Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Yekbûna kurdan ji bo dagirkeran peyama herî girîng e’

Berpirsa Peywendiya Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm têkildarî êrîşên dewleta tirk a li hemberî rojavayê Kurdistanê axivî û diyar kir ku ji bo cîhanê û hêzên dagirkeran peyama herî mezin û girîng pêkanîna yekitiya neteweyî ye

Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe di 9’ê Cotmehê de êrîşê bakur û rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama êrîşan de bi sedan welatiyên sivîl hatin qetilkirin û ewqas jî birîndar bûn. Her wiha bi deh hezaran kes jî ji warên xwe derketin.

Berpirsa Peywendiya Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm di derbarê êrîşên dewleat tirk ên ser rojavayê Kurdistanê û girîngiya yekitiya neteweyî de ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Li ber çavên cîhanê sûcên şer

Şanaz Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a li ser Rojava û da zanîn ku yek ji sûcê di vê sedeyê de ber çavê cîhanê hatî kirin, ji aliyê zilamek ku agahiya wî ji cîhanê nîne hat kirin û diyar kir ku kesên ku niha rêveberiyê dikin ne di ferqa hikumraniyê de ne û yek ji wan jî Erdogan e.

Di axaftina xwe de Îbrahîm destnîşan kir ku Erdogan dixwaze bi dagirkeriyê li hemû herêmê împaratoriyek ava bike. Îbrahîm bal kişand ser egera êrîşek ser başûrê Kurdistanê jî û ev tişt anî ziman: “Ceng weke agir e, pêta wî digihêje her derê. Çawa Erdogan li Rojava binket, bê guman wê li Iraq û Herêma Kurdistanê jî heman tişt bike. Ji bo vê pêwîst e amadekarî hebin rêya wî were girtin.”

Helwesta Amerîkayê rexne kir

Şanaz Îbrahîm di axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî helwesta Amerîkayê ya li hemberî kurdan da û wiha got: “Ya ku cihê nerazîbûnê helwesta Amerîkayê ye. Amerîka kurdan weke hevpeymanê xwe dîtibûn, lê kurdan di nav wan dirindeyan de hişt. Bêguman hemû amerîkî ne sûcdarê vê ne. Ji ber ku me helwesta senator û xelkê wan li hemberî zilamek ku tenê fikrê wî li ser pere bû dît. Divê welatên cîhanê helwestek diyar hemberî rojavayê Kurdistanê nîşan bidin. Ewropa, Rûsya û hinek welatên din bi awayek behsa vê mijarê kirine, lê ev ne bes e û divê di pratîkê de jî were dîtin.”

Di nava gel de hestên neteweyî afirî

Têkildarî girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurdistanê û kongreya neteweyî Îbrahîm destnîşan kir ku yekbûna hêzên kurdan ji bo cîhan û dagirkerên Kurdistanê re peyama herî girîng e û wiha pêde çû: “Ya ku ji gelê kurd tê xwestin ew e ku li beramberî êşa gelê xwe yekbûn û yekdengiya xwe nîşan bidin. Me vê kampanyayê li vê derê ragihandiye ji bo komkirina alîkariyan ji bo Rojavayê. Gel bi keyfxweşiyek mezin tev li kampanyayê dibe. Ya ku min li vê derê dît nîşandana hestên netewî û kurdbûnê ye.”

Sedema nepêkhatina yekitiyê

Her wiha Şanaz Îbrahîm bal kişand ser pêknehatina yekitiya neteweyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sedemê vê yekê jî ji yeknegirtina me ye. Ez nizanim divê aliyên siyasî li ser çi tiştek hevdû bigirin, ger ne li ser mijara yekitiya neteweyî be. Mijara yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî ya kurd mijarek gelek girîng û pêwîst e. Ji beriya niha demek me got ger aliyên siyasî û zilam nikarin ji bo kongreya neteweyî yekbigirin, em jin amade ne li her çar parçeyên Kurdistanê vê yekgirtinê çêkin. Divê hinek hebin pêşengtî ji vê yekê re bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar