Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Yekane rêya li hember qirkirin û êrîşan netewa demokratîk e’

Kesayetên oldar yên tev lî Kongreya Navneteweyî bibûn, wiha gotin: "Divê em li belgeya Medîne Munewere ku rêzê ji tevahî ol, adat û baweriyan re digire, vegerin. Ev jî rêbaza avakirina civakeke demokratîk e û rêbaza parastina ji îslama radîkal e."

Li Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8-9′ê tîrmehê de Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi diruşma “Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin” hate lidarxistin.

Der barê kongreyê de rola olan di avakirina civakeke demokratîk de kesayetên oldar ên beşdarî kongreyê bûne nêrînên xwe parve kirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/07/09/201327_-.jpg

Yek ji şêxên Terîqeta El Qadiriyê Mihemed El Qadirî Ebî Enwer li ser mijarê axivî û wiha got: “Jiyana pêxember li ser pransîba şêwirê û demokrasiyê bû. Nêrîna xwe li ser kesekî ferz nedikir. Ew pêxemberekî edaleta civakî, azadî û demokrasiyê bû. Demokrasî jî li ser bingeha mirov kêfxweş û rûmeta xwe pêk bîne bû. Ji lew re em hewl didin civakeke demokratîk ava bikin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/07/09/201309_-.jpg

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûad Hiso li ser rola olan di pêkanîna demokrasiyê di civakê de kir û wiha got: “Rola olan di xurtkirina demokrasiyê li nava civakê de girîng e. Ji ber ku ew nûnertiya civakê dike, ji îslama tundraw û radîkal a ku çeteyên DAIŞ′ê xwe dispêrê, diparêze. Her wiha jiyana hevbeş di nava pêkhateyan de xurt dike.”

Sûad wiha domand: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêkhate û etnîkên xwe yên olî dewlemend in û ev etnîk û pêkhate bûn yek û mûzaîkeke li ser rêgeza neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkeş kiriye, çêkir.”

Sûad destnîşan kir ku tiştê li ser tevahî ol û baweriyên ol di nav de jî êzidî ew e ku bi hev re bixebitin û projeya neteweya demokratîk pêk bînin. Ji ber ku ew proje çeka yekane ya li hember qirkirin û êrîşan e.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/07/09/201345_-.jpg

Endamê Nivîsgeha Wefqfa Al El Beyt li Hesekê şêx Mihemed Nasir El Cinêd behsa rola mezin a olan di îstîqrar civakê de kir û wiha got: “Têkildarî îstîqrariya di civakê de rola olan mezin e. Ji ber ku hemû ol li gorî prenîsbên dilovanî û exlaqê derketin. Ji lew re divê em hevgirtî bin û hewldanên ji bo belavkirina ruhê hevkariyê di nava tevahî mirovan de bikin.”

El Cinêd wiha dawî li gotina xwe anî: “Ji bo avakirina civakeke demokratîk, divê em li belgeya Medîne Munewere ku rêzê ji tevahî ol, adat û baweriyan re digire, vegerin. Her wiha ew belge ruhê hevkarî û hevgirtinê xurt dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar