Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Yek ji wêneyên sûcên şer ên dewleta tirk!

Welatiyê bi navê Malik Seed Maaş di encama êrîşa dewleta tirk a li dijî konvoya sivîlan a li Serêkaniyê de birîndar bû. Rûyê Maaş ti temamî şewitî û xebatkarên tenduristiyê dibêjin ku cara yekemîne rastî birînên wiha tên

Dewleta tirk a dagirker di êrîşên qirkirinê yên li dijî rojavayê Kurdistanê de tevî balafir, tank, top, gelek cureyên çekên giran û hwd. di heman demê de çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji ber van çekên qedexekirî gelek welatiyên sivîl û şervan şewitîne. Her wiha birînên birîndaran rehet nabin û her tim diêşin.

Yek ji van welatiyan jî Malik Seed Maaş ê ji Til Koçer a Girkê Legê ye. Maaş di nava karwanê sivîlan ê ku di 13’ê cotmehê de çûy Serêkaniyê de bû. Karwan ji hêla artêşa tirk ve hatibû bombebarankirin û di encamê de 12 sivîl şehîd bûbûn û tevî Maaş bi giştî 75 sivîl jî birîndar bûbûn. Maaş niha li nexweşxaneyeke Qamişloyê tê dermankirin. Rû û destên Maaş şewitîne û sehekên rûyê wî nayên dîtin. Birîna rûyê wî ewqas kûr e ku êdî bi êş û janê nahise. Ji ber çekên qedexekirî, di laşê wî de tije parçe hene.

Sivîl bombebaran kirin

Maaş anî ziman ku dema ku weke sivîlekî diçûn Serêkaniyê rastî êrîşê hatin û wiha domand: “Di karwan de bi sedan sivîl hebûn. Dema em gihiştin dewleta tirk yekser em topbaran kirin. Xelk ji bo parastina xwe kete nava taxan. Êdî kes nizane çi qewimî. Yên ku ez bi wan re zêde êşiyan ji ber ku top li nava wan ket. Rûyê min zêde şewitî û bi dehan parçe di laşê min de ne.” Xebatkarên tenduristiyê dibêjin ku ji vê şewatêr e xerîbin û nizanin bê ka dê çawa derman bikin.

Cara yekemîne rastî van şewatan tên

Ji xebatkarên Nexweşxaneya Qamişloyê Îbrahîm Îbarahîm jî diyar kir ku rewşên têne nexweşxaneyê pir xerîbin û wiha derbirî: “Ji sala 1984’an ve li vir karê bincê dikim lê belê tu rewşên mîna ya Malik min nedîtine. Dermanê ku em bi kar tînin tu feyde nade êşa Malik. Hewcehî bi alavên tenduristiyê û bijîşkan heye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar