Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Yekemîn emeliyata kilox a cîhanê li Xerabreşkê hatiye kirin!

Antropologê pispor Dr. Levent Sevîk diyar kir ku di encama lêkolîna li ser kiloxeke li Xerabreşkê, xuya bû ku 14 hezar sal berê yekemîn emeliyata kilox a cîhanê li vir hatiye kirin

Di semînera Komeleya UNESCO ya Bursayê de antropologê pispor û dîroknas Dr. Levent Sevîk agahiyeke balkêş da. Sevîk da zanîn ku li Xerabreşkê kiloxek hatiye dîtin û di encama lêkolînan de derket holê ku 14 hezar sal berê yekemîn emeliyeta kilox a li cîhanê li Xerabreşkê hatiye kirin.

Li Mala Kulturpark BUÎAD a Bursayê bi tevlêbûna gelek endaman, Komeleya UNESCO ya Bursayê semînerek li dar xist. Di semînerê de antropologê pispor û dîroknas Dr. Levent Sevîk axivî û bal kişand ser Xerabreşkê. Sevîk got ku dema li Xerabreşkê mirov tê nirxandin, xuya dibe ku ji bilî bikaranîna teknolojiyê, tu cudahiya mirovên ku li Xerabreşkê jiyayîn ji yên serdema niha nîne. Mirovên li Xerabreşkê karekê bêhempa kirin. Ev ji pîramîdên Misrê pir binirxtir e. Ji ber ku berhevkirina ewqas mirovan û avakirina perestgeheke wiha, karê herkesî nîne. Şêniyên Xerabreşkê berhemên ku mirovên serdema nikarin çê bikin, çêkirine.”

Sevîk diyar kir ku di sala 2017’an de li Xerabreşkê kiloxekî ku yekemîn emeliyata cîhanê li ser hatiye kirin, hatiye dîtin û wiha domand: “Ev kilox hatiye emeliyatkirin. Ango li Xerabreşkê 14 hezar sal berê di cîhanê de yekemîn emeliyat hatiye kirin. Li ser kiloxê hatiye dîtin, kunikek heye. Ev jî nîşan dide ku emeliyatek hatiye kirin. Îhtîmeleke ji sedî 50 li vir yekemîn emeliyeta kilox a cîhanê hatiye kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar