PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Yekitî pîroz be

Kenan Kirkaya
Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Mizgîniyên demên tengasiyê, nîşaneya firêqetî û rojên xweş in. Deklerasyona yekitiya partiyên kurd di vê pêvajoya êrîş, ba û bahoza faşîzmê de ji bo gelê me mizgîniyeke bi vî rengî ye.

Sala 2019’an li gel hemû êrîş, alozî, qeyranan ji gelê kurd re mizgîniyên xêrê jî anîn. Ji sala 2015’an vir ve agir li ser serê gelê kurd dibarînin. Kurdan bi êş be jî bi berxwedanê 2019’an pêşwazî kir. Her çiqas di serî de Rojava hemû herêmên kurd di bin gefxwarinan de bin jî hêza gelê kurd hevsengiyên dinyayê dihejînin û diyar dikin. Li Rojava ba vegeriya û serdestiya psîkolojîk kete destê gelê kurd.

Dîsa di destpêka salê de ji bo tifaqa neteweyî ku xem û xeyalên gelê kurd a sedan salan e bi sedema hilbijartinan be jî gaveke dîrokî, erênî, hêvîdar hate avêtin.  7 partiyên kurd hatin cem hev û tifaqa hilbijartinê li dar xistin. Dil dixwest ku ev tifaq hîn berfirehtir bibûya û hemû derdorên kurd di vê tifaqa azadiyê de cih bigirtana.  Lê belê ev gav bi serê xwe pir watedar  û girîng e. Ev gav feraset û ezbera ‘kurd nabin yek, yekitiya kurdan ne pêkan e, kurd ne li pey xeyalên mezin, li pey berjewendiyên biçûk diçin’ hildiweşîne. Ev gav hêviya Cegerxwînê nemir ku digot ‘Kurdno bibin yek’ pêk tîne.

Ji bo ku ev helwdan bigihîje encameke serkeftî divê gelek xebat bên meşandin. Hîn rêyeke dirêj li pêşiya gelê kurd heye. Divê ku her kurdek bi dilpakî û jidil piştgirî bide vê helwdanê. Divê herkesek ji bo vê yekê fedekariyê bike. Di vî war û barî de krîtera herî girîng berjewendî û azadiya gelê kurd e.  Heya niha di vê rêyê de bi sedhezaran ewladên kurd xwe feda kirin. Niha tişta ji me tê xwestin ew e ku em hesabên koltixan nekin, feraseta ‘ezeziyê’ neparêzin.

Dîsa jî ji bo hêvîdarbûnê gelek sedem hene. Destpêk nîvê serkeftinê ye. Partiyên kurd peywira xwe bi cih anîn, niha dor dora civaka kurd e. Civaka kurd ji bo vê yekê amade ye. Di vî warî de feraset û dîtina civakê ji partiyan li pêştir e. Gel di her şert û mercê de rastî û şaşiyê ji hev cuda dike. Di demeke wiha ku kurd li qada navneteweyî tên axaftin, divê çarenûsa xwe diyar bikin. Li ser kurdan lîstikên mezin hene. Ji bo vê yekê jî yekitiya ku di navbera partiyên kurd de hatiye lidarxistin bersiveke mezin e.

Dê gelê kurd bi vê sînerjiyê hem siberoja xwe diyar bike û hem jî îradeya xwe xurt bike. Cardin ev yekitî û mizgîniya xêrê li hemû gelê kurd pîroz be.

Nûçeyên Têkildar