Mehmet Şahîn |
Weke hemû civakan di dîroka civaka kurd de jî rojên şadî û bextewariyê û rojên bi êş, bi jan û dilsoj hene. Ji ber ku Kurdistan bi hezar salan e di bin dagirkeriyê de ye û civaka kurd bindest bûye. Mixabin rojên bi êş û dilsoj ji rojên şad û bextewar gelek zêdetir in.
Ya herî girîng jî, dewletên dagirkerên ku ev rojên dilsoj û bi jan bi civaka kurd dane jiyîn destûr nedane civaka kurd ji bîr bike û birînên dilê xwe bikewîne. Ji bo hêz û coşa me ya jiyanê bişikînin, ji bo hêz û morala me ya berxwedanê bişikînin, ji bo hêvî û biryardariya me ya serkeftinê û azadiyê bişikînin her tim ew rojên bi êş û dilsoj anîne bîra me. Bi bîranîna wan rojan her carî xwestine hovîtiya xwe ya pîvan nenas bînin bîra me her carî têkçûyînê wek qeder li ser me bidin ferzkirin û bi me bidin qebûlkirin.
Mînak, di roja salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeh a 2019’an de êrîşên dagirkeriyê yên Serêkanî û Girêspî dan destpêkirin, ji bo roja salvegera dîl girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de careke din ‘mizigînî’ bidin gelê xwe di 10’ê sibatê 2021’an de operasyona Garê dan destpêkirin, ji bo aqûbeta qirkirin û tunekirina civaka ermeniyan bînin bîra civaka kurd di şeva 24’ê Nîsana 2021’an de operasyona dagirkirina başûrê Kurdistanê dan destpêkirin. Bi dehan mînakên wisa hene. Bi kurtahî dema ku dewletên dagirker, (bi taybet jî dewleta tirk) li dijî civaka kurd hamleyek bidin dest pêkirin bizanibûn roja ku bi êş û jana xwe ya giran di dilê civaka kurd de cih girtiye wî rojê esas digrin.
Yek ji van rojên dilsojan herî girîng jî 29’ê Hezîranê ye.
Di sedsala dawiya Osmaniyan de, civaka kurd ji destpêka serhildana Mîr Evdrehmanê Babanî yê 1806’an vir ve ji bo bi destxistina xweseriya xwe û parastina hebûna xwe ji sed salî zêdetir bû bi dehan serhildan pêkanîbûn û bi berxwedaneke bêhempa li ber xwe dabû.
M.Kemal li ser soz û bexta nasîna xweseriya civaka kurd piştgiriya kurdan digire û bi saya piştgiriya civaka kurd di sala 1919’an de şerê azadiyê dide destpêkirin û di encama pêkhatina tifaqa kurd û tirk a stratejîka sêyemîn de komara nû tê avakirin. Ev soz û bext di makezagona yekemîn a 1921’an de bi nasîna xweseriya kurd tê bicihanîn û heta 24’ê tîrmeha 1923’yan destnîşekirina Peymana Lozanê dewam dike. Bi destnîşekirina Peymana Lozanê re hebûna dewleta nû di qada navneteweyî de tê qebûlkirin. Bi wê qebûlkirinê re weke her carî dîsa pêvajoya bêbextiya rayedarên tirk jî di şexsê M.Kemal de li dijî civaka kurd dest pê dike.
Piştî Peymana Lozanê di sala 1924’an de makezagoneke nû ya hişmendiya Îtîhat Terakî ya nîjadperest esas digire, li ser hişmendiya yekperestiyê tê nivîsandin. Yek etnîsîte, yek ziman, yek çandî esas digire. Xweseriya ku di makezagona 1921’an de ji bo civaka kurd hatibû dayîn jê tê derxistin û pêvajoya înkar û tunekirina civaka kurd didin destpêkirin. Ew jî tê wateya destpêkirina pêvajoya hemû cureyên qirkirinan.
Serok û rêberên kurdan dibînin ku careke din bêbextiyeke mezin re rûbirû ne, ji bo bersivdayîna polîtikayên wan ên qirker û tuneker, ji bo parastina nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe, bi kurtahî ji bo parsatina hebûna xwe yekane vebijêrk hebû ew jî weke her carî dîsa berxwedan bû.
Ji bo destpêkirina berxwedaneke bi gelenperî û mezin di bin navê Cemiyeta Azadî de, di pêşengiya Yusuf Ziya Beg û Xalit Begê Cibrî de hewldanên avakirina eniya neteweyî destpê dikin. Dûre bi tevlibûna kesayetên weke Şêx Seîd enî dorfireh dibe. Li ser îxaneta Bînbaşi Qasim ê xizmê Xalit Begê Cibrî û Şêx Seîd, Xalit Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg di pêvajoya destpêka xebatan de tên girtin û di demeke kin de tên darvekirin. Pêşengî dimîne ser milê Şêx Seîd.
Dewleta tirk bi saya sîxurê xwe Bînbaşî Qasim roj bi roj ji xebatan agahdar e. Lewre ji bo xebatên avakirina eniya neteweyî bi sernekevin û amadekariyên serhildanê pêk neyên di 8’ê sibata 1925’an de bi provokasyonekê serhildanê beriya wextê xwe dide destpêkirin. Her çiqasî di destpêkê de serkeftinên gelek girîng hatibin bidestxistin jî ji ber bêtifaqî, îxaneta navxweyî, bêamadekarî û tunebûna bîrdoziyeke xurt serhildana Şêx Seîd a ku bi hêviyên gelek mezin destpêkiribû, bi têkçûnê re rûbirû dimîne.
Li ser îxbara Bînbaşi Qasim Kalê Şêx Seîd û hevalên xwe li ser pira Çemê Muradê yê nêzikê navçeya Gimgimê yê Mûşê tên girtin. Piştî darazeke taybet di 29’ê Hezîrana 1925’an de pêşengê kurd Kalê Şêx Seîd û 46 rêhevalên xwe ji hêla dewleta tirk ve li bajarê Amedê li qada Deriyê Çiyê tên darvekirin. Ji bo tirs û xofa xwe ya hovane di dilê kurdan de bi cih bikin û kurd careke din cesaret nekin rabin ser pêyan cenazeyên wan şêx û pêşengan sê rojan bi sêdarê ve dalqandî dihêlin û weke hemû serok û rêberên kurdan di tirbeke nayê zanîn de tên veşartin.
Serhildana Şêx Seîd li dijî siyaseta qirker û tuneker a komara nû bersiva kurdan a yekemîn bû. Têkçûna wê nedihat wateya qebûlkirina jiyaneke bê rûmet. Tirs û xofa ku dewleta tirk dixwest têxe dilê kurdan jî bê wate bû. Piştî wê serhildanê bi dehan serhildanên din pêk hatin. Lê mixabin hemû ji ber heman kêmasiyan bi heman aqûbêta nebixêr re rûbirû man.
Pêvajoya bi dehan serhildanan û bi dehan encamên nebixêr heta Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an dewam kir. Tevgera Azadiya Kurd di pêşengiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo tolhildana hemû encamên serhildanan ên nebixêr derket ser dika dîrokê û bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an dawî li pêvajoya têkçûyîna kurdan anî û pêvajoya têkbirina dagirkeran da destpêkirin.
Serhildana Tevgera Azadiyê nedişibiya serhildanên berê. Serok û Rêber ne axa û şêx bûn û serhildan jî ne heremî bû. Komek ciwanên kurd ên xwendekar û şareza kêmasiyên hemû serhildanan, besî û nebesiyên civaka kurd yek bi yek analîz dikin, dijminê xwe têrî xwe şîrove û teşhîs dikin. Li ser zanyarî û pêşbîniyeke mezin bîrdoziyeke ku bi qasê nan û avê pêdiviya civaka kurd pê heyî ava dikin û hêja dest bi têkoşînê dikin.
