Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cuma - 4 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Yekane rêya çareseriyan projeya Neteweya Demokratîk e’

Aktîvîst û parêzvanên mafên jinên Iraqê di komxebata ku li Şengalê hat lidarxistin de diyar kirin ku projeya neteweya demokatîk a Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan li hemberî qeyran û pirsgirêkên Iraqê riya çareseriyê ye.

Duh li Şengalê di çarçoveya têkoşîna li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komxebat li ser netewa demokratîk di bin dirûşma “Netewa Demokratîk wê çareseriyê ji qeyrana Iraqê re bîne” hatibû lidarxistin. Di komxebatê de li gel hemû dezgeh û saziyên rêveberiya xweser ên Şengalê, gelek nivîskar, saziyên jinan, partî akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan, berpirsên dezgehên alîkariyê yên mirovî, nûnerên komên baweriyan ên ji başûrê Kurdistanê û bajarên Iraqê, berpirsên Hêzên Ewlekariya Iraqê, endamên partiyên siyasi yên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî amade bûn.

‘Dilê me her dem li Şengalê bû’

Di komxebata ku gelek mêvanên ji Iraqê pêşwazî kiribû de Seroka Rêxistina Bihêzkirina Jin û Ciwanan a li Iraqê her wiha berpirsyara Ajansa Nûçeyan a El-Mîzan Buşra El-Eqîlîn jî amade bû. Buşra El-Eqîlîn di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe bi hatina Şengalê anî ziman û wiha got: “Ez yekem car têm Şengalê. Em geşê başûrê Iraqê xwedî teybetmendiyên dilnizm in, li gel me netewperest û olperestan nîn in. Em îro jî gelek kêfxweş in ku li Şengalê ne min ji nêz ve vê civakê nas kir. Dema ez vegerim jî li ser pêşketin û êşa ku min kişand û hîs kir ez ê bi her kesê re parve bikim. Em ê weke jin dest bidin destên jinên Êzidî.”

‘Ocalan her dem ji bo azadiyê nêrîn û fikrên xwe anîn ziman’

Mîzan Buşra El-Eqîlîn hinekî tiştên ku bala wê li Şengalê kişandibûn anî ziman û wiha pênase kir: “Bala min gelek kişand ku hema li hemû malên ku min serdana wan kiriye li Şengalê  wêneyên birêz Ocalan hatibûn daliqandin. Ez jî yek ji aşiqên fikir û ramanên birêz Ocalan im. Min li ser projeya wî gelek lêkolîn kir her wiha min bi keçên xwe re jî parve kiriye û nîqaşên min der barê fikr û ramanên wî de bi gelek kesan re heta niha nîqaş kiriye. Hêvîdar im  her kes birêz Ocalan rast fêm bike û pirtûkên wî bixwîne. Birêz Ocalan yek ji kesên herî mezin e ku li pey azadiyê ye.”

‘Em ê bi yekitiya Iraqê Şengalê ava bikin’

Seroka Rêxistina Bihêzkirina Jin û Ciwanan a Iraqê û berpirsyara Ajansa Nûçeyan a El-Mîzan Buşra El-Eqîlîn di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ji bo doz û mafên jinên Êzidî anî ziman û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ruxmî zehmetiyên li pêş jî astengiyên ku li bendên kontrolê yên artêşa Iraqê ji me re derxistibûn, me hîs kir ku em ji welaletekî din, li derveyê Iraqê derbasê Şengalê dibin. Weke kesên biyanî nêzî me bûn lê dîsa jî em gelek kêfxweş in bi hatina vê derê. Dilnizmiya vê civakê, germbûna dilê wan hişt ku em hemû zehmetiyan deynin aliyekî û bi dilekî bi hev re berpirsyariya xwe li hemberî Iraqê nîşan bidin. Bi hêvî me ku ger careke din bêm Şengalê ez ê wê avakirî bibînim û hemû civaka wê lê vegeriya be. Eger ev pêk neyê jî em ê bi hemû saziyên pêwendîdar re bikevin nava têkiliyan ji bo bi hev re Şengalê ji nû ve ava bikin.”

‘Hêz û beşdarbûna jinan a siyasetê ji bo demokratîkbûna Iraqê girîng e’

Sekretera Komeleya Jinên Iraqê ya şaxa Qereqoşê Semîra Abid Hirmiz jî di heman komxebatê de amade bû ji me re axivî. Semîra Abid Hirmiz ev komxebat li her kesê pîroz kir û weke gaveke ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraqê û jinan bi nav kir û got: “Ez destpêkê vê komxebatê li her kesê ku li vir amade bûne pîroz dikim û hêvî dikim ku xebatên bi vê awayî bigihîjin serkeftinek û bidestxistina mafan. Bi taybetî jî mafên gelên Iraqê û jinên Iraqê. Ji ber ku yên zêdetir êş kişandine jin in. Lewma ez hêvî dikim ku rola jinan bi awayekî pêşengî be. Di warê siyaset û biryarê de cihê wan li pêş be.”

Semîra Abid Hirmiz nêzbûna roja 8’ê adarê jî li hemû jinan pîroz kir û qala mijarên komxebatê kir û wiha pêde çû: “8’ê adarê li hemû jinan û jinên Iraqê bi taybetî pîroz dikim. Mijara komxebata me li ser projeya Rêveberiya Xweser û mafên netewên li Iraqê bû. Bi hêvî me ku civaka êzidî mafên xwe bi dest bixe piştî ewqas zehmetyên ku di 2014’an de dîtiye. Bi hêvî me ku bibe yek ji biryarên sereke yên parlamentoya Iraqê û bi awayekî zelal li ser mafên civaka êzidî bê nîqaşkirin.”

‘Ez bi hêza Ocalan bawer im ’

Sekretera Komeleya Jinên Iraqê ya şaxa Qereqoşê Semîra Abid Hirmiz daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û piştgiriya xwe ji fikir û ramanên wî re anî ziman û wiha bi dawî kir: “Beriya her tiştî ez azadiya fizîkî ji birêz Abdullah Ocalan re dixwazim. Ez bi fikir û ramanên wî yên pêşketî bawer im û destek didim wî û partiya wî ku parastina mafên mirovan dikin. Ez destek didim fikra wî ya ku daxwaza mafên hemû neteweyan dike û patastina rewa li hemberî hêzên dagirker dike. Bê ferq û cudahî bixe navbera tu neteweyê. Bi hêvî me ev komxebat bi biryarên ku xizmeta civaka êzidî bikin bi encam bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar