Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Yekane rêya çareseriya pirgirêkên heyî Konfederalîzma Demokratîk e’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd bi Konfederalîzma Demokratîk pêkane. Çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî yên ku mirovahî niha pê ve mijûl in û nekarîne bi têrkerî çareser bikin pergala dewletbûnê ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok sîstema Konfederalîzma Demokratîk, modela wê ya rêxistinî, rêveçûna wê û rêya wê ya çareseriyê ji ANF’ê re nirxand. Beşa destpêkê ya hevpeyvînê bi vî rengî ye:

Konfederalîzma Demokratîk çi ye?

Konfederalîzma demokratîk sîstema rêxistiniya civaka demokratîk e. Bi vî rengî tevgerek an jî partiyek nîne, lê sîstema civakî ye. Bi qasî ku ji bo Kurdistanê derbasdar e, ji bo Tirkiye, Iraq, Îran û Sûiryeyê jî dikare derbasdar be. Eger em berfirehtir bikin ji bo Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka, Afrîkayê jî dikare derbasdar bibe. KCK Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê ye. Heman tişt ji bo Îran, Iraq, Sûriye yan jî welatekî din jî dibe. Gel, etnîsîte, rêxistiniyên çandî, bawerî bi kurtasî hemû civak û gelên Rojhilata Navîn eger bixwazin sîstemeke bi vî rengî ji xwe re bikin esas, hingî Konfederalîzma Demokratîk a Gelan a Rojhilata Navîn an jî bi navekî din konfederalîzmeke bi vî rengî li Rojhilata Navîn dikare bê avakirin. Heman tişt dikare li Amerîka, Ewropa, Afrîka yan jî parzemîneke din bê avakirin. Her wiha eger li tevahiya cîhanê bê avakirin ev ê bibe Konfederalîzma Gelan a Demokratîk a Cîhanê. Sîstemeke welê ye ku ji herêmî ber bi gerdûnî, ji biçûkanî ber bi mezinbûnê ve civak xwe bi rêxistin dike, rêveberiya xwe ava dike.

Konfederalîzma Demokratîk bi vî rengî bê pênasekirin jî naveroka wê çi ye?

Ji ber ku sîstemeke alternatîfê sîstema dewletperest a desthilatdarîparêz e, birêxistinkirina civakê û gel bi temamî ji xwe re dike esas, diparêze. Eger em bala xwe bidin ser, ji du gotinên bingehîn pêk tê. Yek jê demokratîk/demokrasî ya din jî konfederalîzm e. Konfederalîzm sîstemeke têkiliyan a gelekî nerm e ku xwe dispêre dilxwaziyê. Di nav de destûreke bingehînî ya nivîskî tune ye. Di nav de neçarî tune ye. Li ser bingeha yekîtî û dilxwaziyê ye, cudahiyên xwe jî bi wî rengî ye.

Kî li ser bingeha vê dilxwaziyê li hev kom dibin?

Demos, yanî gel. Civak, hemû beşên civakê; civatên etnîkî, olî, bawerî, pêkhateyên çandî, jin-mêr, hemû rêxistiniyên bi erka çareseriya pirsgirêkên civakê radibin. Bi kurtasî hemû beş li ser vê bingehê di nava Demos yanî gel bi xwe de xwe bi rê ve dibe. Xwerêvebirin e. Ji aliyê biyaniyan, serweran ve nayê birêvebirin. Sîstemeke ku hemû beşên civakî li ser bingeha xwerêveberiyê di çarçoveya têkiliyên konfederal de li hev kom dibin. Di vir de du bingeh hene;

* Beriya her tiştî divê hemû beşên civakê bi rêxistin bibin.

* Civaka rêxistinbûyî divê di nava xwe de xwedî têkiliyê be.

Şêweyê têkiliyê jî konfederalîzm e. Şêweyeke têkiliyê ya zext, zordarî û hegemonya îdeolojîk nîne. Yekîtiyeke ku li ser bingeha wekhevî û azadiyê ava bûye. Ev jî aliyê wê yê konfederal e.

Ya din jî divê civakeke rêxistinbûyî be. Hemû beşên civakê; ev dibe pêkhateya herî biçûk û hemû nasname, etnîsîte; hemû aîdiyet dibe. Ev hemû bi şêweyê xweseriyê li ser bingeha feraseta demokrasiya xwecihî xwe bi rêxistin dikin û ji bo karibin di nava vê rêxistiniyê de yekîtiyeke hîn xurtir ava bikin, li se bingeha têkiliya konfederal li hev kom dibin. Lewma Konfederalîzma Demokratîk sîstemeke rêxistinbûyî ya civakê ye ku li derveyî dewletê ye, li Kurdistanê, herêmê û tevahiya cîhanê hemû beşên civakê bi rêxistin dike. Ev sîstem bi qasî ku xwecihî ye, di heman demê de sîstemeke rêxistiniya civakî ya gerdûnî ye. Bi qasî ku ji bo Kurdistanê derbasdar e, ji bo herêmê her wiha ji bo tevahiya cîhanê, ji bo gelan, bindestan jî derbasdar e. Sîstemeke bi vî rengî ya rêxistiniya civakî ye.

Ev şêweyê rêxistiniya demokratîk bi çi rengî pêk tê, civaka demokratîk a rêxistinbûyî çawa pêk tê?

Ew sîstema rêxistinî nîne ku sîstema parlamenteriyê ya ji navendê ji xwe re dike esas. Ji serî heta dawî ji şêweyên heyî yên hemû dewletan cuda ye. Ji rêxistiniya herî biçûk; mîna ji gund, kolanan rêxistiniya kolanan destpê dike, rêxistiniya gundan destpê dike, di nav de rêxistiniya febrîqe, rexistiniya malê, bi kurtasî hemû kombûnê mirovan di nav de xwe bi rêxistin dike.

Bi Komînan destpêdike heta Kongreya Gelan a Cihanê diçe

Yekîneya herî biçûk a rêxistinî, komun e. Komun di heman demê de tê wateya jiyana wî cihî bi hemû aliyên xwe ve bi rengî komunê. Li aliyê din yekîneya herî biçûk a demokrasiyê ya yekser e ku mirov xwe di nav de yekser bi rê ve dibe. Komun meclîsa herî biçûk e. Lewma di Peymana KCK’ê de yan jî di teoriya heyî ya Konfederalîzma Demokratîk de komun tê wateya rêxistiniya li kolan û gundan, meclîsên gundan. Di ser wan re em bibêjin gelek gund li hev kom dibin, di ser wan re jî mînak, meclîsa bajarok ava dibe. Ji bo afirandina çareseriyên hevpar ji pirsgirêkên civakê re di ser rêxistiniyên gund û bajarokan jî rêxistiniya navçeyê, di ser wê re jî rêxistiniya bajêr, di ser wê re jî rêxistiniya herêmê pêk tê. Di ser vê re jî meclîsa gel a welatekî ava dibe. Di navbera welatan de jî dibe. Lewma dibe meclîsên di asta herêmî de. Di asta gel de jî dibe Kongre Gel ku ew jî dibe organa biryardanê ya wî gelî. Bi kombûna gelên cuda re dibe Kongreya Gelan. Eger em ji bo cîhanê pênase bikin hingî dibe Kongreya Gelan a Cîhanê.

Konfederalîzma Demokratîk sîstema meclîsan e

Bi kurtasî sîstema meclîsan e. Ne meclîseke. Mînak li Tirkiyeyê tenê meclîsek heye. Her tişt bi tayînkirinê tê kirin. Di vir de gelekî cuda ye. Mînak eger em ji bo Tirkiyeyê bibêjin, yan jî ji bo bakurê Kurdistanê bibêjin, meclîsek yan jî 2-3-5 meclîs nîne. Mînak li Almanyayê federalîzm heye, li wir jî ji yekê zêdetir meclîs hene. Her wiha li Amerîkayê jî welê nîne. Sîstemeke welê ye ku belkî hezar belkî bi deh hezaran komun û meclîs di nav de hene, hemû jî pirsgirêkên li qada xwe nîqaş dikin, hewl didin çareser bikin û hemû jî pê ve girêdayî ne. Lewma em ji aliyekî din ve bibêjin, Konfederalîzma Demokratîk di heman demê de sîstemeke meclîsan e. Sîstema demokrasiya yekser e. Sîstemeke ku kes kesî bi rê ve nabe. Her kes xwe û hev bi rê ve dibe. Sîstemeke welê nîne ku yek erkdar e, yek tê birêvebirin, yek bi rêve dibe. Her kes li gorî pênaseya xwe ya mirovî exlaqî û polîtîk li ser çareseriya pirsgirêkên civakî nîqaş dike, gotina xwe dibêje, biryaran werdigire, ji bo bicihanîna biryaran jî tên wezîfedarkirin. Sîstemeke bi vî rengî ye. Sîstemeke welê ye ku erk û hêz bi temamî bi gel re ye. Sîstemeke ku demokrasiya yekser lê pêk hatiye. Ji ber ku li derveyî dewletê ye, dikare weke demokrasiya radîkal jî bê pênasekirin.

Sîstemeke ku cihêrengî bi rengekî wekhev lê bûne yek

Her wiha ji ber ku xwedî jiyan û mejiyekî komunal e, weke demokrasiya komunal jî dikare bê pênasekirin. Di vir de têgihiştina demokrasiyê ne tenê rakirina tilî ye, yan jî di dema biryarwergirtinê de bilêvkirina fikrê xwe ye. Ruh û jiyana xwe jî cuda ye. Jiyana xwe li ser têkiliyên azad û wekhev e. Eger mirov bi gotinekê pênase bike dikare bibêje, sîstemeke ku cihêrengî bi rengekî wekhev lê bûne yek. Yekîtiyek di nav de heye. Ji ber ku civak divê bi hev re be. Yekîtiya kê, çi? Yekîtiya cihêrengiyê ye. Cihêrengî hemû cihêrengiya xwe diparêzin. Ne weke ku di nava rêxistiniyên netewe dewletê de yek ji yekî girîngtir an jî bêqîmet e. Yek rêveber, ya din jî bindest nîne. Di vir de her kes bi cihêrengiya xwe bi taybetmendiya xwe hebûna xwe dewam dike. Li aliyê din şêweyê têkiliyê jî wekhev e. Serweriya kesî li ser kesî nîne. Weke yekîtiya wekhev a cihêrengiyê dikare bê pênasekirin.

Çima konfederalîzma demokratîk?

Yê ku Konfederalîzma Demokratîk bi vî rengî formule dike Reber Apo ye. Lîderekî gel e. Ji bo çareserkirina pirsgriêkên hebûn û azadiyê yên gelê kurd têkoşiya ye û têdikoşe. Em ew mirov in ku baweriya xwe bi vê projeyê anîne, dipejirînin ku pirsgirêkên hebûn û azadiyê yên kurdan bi vî rengî dikarin çareser bibin û ji bo vê têdikoşin. Em zanin ku di herikîna dîrokê de mîna me gelek mirovan têkoşîna wekhevî, azadî, demokrasî û hebûnê meşandin. Ev têkoşîn her tim hebû. Bi her awayî ev têkoşîn tê meşandin. Li gorî nirxandina me ya li ser dîrokê, eger em asta hiyerarşîk jî tevlî bikin, asta piştî neolîtîkê asta hiyerarşîk û ji dema destpêkirina dewletê û vir ve pêvajoyek nêzî  7 hezar salî heye. Yek, du hezar salên destpêkê dema avabûna pirsgirêkên heyî yên civakî bû, sedema bingehîn bû. Demeke welê ye ku hîn dewlet ava nebû bû, lê belê desthilatdarîperestî, tekakesî bi pêş diket, mejiyê serweriya mêr, îdeolojiya wê ava dibû. Dema ku wê çînbûyî, dewletbûyîn biafiranda ew dem e, lê belê hînê koletiya tê zanîn tune ye. Ji xwe demekê piştî wî mejiyî, nêzî  5 hezar û 500 sal beriya niha dewlet ava bû.

Dîroka serweriyê di heman demê de dîroka têkoşîna azadiyê jî

Ûrûk li xaka ku niha weke Iraqê tê naskirin ava bû, dewlet ava bû. Em dixwazin vê bibêjin; çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî yên ku mirovahî niha pê ve mijûl in û nekarîne bi têrkerî çareser bikin ev sîstem e. Mînak; desthilatdarîperestî, neteweperestî, nakokiyên serdest û bindestan û hwd. pirsgirêkên heyî gelekî mezin in û bi mejiyê heyî nikarin bêne çareserkirin. Ji roja destpêkirina pirsgirêkên civakî û vir ve em nirxandina dîrokê dikin. Em dibêjin pirsgirêk hebûn û ji aliyê serweran ve hatin afirandin. Ruhê wan komunal nîne. Ew dixwazin bibin serdest. Dixwazin bikin a xwe. Ji cewhera komunal, ji mirovbûn û civakîbûnê qut bûne. Ew takekîperest in, timî dixwazin bi rê ve bibin, dixwazin serdest bibin. Ji ber ku xwezaya mirovan azadîparêz e, wekhevîparêz e, li hemberî vê radibe. Li hemberî yên ji mirovbûnê derketine re tim têkoşîna azadî û wekheviyê hatiye meşandin. Dîroka serweriyê di heman demê de dîroka têkoşîna azadiyê ya li hemberî van nêzîkatiyan e. Beriya wê di nava şert û mercên civaka xwezayî de mirov azad bûn, lê belê piştî ku azadî hate xwarin, li dijî wan têkoşînê destpê kir, berxwedanê destpê kir.

