Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Ji ber tecrîda li Îmraliyê didome, girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Çalakiya girtiyan di roja 49’an de bi koma 10’emîn re didome.
Di dîroka cîhanê de gelek caran çalakiya greva birçîbûnê wekî “bêîteatiya sivîl” pêş ket. Kesên ku neheqî li wan an jî der û dora wan tê kirin, bi armanca vê yekê şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê dikin û doza mafê xwe dikin. Di sala 1991’an de di Danezana Malta de Greva Birçîbûnê ji bo kesên di çalakiyê de wekî “Kesên aqilê wan li serê wan, bi vîna xwe biryar dane û ji ber vê yekê di nava demek diyar de xwarinê red dikin.” Li gorî danezanê çalakiya greva birçîbûnê û întîhar ji hev cuda ne. Bêtir çalakiyek şermezarkirinê ye û di aliyê tibbî de ne pirsgirêk e. Çalakiyek civakî-polîtîk e. Di çalakiyên greva birçîbûnê de xwarin tê boykotkirin. Çalakiya bêdem û bêdorveger û çalakiya bi dorveger heye.
Armanc çi ye?
Çalakiyên greva birçîbûnê hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê bi armanca mafê xwe yê zagonî, hiqûqî û mirovî bi dest bixe dest pê dikin. Bi taybeti kesên azadiya wan ji destê wan tên girtin dest bi vê çalakiyê dikin. Dîsa kesên ku ji xeynî bedena wan tu amûrê têkoşînê û rêyên têkoşînê di destê wan de namîne serî li vê rêbazê didin. Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) jî diyar dike ku armanca çalakiya greva birçîbûnê ne mirin e lê dibe carna bi mirinê jî bi encam dibe.
Li cîhanê çalakiyên greva birçîbûnê
Di dîroka cîhanê de yekem car çalakiya greva birçibûnê di serdema Împaratoriya Roma de pêk hat. Ji ber li kesên xirîstiyan zext hatin kirin, li Hindistanê kesên mexdûr bûn serî li vê rêbazê dan. Dîsa di salên 1930’an de li Hindistanê Mahatma Ghandî yê di bin dagirkeriya Împaratoriya Îngîlistanê de bû, dest bi çalakiya “ahimsa” a li gorî felsefeya bêîteatê kir. Di dîroka tekoşîna polîtîk de herî zêde îrlandayî derdikevin pêş. Di dîrokê de yekem car bi awayekî girseyî di sala 1880’an de pêş ket. Çalakiya herî girseyî di sala 2013’an de li Eyaleta California ya DYA’yê li girtîgehan bi tevlêbûna 30 hezar girtiyan pêk hat. Dîsa herî demdirêj li Hindistanê pêş ket.
Li Tirkiyeyê jî yekem car di 27’ê Gulana 1960’an de piştî darbeya leşkerî Nazim Hîkmet bi 2 rojan dorveger beriya ku Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan bên darvekirin, di 1972’an de dest bi çalakiya grevê kir. Herî zêde piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’an li Zindana Amedê bi rojiya mirinê ket rojeva Tirkiyeyê. Girtiyên siyasî yên li dijî şertên xerab û îşkenceyê li Zindana Amedê di sala 1982’an de ketin grevê ji bo daxwazên wan pêk bê ketin rojiya mirinê. Ji wê demê heta 1996’an dem bi dem li zindana Amedê çalakiyên greva birçîbûnê berdewam kir. Di çalakiyên greva birçîbûnê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li dijî tecrîd û îzolasyonê greva birçîbûnê
Li Tirkiye çalakiya herî zêde belav bû, di navbera 2000-2007’an de ku bû sedema mirina 68 kesan. Girtiyên siyasî li dijî Tîpa F dest bi çalakiyê kirin û dîsa çalakiya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê di 12’ê Îlona 2012’an û 2016’an de jî li Tirkiyeyê belav bû. Girtiyên siyasî li dijî tercîdkirina Ocalan di 12’ê Îlona 2012’an de dest bi greva birçîbûnê kir û grev 68 rojan berdewam kir. Di 2016’an de 8 rojan û di 2018’an de jî bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 200 rojan berdewam kir. Di 2019’an de jî 30 girtî bi heman armancê ketin rojiya mirinê.
Di 2017’an de li Dêrsîmê Kemal Gun ji bo hestiyê kurê xwe bistîne ket grevê. Dîsa Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen ên bi KHK’ê hatin îxrackirin ji bo mafê xwe bistînin ketin grevê. Di sala 2020’an de endamên Grup Yorum Helîn Bolek ket rojiya mirinê û piştî 288 rojan jiyana xwe ji dest da. Îbrahim Gokçek jî piştî 323 rojan jiyana xwe ji dest da. Mustafa Kocak û parêzer Ebru Timtik jî ji bo darizandina bi edalet ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) a 5’ê Gulana 2019’an jî di 20 salên dawî de girtî bêtir li dijî tecrîd û izolasyonê ketin grevê.
Grev 49 roj in didome
Serokê ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun, têkildarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan ku 49 roj in didome nirxandin kir. Zeytun anî ziman ku erka dewletê ya sereke û bingehîn ew e ku sedemên girtî li dijî wê têkevin grevê pêş nexe ye û wiha got: “Divê rayedar li gorî zagon, hiquq û mafên mirovan mafê wan bidin wan. Bêyî ku li nasname û cezayê wan binêre divê her kesî wekî hev bigire. Divê li ser esasê mafê nêzî wan bibe. Ji bo hemû mirovan maf û azadî divê li gorî pîvanên gerdûnî bê destgirtin.”
Sedema ketina grevê
Her wiha Zeytun bal kişand ser peymanên navneteweyî ku Tirkiye jî îmze kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtî ji bo raman û daxwazên xwe bînin ziman ketine grev birçîbûnê. Dema mirov li sedema çalakiyê dinêre, dibîne ku dixwazin girtiyên li Îmraliyê dimînin bi malbat û parêzeran re mafê hevdîtinê bi dest bixin. Dîsa mafê ragihandin û mafê zagonî bi dest bixin. Mafê wan ê zagonî bê mîsogerkirin. Li gorî dewleta demokrasî û hiqûqê divê hurmetê nîşanî ijyana mirovan bidin. Dîsa divê jiyana mirovan biparêzin. Dadgeha Destûra bingehîn der barê mafê ragihandin û agahstendinê ya Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne de berfirehî vegotiye. Erka dewletê ya sereke ew e ku hurmetê nîşanî mafên mirovan û serdestiya hiqûqê bide.” AMED