Dewleta tirk bi piştgiriya navneteweyî û teknîka NATO’yê, bi hemû kirêtiya cerebeyên xwe yên têkbirina bi dehan serhildanan, bi hemû rê û rêbazên îxaneta dîrokî ya navxweyî nekarî wê komek xwendekarên dil û vîn pola têk bibe. Cara yekemîn bû hemû xewn û xeyalên dewleta tirk ên serkeftinê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Ocalan û komek xwendekaran de têk diçûn. Her ku têkdiçûn rayedarên dewletê dîn û har bûn û koma xwendekaran jî li çar parçeyên Kurdistanê dibûn bi milyonan.
Hema hema hemû serhildanên berê di çend mehan de bi têkçûnê re rûbirû mabûn. Dewleta tirk, ji bo kurdan têkçûyîn kiribû weke qedereke nebixêr û her carî berdêlê herî giran bi civaka kurd dida jiyandin. Lê serhildana di pêşengiya Reber Apo de destpêkiribû li dijî artêşa herî mezin a duyemîn a NATO’ yê li gel piştgiriya navneteweyî û NATO’yê, li gel bikaranîna hemû teknîk û rê û rêbazên kirêt di şer de têk nediçû.
Piştî şerê 15 salan qanih bûn ku dê di şer de nekaribin berxwedana kurd têk bibin. Di sala 1999’an de bi hevkarên xwe yên emperyalîst ên NATO’yê dest bi dek û dolabên navneteweyî kirin. Di encama Komployeke Navneteweyî de Rêberê Gelê Kurdê ku kurdên mirî rakiribû ser pêyan û qedera nebixêr çirandibû, dîl hat girtin.
Rayedarên dewleta tirk ên ku her carî li ser qirkirin, êş û jan û dilsojiya civaka kurd kêfxweşî û şahnaziya xwe ava kirine careke din di nava kêfxweşî û şahnazike mezin de li bendê bûn ku weke her carî di şexsê rêberê serhildanê de, di şexsê Rêber Apo de Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin û qedera nebixêr careke din li ser civaka kurd dubare bikin.
Di tasfiyekirina Serhildana Kurdan a dawîn de û di serkeftina xwe de ewqasî bi xwe bawer bûn ku piştî 74 salan di roja salvegera Kalê Şêx Seîd de 29’ê Hezîrana 1999’an de biryara dardekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Bêguman di roja salvegera dardakirina Kalê Şêx Seîd de biryardayîna darvekirina birêz Ocalan ne tesedufî bû. Bi wî biryarî dixwestin peyameke girîng bidin civaka kurd. Dixwestin bibêjin ku dê aqûbeta rêberên gelê kurd her tim weke yê Şêx Saîd be.
Lê ji bîr dikirin ku ne serhildan weke serhildanên berê bû û ne jî rêberê serhildanê weke rêberên berê bû. Rêberê Gelê Kurd û hevalên xwe çawa di qada şer de bi berxwedana xwe ya demdirêj û têkneçûyî hemû xewn û xeyal û mirad û mexsedên wan di çavên wan de hiştibûn bi berxwedana vîna xwe ya ji pola ew biryara dadgehê jî vala derxistin û mirad û mexsedê wan di çavên wan de hiştin.
Weke ku rayedarên dewleta tirk hêvî dikirin 29’ê Hezîranê careke din nebû roja şikestin û têkçûyîna kurdan, berevajî bû destpêka pêvajoya berxwedaneke nû. Bû destpêka pêvajoya pêngavên tolhildanê û serkeftinê. Bû destpêka pêvajoya têkçûyîna dewleta tirk.
Di 29’ Hezîrana 1925’an de dema ku Kalê Şêx Seîd çûbû ber sêdarî gotibû ‘em biserneketin lê ez bawer dikim dê neviyên me, me mehçûp nekin’. Belê neviyên Kalê Şêx Sêîd wî mehçûp nekirin, destûr nedan qedera 29’ê Hezîranê careke din dubare bibe û dijiminên bavûkalan careke din şad û bextewar bibe.