Em ne destpêk in ne jî dawî ne

Ji wê demê û vir ve ev têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê dewam dike. Niha em dewama wê ne. Lewma em ne yên destpêkê ne, ne jî bibin yê dawî. Li ser rûyê erdê heta ku formulasyona xwe dispêre mejiyê serdest û bindest hebe ku civakê parçe dike, heta zayendîperestî, desthilatdarîperestî, serwerî hebe, wê li hemberî wan têkoşîna azadiyê jî hebe. Li ser vê bingehê em dîrokê şîrove dikin. Em dibêjin ji wê rojê û vir ve têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê hate meşandin, lê belê di asta heyî de li cîhanê hîn jî pirsgirêkên newekhevî, bêedaletî û demokrasiyê hene. Hîn jî pirsgirêkên hebûn û azadiyê hene. Mînaka vê ya herî kûr jî li gel kurdan, jinan, ciwanan û hemû bindestan e. Cîhaneke welê ye ku gelek gel lê tune bûn. Neçar man ku koç bikin. Lewma rastiyeke bi vî rengî heye, lê bele li aliyê din jî têkoşîn jî hebû. Kes nikare ji bo serneketina bindestan îdîa bike ku berdêlên kêm hatine dayin. Bi milyonan mirov tenê di pêvajoya şerekî de mirin. Bi sedan sal in kurd têne qirkirin. Em qirkirina vê sedsala dawî jî bihesibînin, hingî bi dehan milyon kurd hatine tunekirin. Ermen hatin tunekirin. Lê belê ji bo hebûnê jî têkoşîn hate meşandin. Lewma pirsgirêk ne pirsgirêka têkoşîneke kêm e. Mesele ew e ku têkoşîn bi kîjan mejî hatiye meşandin. Dema ku mirov ji vî alî ve binirxîne, hingî dibîne ku serdestan xwe bi şêweyê dewletê gelekî bi rêxistin kirine; ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve jî li hemû qadên jiyanê xwe yekdest kirine, her qad kirine bin hegemonya xwe, lewma destûrê nade fikir û mejiyên cuda. Gava ku tu li dijî sîstemê têdikoşe jî mîna ku tu bi argumanên sîstemê têdikoşe. Bi nêrîna wê, bi mejiyê wê li bûyeran dinihêre. Bi amûrên wê dixwaze bigihêje armanca xwe. Dema rewş bi vî rengî be hingî pêkan nabe.

Dewlet saziya herî rêxistinbûyî ya çîna serweran û serdestan e

Bindest li her devera cîhanê û di tevahiya dîrokê de dixwazin bi rengekî wekhev, bi edalet, bi azadî û mirovî bijîn. Tu serwer vê naxwaze, ji ber ku yên pirsgirêkên bi vî rengî hemû afirandin serwer bi xwe ne. Herdu ji hev cuda difikirin. Ji ber ku cuda difikirin, armancên herduyan, projeyên wan ên civakî cuda ne. Li gorî vê jî amûran ji xwe re diafirînin. Ruh û fikrê serweran ê takekesî û berjewendîperestî, dewlet afirand. Dewlet saziya herî rêxistinbûyî ya çîna serweran û serdestan e. Di nava dîrokê de dibe ku hin îstîsna çêbûbin, lê belê hema bibêjin her kesên ji bo wekhevî, azadî, demokrasî, jiyaneke bi edalet û mirovî têkoşiyan, dewleta serweran ji xwe re kirin armanc. Di kevneşopiya etnîsîte û pêxemberan de, di têkoşîna rizgariya neteweyî ya sedsala 20’an de me ev yek bi şênberî dît. Markîzm ku pêngaveke çînî bû û hewl dida cîhana bindestan ava bike, di her sê versiyonên wê de jî me ev yek dît. Tu lê dinihêre, bindest e, daxwaza edalet, wekhevî û demokrasiyê dike, lê belê amûrên ku bi kar tîne li armanc, ruh, fikir û daxwazên wan nayên. Amûra hinekî din e. Amûra dewletê ye. Dewlet normal tiştekî serweran e. Divê tiştekî ya te bi xwe hebe. Ji ber ku bi rengekî cuda nafikire, di îdeolojiya hegemonya serweran de ye, derfetên fikrekî cuda ji xwe re nake esas, tu lê dibîne ku mîna serweran difikirî.

‘Bi qasî armanca azadiyê divê amûrên wê jî paqij bin’

Amûra ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji xwe re dike esas, amûrek te nîne, ya hinekî din e. Ji te heye ku mîna ya te be. Dema ku ji vî alî ve tê nirxandin, Rêberê me got, ‘Bi qasî armanca azadiyê divê amûrên wê jî paqij bin’. Dewlet gemarî ye, zordar e, tecawizkar e, zalim e, yekdest e. Dema ku bi desthilatdariyê re bê nirxandin hingî tê dîtin ku afirînerê hemû  pirsgirêkên civakî ye. Ji ber vê yekê ji tu dewletê wekhevî nayê. Li ser rûyê erdê gelek dewlet hene ku ji xwe re dibêje, ‘ez demokrat im, azadîparêz im’. Kîjan dewletê di nava xwe de pirsgirêkên edalet, azadî, wekhevî û demokrasiyê çareser kiriye? Tu ji wan. Nikare çareser bike, ji ber ku kîmya wê xerabe ye. Ew ji aliyê hebûnê ve nebaşî ye. Di destê hinekan de baş nabe. Dîrokê bi têrkerî nîşanî me da ku di destê yê herî baş de jî baş nebûye. Reel sosyalîzm û tevgerên rizgariya neteweyî mînaka vê ne.

Têgihiştina ‘ji bilî dewletê rêxistinbûyîneke din nabe’ şaşiya herî mezin e

Dema ku em bi vî rengî dîrokê dinirxînin, hingî tê dîtin ku bindest, hemû beşên civakî, yên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, yên daxwaza jiyaneke azad û wekhev dikin, di tevahiya dîrokê de têkoşiyan e. Lê belê nebûne xwedî rêxistiniyeke civakî û amûrek li gorî armancên xwe. Îdîaya me ev e; Konfederalîzma Demokratîk modela herî guncaw e li gorî daxwazên bindestan û hemû beşên civakê. Li derveyî dewletê ye, ji ber ku berhema bindestan e, li gorî daxwazên wan e. Têkoşîna ku di dîrokê de ji aliyê bindestan ve hatine meşandin ji bo serxistina wan e. Şoreş hemû ji aliyê gelan ve têne kirin, lê belê timî hinek dest datînin ser, ji ber ku nikarin ber bi cihekî cudayî dewletê biherikînin. Têgihiştina ‘ji bilî dewletê rêxistinbûyîneke din nabe’ ewqasî serdest kirine ku ew bi xwe jî daxwaza dewletê dike. Lewma bêyî ku bikeve ser rêyeke bi vî rengî ya çewt, divê li derveyî mejiyê serweran amûrek li gorî armanc, ruhê azadîparêz û wekheviyê bê bidestxistin. Ew amûr jî amûra Konfederalîzma Demokratîk e, sîstema wê ye. Sîstemeke bi vî rengî ye ku civak xwe li derveyî dewletê bi rêxistin dike û xwe bi rê ve dibe. Ev yek aliyekî dîrokî ye.

Hesabpirsîneke dîrokî ye

Ev çarçoveya ku Rêber Apo destnîşan kir, tê wateya serxistina hemû berdêlên di dîrokê de ji bo têkoşîna azadî, wekhevî û nirxên komunal ên demokratîk hatine dayin e. Dema ku ev pêk hat hingî wê nirxên komunal ên demokratîk, armancên têkoşîna azadî û wekheviyê pêk were, bibe xwedî sîstem. Hesabpirsîneke dîrokî ye. Li dijî sîstema dewletperest a hiyerarşîk a 7 hezar salî, li hemberî sîstema serweran, avakriina sîstemeke bi navê gelan e. Wateyeke xwe ya bi vî rengî ya dîrokî heye.

Em di wê baweriyê de ne ku çareserî bi dewlet avakirinê nabe

Em kurd in. Pirsgirêka me ya hebûn û azadiyê heye. Em gelek in ku tunekirin li me tê ferzkirin. Kurd li hemberî vê yekê herî kêm sed sal e têdikoşin. Her wiha ev têkoşîn digihêje heta sedsala 19’an. Kurdan di vê têkoşîna hebûn û azadiyê de bi deh hezaran şehîd dan. Eger ev pirgirêkên hebûn û azadiyê neyên çareserikrin dikarin bêne qirkirin. Qirkirin an jî xweparastina ji qirikrinê bi wê yekê ve girêdayî ye ku kurd çiqasî dikarin xwe bi rêxistin bikin. Naxwe hêzên hegemonya modernîteya kapîtalîst û mêtingeran ji xwe li ser kurdan biryara qirkirinê dane. Ji xwe pratîka wan a heyî jî li ser vê bingehê ye.

PKK ku hêza pêşeng a gelekî di bin pirsgirêka hebûn û azadiyê de ye, têkoşînekê dimeşîne. Di vê têkoşînê de bi deh hezaran şehîd hatin dayin. Nirxên xwe yên gelekî xurt hene ku cewhera civakê hatine afirandin. PKK mîna hemû beşên civakê yên berî wê têkoşiyan, naxwaze têkoşîna wê vala biçe. PKK di rewşa heyî de ji bo têkoşîna xwe ya 50 salî bi ser bikeve, giraniyê dide ser çareseriya pirsgirêka kurd a li derveyî dewletê. Formula ku di vê çarçoveyê de peyda kiriye Konfederalîzma Demokratîk e. Sîstemeke ku xwe dispêre sîstema Xweseriya Demokratîk, li çar parçeyên Kurdistanê kurd bi şêweyê xweseriya demokratîk hebûna xwe dewam dikin, dibin xwedî azadî û rêxistiniyê. Dewlet te bi ku ve dibe? Em vê yekê ne tenê di mînaka kurdan de dibîne. Di mînaka Reel Sosyalîzm û Vîetnamê de jî dibînin. Di nava her kesî de dibînin ên ku ji bo rizgariya neteweyî têkoşiyane. Bi her kesî re dibînin ên ku berê xwe dane desthilatdariyê. Bêyî ku li potansiyel û derfeta xwe ya avakirina dewletê binihêre, em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêkan, çareseriya pirsgirêka kurd ne di nava dewletê de ye, lê li derveyî dewletê ye. Bi vê têgihiştin û baweriyê em tevdigerin.

Ji bona pirsgirêkên li çar perçê Kurdistanê tekane rê Konfederalîzma Demokratîk e

Baş e em çi datînin şûna wê? Vaye mîna ku me qalê kir, em sîstema Konfederalîzma Demokratîk a ku xwe dispêre xweseriya demokratîk ji xwe re dikin esas. Ev tê vê wateyê; di nava sîstemê de nehele, bila di nava kurdan de jî desthilatdarîperest, axa, zalim der nebin. Kurdan ji bo azadî û wekheviyê têkoşiyan, edalet xwestin. Ji bo hebûna wan bê qebûlkirin, weke Xwebûn derfetê jiyanê bibînin, têkoşiyan. Wê demê encam jî divê li gorî vê yekê be. Naxwe mesela mînak başûrê Kurdistanê heye. Li wir jî kurd hene, lê pirsgirêka hebûnê jî heye. Li wir jî ewqasî têkoşîn hate meşandin, niha her tişt tê dîtin. Sîstemeke xanedaniyê hatiye avakirin, bi feneke ku navê ‘hilbijartinê’ lê kirine hinek/malbatekê dest daniye ser tevahiya nirxên Kurdistanê; hewl dide kurdan hemûyan bike hevkarên modernîteya kapîtalîst, mêtinger, qirkeran. Ji bo di nava kurdan de hucreyên bi vî rengî yên kanserê rû nedin, ji bo têkoşîna kurdan li gorî armanca xwe bi encam bibe, bi azadiyê bi encam bibe, ji bo têkilî wekhev û azad be, em ber bi bêçînîtiyê ve biçin. Bila çînî nebe. Edalet bibe. Mirov hemû çalak bin. Mirov hemû hev bi rê ve bibin. Mirov li pêşberî hev xwe berpirsyar bibînin. Ji bo vê êncamê, ji bo kurdan Konfederalîzma Demokratîk pêk were, em sîstema rêxistiniya Konfederal a Demokratîk, vê sîstema civakî weke rêya çareseriyê dibînin.

Wê dewam bike…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar