Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Yekitî dîsa yekitî!

HDP di demeke gelek krîtîk de bi armanca sazûmankirina yekitiya neteweyî û xurtkirina têkiliyên bi hêzên kurdistanî re dest bi hevdîtinên girîng kir. Xuya ye ku ev gav dê li Bakur gelek encamên nû bi xwe re bînin.

Tê zanîn ku gelê kurd û Kurdistan di demeke gelek nazîk û krîtîk re derbas dibin. Dora gelê kurd bi êrîşkarên hov hatiye dorpêçkirin. Destkeftiyên hemû parçeyên Kurdistanê di bin êrîş û seferên giran ên neyaran de ne.

Belkî tu dem û dewranên dîrokê, Kurdistan ev qas nêzî derfetên serkeftinê nebûye û her wiha ji hemû parçeyan ve rastî êrîşeke evqas berfireh û piralî nehatiye.

Li Başûr piştî referandûma Kerkûkê me dît çi hat kirin.

Jixwe êrîşên mezin li ser Rojava pêk anîn û ew peywira xwe niha dewrî çeteyên nêzî Tirkiyeyê kirine. Li rojhilatê Kurdistanê rejîma paşverû ya Tehranê destûrê nade ku bi kurdayetiya azad pel jî bilive.

Êrîşên herî mezin jî li bakurê Kurdistanê tên kirin. Bajar hatin tunekirin, li hemberî çiya û baniyan jî şer hatiye îlankirin. Îradeya kurdan ji hemû mekanîzmayên dewletê tê avêtin. Hemû sazî û dezgehên kurdan bi girtinê re rû bi rû ne.

Bêguman di demeke wiha nazik de hewla HDP’ê ya yekitiyê hêjayê pesindayînê ye. Hevdîtina bi partiyên Kurdistanê re û peyamên ku piştî hevdîtinê hêvî dide.

Ji peyaman jî diyar dibe siyaseta kurd êdî gihîştiye wê astê ku ji bo berjewendiya hemû civaka kurdistanî, amade ye dev ji berjewendiyên xwe yên biçûk û erzan berde.

Jixwe ev 40 sal in ku Tevgera Kurdistanî ya li bakur doza yekitî û konferansa neteweyî dike. Lê wekî tê zanîn her carê ev daxwaz bi dîwarên ku dagirkerên Kurdistanê lêkirîne ket û paş ve vegeriya.

Yek ji hêza ku ji yekitiya gelê kurd aciz û nerazî jî her tim siyaseta dewleta tirk e. Tirkiyeyê ji ber ku dev ji siyaseta înkarê ya gelê kurd bernedaye, hem li dijî yekitiya gelê kurd e, hem jî li hemberî hemû destkeftiyên kurd û kurdistanî ye.

Siyaseta kurd di mijara yekitiyê de li ser rêya rast e.

Êdî dem hatiye ku xewn xeyalên desthilatdaran ji ser siyaseta kurd rabin û hemû sazî û dezgehên xwedî hêz ji bo yekitî û çareseriyê bixebitin. Fêlbaziya dîrokê û rûreşiya xiyanetê divê bêyî ku ji gorê rabe, bê binaxkirin. Dema dema bilindkirina rûmetê ye.

Nûçeyên Têkildar