Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Yek kes jî ji me bimîne emê destûr nedin dorpêçê’

Şêniyên Mexmûrê destnîşan kirin ku ev hewldan bi hevkariya tirk-PDK-Iraq pêk tên û wiha gotin: "Ma çi ji me dixwazin, em penaberin û hemû sivîlin. Heya yek ji me mabe, emê nehêlin wargeh were dorpêçkirin û bikevin nava me.”

Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike. Dayîkên ku di van kêliyan de li dijî dorpêçê li ber xwe didin ji Rojnewsê re axivîn.

Dayikên wargehê destpêkê bang li her kesê kirin ku dijî vê hewldana atêşa Iraqê rabin û gotin; “Em penaberin û dixwazin dora me carek din dorpêç bikin. Bila Erdogan belaya xwe ji me veke, êdî bese. Bila dinya hemû bibîne, danê siharê ve Iraq hewl dide bikeve wargehê û dora me bigrin. Bi tank û topên xwe ve hatine ser wargehê û zarokên me ditirsînin. Ma çi sucê me heye, em ji ber zilm û zordariya dewleta tirk a dagirker reviyane, ma ev heq û hiquqe. Ma ji xwe di cihanê de kes nîne bêje ev ne raste. Em penaberin hun çi ji me dixwazin?”

‘Bi salane dorpêç û ambargo li ser wargehê didome’

Dayikan ragihand ku her roj êrişî wan dikin, dibêjin ewê dora we têl bikin û gotin; “30 salin em wargeh bi wargeh diguherînin. Ma çi alîkariyê didin me heya dibêjin em ê dora we bigrin? Bi salane em dibin dorpêç û ambargoyê dene, em vê yekê qebûl nakin. Ger ev panzêr bidin ser me jî, emê nehêlin ew bikevin wargeha me û dora me bi têlan bigrin.

‘Evane hemû hevkarê MÎT û Erdoganin’

Evane hemû hevkarê MÎT û Erdoganin, em serê xwe li ber kesê natewînîn û emê heya dawî li ber xwe bidin.”

Di van kêliyan de jî hewldana Iraqê ya ji bo têlkirinê dewam dike, dijî vê jî berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike.

Hêjayî gotinê ye di 27’ê kanuna 2021’an de jî hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr).  Hêzên Iraqê xwestibûn derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê.

Lê li beramberî vê hewldanê wê demê jî xelkê Mexmûrê berxwedanek bê hempa nîşandabûn û nehiştibûn wargeh were têlkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar