Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana Malbata Şenyaşar kir û di encama êrîşê de Celal, Adil, Ferît, Fadil û Mehmet Şenyaşar birîndar bûn. Piştî re ew rakirin nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê. Êrîşê nexweşxaneyê jî hat kirin û di encamê de bav Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar hatin kuştin. Birayên din jî bi giranî birîndar bûn.
Bi dîmenên kamerayê jî hatibû belgekirin ku Îbrahîm Yildiz di dikanê de êrîşî malbata Şenyaşar kiriye û gulê berdaye Celal û Adil Şenyaşar. Yildiz ku 5 sal in derbara wî de biryara girtine hebû lê nedihat dîtin di 16’ê adarê de li nexweşxaneyeke taybet a Mêrsîne (Navenda Tipê ya Metropol) bi nasnameya xwe ameliyat bûye û di emeliyatê de jiyana xwe ji dest daye.
Dosyaya malbata Şenyaşar beriya niha weke kargeh û nexweşxaneyê kiribûn du dosya û dosyaya gumanbarê fîrarî Îbrahîm Yildiz jî ji dosyaya kargehê hatibû veqetandin. Hate hînbûn ku di dema biryara girtina Yildiz hebû de Yildiz beriya 3 salan bi xwişka wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz re zewiciye û zarokekî wî heye.