dikin. YPG’ê da zanîn ku dê der barê çeteyên DAIŞ’ê yên ku tên girtin de raya giştî agahdar bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar