Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Yekgirtina kurdan dê bibe bersivek ji bo dijminan’

Rojnamevanên devera Raperîn têkildarî dagirkeriya dewleta tirk û metirsiyên wê axivîn û diyarkirin ku li beramberî van dagirkeriyan tenê çareserî di yekgirtina kurdan de ye

Dagirkerî û êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewamin, rojane bêy ku guh were dayîna yasayên navnetewî û Iraqê, dewleta tirk sinorê Iraqê derbaz dike û cihên sivîlan bombebaran dike. Têkildarî vê dagirkeriya dewleta tirk û metirsiya wê li ser destkeftên gelê kurd, rojnamevanên devera Raperîn ji Rojnews’ê re nêrînên xwe anîn ziman.

Rojnamevan Selman Koçer behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Diyare dewleta tirk bi dirêjahiya dîrokê bi taybetî jî van 20 salên dawiyê bi awayek cidî ji bo dagirkirina Kurdistanê kar dike. Ev yek jî binpêkirina yasa û prensîbên navnetewî ye û bi kûrahiya 20 kîlometran binava xaka başûrê Kurdistanê ve hatiye pêş. Ev hewildanên dewleta tirk hewildanek metirsîdare. Ji berku dewleta tirk tenê bawerî bi tirkî bûnê tîne û bawerî bi tû gelek din nîne. Ji bilî vê metirsiyek din a Tirkiye li ser başûrê Kurdistanê avakirina baregeh û navendên leşkerî û sîxûrî ne. Ev yek jî dibe sedemê şehîd bûna welatiyan û zerer bigihe xaka başûrê Kurdistanê.”

Herwiha Selman Koçer di dewama axaftina xwe de da zanîn ku niha ya giring ewe, ji bo bersiva her êrîş û dagirkeriyek were dayîn pêwîstî bi yekdengî û yekgirtina gelê kurd heye li her çar parçên Kurdistanê û wiha domand; “Ji bilî vê ya jî dikarin li dijî êrîş û dagirkeriyên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê serî li dadgeha Lahey, Parlemena Kurdistan û Iraqê bidin, em dikarin vê dosyê bi awayek siyasî ji bo zextê li ser dewleta tirk bikin bikarbînin. Jiber ku ya Tirkiye dike binpêkirina mafê mirovane.”

Li ser  heman mijarê Rojnamevan Serdar Qadir jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dijminan hertim xwestine gelê kurd tûne bikin û tiştek bi navê kurd û Kurdistanê nehêlin. Lê mixabin li vir hizbek kurdî heye alîkariyê dide dewleta tirk, ev yek jî wê di siberojê de bandorek xirab li ser Kurdistanê bide çêkirin. Hinek ji serokên hizban dibêjin em şerê birakujî nakin lê dibînin alîkarî didin û pêşiya dijmin dikevin. Divê rûyê xwe yê rastîn nîşan bidin û êdî alîkariya dijminan nekin.”

Serdar Qadir biryara Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ya ku dibêje bêy destûra wî divê tu balafirên şer ên tû welatan bi ser asîmanê Iraqê re derbasnebin bibîrxist û wiha got: “Her çendî ku vê biryarê dane lê balafirên dewleta tirk Qendîlê bê navber bombebaran dikin.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Serdar Qadir da zanîn ku peyama hemû serkirdeyên kurd ewe ku dibêjin bi yekgirtinê emê bigihin serkeftinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ev dijminahiya li beramberî hevdû tê kirin, ewqas liberamberî dijmin bihata kirin, niha gihiştibûn serkeftinê. Yekgirtina Kurdan wê bibe bersivek ji bo dijminan û wê êdî nikaribin êrîşê me bikin.”SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar