Di adara 2011’an de li Sûriyeyê xwepêşandan dest pê kirin, piştî demekê veguherîn şerê navxweyî. Kurd û gelên din ku bi hev re dijîn, nebûn alîgirên Esad û hêzên dijberiya wan. Kurd û gelên din bi stratejiya “Rêya Sêyemîn” tevgeriyan. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêvajoya ku bi navê “Şoreşa Rojava” ango wek “Şoreşa Jinê” jî tê nasîn derbasî nava rûpelên dîrokê bû, dest pê kir.
Di dîroka navborî de hêzên Esad ji Kobanê hatin derxistin. Piştî Kobanê gel li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkêlegê, Tirbespiyê û Tiltemîr rêveberî bi dest xist. Di heman rojê de kantona Kobanê bi dirûşmeya “Sûriya Demokratîk, Rojavaya Xweser” hat ragihandin. Piştre kantonên nû li Efrîn û Qamişlo hatin ragihandin.
Di vê pêvajoyê de gelek tiştên nû jî hatin kirin û pêşketin çêbûn. Di dema ku şer zêde bû de yekem car yekîneyên parastina herêmî hatin avakirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 12’ê Adara 2014’an de hat avakirin. Di 4’ê nîsana 2013’an de dema ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat avakirin. Di sala 2015’an de hat ragihandin ku rêxistina sîwan a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku gelên tirkmen, ereb û suryanî jî di nav de ne, hat avakirin.
di Şoreşa Rojava de hem di têkoşîna li dijî êrişan de hem jî di avakirina sîstemê de pêşengî kir. Di salvegera 12’emîn a şoreşê de yek ji fermandarên YPJ’ê Rohilat Efrîn axivî û diyar kir ku dema şerê navxweyî dest pê kir kurdan xwe bi rêxistin kirin û bersiv dan êrişan. Rohilat Efrîn wiha got: “Li aliyekê azadîxwaz hebûn, li aliyê din jî li her derê êriş dikirin. Kurdan dest bi plansaziyê kirin ku li dijî wan dê li kîjan rêyê bimeşin, wê çawa xwe biparêzin. Çawa dikaribûn bajar û taxên ku lê dijiyan biparêzin. Di wê demê de me li ser navê Yekitiya Xweparastina Gel (YXG) şer dikir. Ji 7 salî heta 70 salî hemû gel li dijî van êrîşan di nava parastinê de bû. Me dizanibû ku eger em xwe neparêzin, em ê tune bibin. Êrişên hatin kirin li dijî bedena me, ruhê me, çanda me û dîroka me bûn.”
Rohilat Efrîn destnîşan kir ku kurdan bi avakirina YXG’ê re cihê xwe di nava dîrokê de girt û got ku ew di pêvajoya şoreşê de tenê şer nekirine di heman demê de ji bo avakirinê jî têkoşiyan e. Efrîn axaftina xwe wiha domand: “Civak tenê ji yek zayendî pêk nayê. Du zayend bi hev re dijîn. Lê belê di her civakê de zayenda ku herî zêde nikare xwe biparêze bêguman jin e. Li gelek bajarên me feraseteke ku jinan dixe nava qalibê ‘namûsê’ serdest bû. Nedihiştin ku jin derkevin derve, lê belê bandora tevgera azadiya kurd li ser kurdên Rojava hebû, ji ber ku di nava refên wan de şer kirin û şehîd bûn. Ev yek li ser malbatên me Rojava jî bandorê kiribû. Ev çand heta ku çû şoreşê dewam kiribû. Hat dîtin ku pêwîstî bi afirandina şoreşê û avakirina artêşa jinan heye.”
Rohilat Efrîn diyar kir ku jinan bi ruhê ku wê welatên xwe biparêzin di refên pêş ên şoreşê û avakirina artêşê de cih girtin û fikrên Rêber Apo di şoreşê de esas hatin girtin. Efrîn destnîşan kir ku îro jî hê jî nayê bawerkirin ku wan çawa şoreş ava kiriye, hê jî wek çîrokê tê gotin û lê belê şoreş pêk hat û jin bûn pêşengên şoreşê. Efrîn da zanîn ku şoreşa ku jinan jê re pêşengiyê kir, di heman demê de weke “Şoreşa Jinan” tê pênasekirin. Efrîn destnîşan kir ku bi pêşengiya jinan ew DAIŞ’a ku tirs û xofê xistibû nava dinyayê hat têkbirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Duh em rengek bûn, îro em bûne bi dehan reng. Em bi ked û xwîdanan jinan hatin van rojan. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin, çi ji destê me were em ê bikin. Em tî û birçî jî bimînin, em ê xwe û welatê xwe biparêzin.”