Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Yek ji armanca operasyona Biradostê ‘Birakujî’ ye

Operasyonên artêşa tirk bi erêkirina DYA, bi bêdengiya rejîma Iraq û Îranê û bi piştgiriya PDK’ê li hemberî herêma Biradostê daye destpêkirin didomin. Şerê berjewendiyê yên serdestan ku li herêmê dimeşînin, peşmerge û HPG’ê dixe nava şerê ‘Birakujîye’

Rojnameger Erdogan Altan çavdêrî û armanca operasyonên artêşa tirk a ku bi hevkariya pêşmergeyên PDK’ê li herêma Biradostê daye destpêkirin, nivîsî.

Çavdêriya Altan a têkildarî operasyona li Biradostê wiha ne;

Operasyona artêşa tirk a li dijî Herêma Biradostê ya Herêma Kurdistanê ya Federal ku dikeve sêgoşeya navbera Iraq, Îran û Tirkiyeyê, ji 27’ê gulanê ve berdewam dike. Operasyonên TSK’ê bi erêkirina DYA, bi bêdengiya rejîma Iraq û Îranê û bi piştgiriya PDK’ê li dijî Bradostê didomin. Hêzen serdest peşmerge û HPG’ê dixe nava şerê ‘Birakujîye’. Dixwazin HPG’ê li vir tune bikin û herêma tampon ava bikin. Leşkerên ku li herêma Çiyayê Lelikan, Ziraran, Kiwert, Şakiv, Gura Seva û Awdel Guvî bi cih kirin, li vir asê man. Ji ber yekîneyên taybet li vir asê man, bi rojan e herêmê bi helîkopter û balafirên şer bombe dikin. Her çend di navbera Tirkiye û Rûsyayê de krîza fuzeyên S-400 rû bide jî Tirkiye bi erêkirina DYA’yê li diji herêmê operasyon li dar xist. Îran û Iraq li hemberî vê operasyonê bêdeng e. PDK jî pêşmergeyan sewqî herêmê dike û piştgiriyê dide TSK’ê.

Tirkiye dizane ku bêyî pêşmergeyên PDK’ê bide pişta xwe nikare li herêmê pêş bikeve, ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze PDK’ê bide pişta xwe û pêşmerge û HPG’ê bîne hemberî hev. Her çend bêjin ji vê rewşê bêzar in jî sewqîyata pêşmergeyan a herêmê piştgiriya TSK’ê piştrast dike. Li aliyekî gelê herêmê û pêşengên civakê li dijî komploya li hemberî hêzên kurdan di nava hewldanê de ne û li aliyê din bi taybetî PDK û YNK ku du hêzên serdest ên Herêma Kurdistanê ne, piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê Kerkuk winda kirin, niha dixwazin dîsa Kerkukê paşve bistînin. Ji bo Kerkukê paşve bistînin vê carê Herêma Bradostê ji çav derdixin. Ji bo bertekên gelê kurd li hemberî wê zêde nebe, ligel hêzên Tirkiyeyê yên leşkeri niha pêşmergeyan jî sewqî herêmê dike û dixwazin hêzên Tirkiye û pêşmerge bi hevre li herêmê bi cih bibin.

Talûkeya birakujiyê

Li gorî vê li hevkirinê beriya Cejna Remezanê hat îdîakirin ku rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê û hin endamên MÎT’ê bi hevre li herêma Helgurt û Dola Akoyan cilên peşmerge li xwe kirine û bi hevre keşif kirine. Li gorî agahiyên herêmê pişti vê keşîfê TSK û 200 endamên taybet ên pêşmergeyan li herêma Xakûrkê li dijî HPG’ê operasyon li dar xistin.

Hat diyarkirin ku hin pêşmergeyên sewqî herêmê bûn ji vê rewşê bêzar in û hat gotin ku bi destê DYA, Tirkiye, Îran û Iraqê dixwazin ‘Birakujiyek nû’ pêş bixin.

Her wiha tê gotin ku dixwazin rê li pêş tevgera PKK’ê bigirin û Tirkiye û DYA’yê li herêmê hêza tampon ava bike.

Karê artêşa tirk zor e

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin HPG’e li vir hesabê Tirkiye û hêzên din xera kirine. HPG li vir şerekî dijwar dimeşîne û bersivê dide operasyonan. Li derveyî Bradostê êrîşa li dijî leşkerên li Zaxoyê di vê çarçovê de ye. TSK’ê par li Xakûrkê operasyon li dar xistibû lê di nava 3 girên li Lelikan  de asê mabûn. Piştî operasyona 27’ê gulanê, li gel yekîneyên taybet ên TSK’ê sewq kirin jî tenê li herêma Kanîreş, Xelifan û Sîranê asê maye û nikare pêşve biçe. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar