Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Yekane rê kongreya neteweyî ye’

Rojnameger û çalakvanên siyasî yên Kerkûkê daxwaza lidarxistina kongreya neteweyî kirin û wiha gotin: “Ji bo têkoşîna li dijî dagirkeriyê yakene çareserî lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê.”

Rojnameger û çalakvanên siyasî yên Kerkûkê têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî û dagirkeriyê ji Rojnewsê re axivîn û lidarxistina kongreya netweyî ya Kurdistanê ji bo têkoşîna li dijî dagirkeriyê girîng dîtin. Herwiha daxwaz ji hêz û aliyên siyasî kirin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û welatên dagirker kongreya neteweyî lidar bixin.

Çavdêrê siyasî Dîdar Eswed ev tişt anî ziman: “Tişta ku niha Tirkiyeyê kiriye li dijî hemû prensîbên navneteweyî û li dijî yasa û bendên navneteweyî ye. Ji be ku li gorî yasayê tu welatek nikare sînorê welatek din derbas bike. Tişta ku Tirkiye dike ne tenê bombebarana Herêma Kurdistanê, belku bi hezaran leşker aniya nava xaka Herêma Kurdistanê û dagir kiriye. Tişka Tirkiye dike ne yek alî ye, hêzekî navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî piştgirî dike. Em li wir daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin serweriya Iraqê biparêze. Nehêle êdî hikûmeta tirk van êrîşên nerewa û dagirkeriyê li ser xaka Herêma Kurdistanê pêk bîne.”

‘Çareserî kongreya neteweyî ye’

Rojnameger Yusif Murad jî ev tişt destnîşan kir: “Welatên derdor û dagirker li ser dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê berdewam in. Tişta ku em dibînin hemû dijminên neteweya me li hemberî gelê kurd hevgirtîne. Vê demê de em dizanin ku li Iraqê rewşek dijwar li hemberî kurdan heye, em dibînin ku li herêmên hatine veqetandin neheqî li kurdan tê kirin. Mal û milkê wan dagir dikin. Ji aliyê din ve Tirkiye xak me dagir dike. Lewma divê demê de karê herî baş were kirin, yekrêzî, yekdengiya hêz û aliyên kurdî ye. Dema ku dijmin kurdekê ji holê radike nabêje ev sore yan jî zere, yan jî rengekek dine. Dibêje ev kurd e. Lewma nêrîna min wihaye, çi ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê, çi jî ji bo têkoşîna li hemberî dagirkeriyê çareserî lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ye.”

‘Yekîtî wê me bi hêz bike’

Welatiyê Kerkûkê Arî Feqî jî ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a faşîst bi van êrîşan dixwaze împaratoriya Osmanî zindî bike. Lê mixabin ji bo van dagirkeriya ku dike, hizbekî kurdî jêre pêşengiyê dike. Lê ji bo pêşîgirtina vî karî kongreya netewyî were lidarxistin. Ji bo ku bikarin nav mala kurdên her çar parçeyan rêxistin bikin. Yek dengî û yekgirtina wê me bi hêz bike. Bi yekgirtinê dikarin li dijî dagirkeriyê rawestin. Em dibînin ku Erdogan dest danî li ser şaresariyên Kurdistanê jî. Bi vê dixwazin îradeya gelê me lawaz bikin. Lê îradeya me û gelê me wê teslîm nebe.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar