Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Yek ji rêbazên îşkenceyê ya li girtîgeha Wanê: Cîhaza X-ray

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê bi nameyekê destnîşan kirin ku rêveberiya girtîgehê hinek rojnameyan nadin wan, qada hewadariyê bi têlan girtî ye, ji bo ava germ û sar kota anî ye û dema di cîhazê X-rayê re tên derbas kirin jî ji wan tê xwestin ku xwe tazî bikin û eşofmanên ku wan diyar kirin li xwe bikin

Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybet jî bi destpêkirina konsepta şer a hikûmeta AKP-MHP’ê, asta binpêkirinan jî gihişt lûtkeyê. Yek ji van girtîgehên ku zêde binpêkirin tên kirin jî Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ye. Girtiyên li girtîgehê têkildarî binpêkirinên li girtîgehê nameyek ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê re şandin.

Di nameyê de girtiyan destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê hin qadên hewadariyê bi têlan hatine girtin û ev sepane nêzî salek berê hatiye destpêkirin û hê jî didome. Girtiyan diyar kir ku hinek rojnameyan qet nadin wan û yek ji van rojnameyan jÎ Yenî Yaşam e.

Ava qirêj û jengarî didin girtiyan

Bi domdarî jî girtiyan daxuyand ku ji bo ava germ û ava sar kotayek ji girtiyan re hatiye diyarkirin û ava germ jî qirêjî û jengarî ye. Girtiyan da zanîn ku di çûn û hatine dadgeh û nexweşxaneyan de wan di amûra X-rayê re derbas dikin û ev agahî dan: “Beriya ku me di vê amûrê re derbas bikin, dibêjin; ‘Divê hûn xwe tazî bikin û eşofmanên me diyar kirine li xwe bikin.’”

Nameya girtiyan bi van agahiyan bi dawî dibe: “Em 25 kîlometreyan dûrî navenda bajêr in. Lê belê tenê radyoyên ku qenala TRT’ê dikişîne didin me. Daxwazên me yên ji bo radyoyê jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên redkirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar