Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yekitiya Bazirganiyê ya Skoç piştgirî da grevên birçîbûnê

Di Kongreya Sendîkayên skoç de hate xwestin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayîn

Piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê li qada navneteweyî didome. Di Kongreya Sendîkayên Skoç (STUC) de Lynn Henderson axivî û bal kişand ser berxwedêrê greva birçîbûnê Îmam Şîş. Di kongreyê de kurd û çalakiyên grevên birçîbûnê derketin pêş.

Konseya Bazirganiyê ya Aberdeen a Skoç, bi pêşnûmeyeke lezgîn ji Konseya Giştî ya STUC’ê xwest ku piştgiriyê bide grevên birçîbûnê û bixwaze ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re karibe hevdîtinê bike.

Konseya Bazirganiyê ya Aberdeenê ji STUC’ê xwest ku nêrîna xwe ji Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê û Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê re ragihîne. Her wiha li ser grevên birçîbûnê agahiyê bide sendîkavanan û piştgiriyê bide çalakiyên piştevaniyê.

Polîsên skoç hatin şermezarkirin

Pêşnûmeyeke din jî ji aliyê endamê Konseya Bazirganiyê ya Dundee Mike Arnott ve hate pêşkêşkirin. Di pêşnûmeyê de helwesta polîsên skoç hate şermezarkirin ku civaka kurd krîmînalîze dike û diavêje ser malên kurdan ên li Edinburghê. STUC’ê bang li Sekreteriya Kabîneya Edaletê kir û diyar kir ku ji bo dawî li nêzîkatiyên wiha bê anîn û mafên mirovan ên civaka kurd bên dayîn û bibin xwedî jiyaneke aram, divê li pêşberî raya giştî sozê bidin.

Piştgirî ji pêşnûmeyan re hat dayîn

Hevserokê Tevna Piştevaniyê ya Skoç a bi Kurdistanê re Stephen Smellie piştgirî da her du pêşnûmeyan. Smellie zextên polîsên skoç ên li kurdan tê kirin rexne kir û got ku li dibistanan pirsa ‘Bavê we terorîst e?’ li zarokên kurd tê kirin.

Naveroka pêşnûmeyan

Aktîvîstên skoç her wiha bi Serokê TUC ê Gallerê Shavanah Taj re têkilî danîn ku tevna piştgiriyê xurt bikin. Aktîvîstên skoç li ser asta heyî ya çalakiyên greva birçîbûnê agahî dan û ji mirovan xwestin ku li ser mijarê nameyan ji CPT re binivîsînin. Pêşnûmeya ku di kongreyê de hate qebûlkirin wiha ye:

“Ev kongre diyar dike, polîsên ku qanûna têkoşîna li dijî terorê bi kar tînin, diavêjin ser malên kurdên li Skoçyayê, lêgerînê dikin, malên wan desteser dikin û li têkiliyên wan ên siyasî û jiyana wan dipirsin. Bilêvkirina nasnameya kurd, li gorî mejiyê polîtîkaya ewlekariyê ya Îngilistanê weke terorîzm û piştgiriya bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re tê nirxandin. Ji ber vê yekê metirsiya krîmînalîzekirinê li ser civaka kurd heye.

Dîwana Edaletê ya Ewropayê berî çend rojan biryar da ku li gorî rewşa heyî, ji ber ku tu gef nîne, şaş e ku PKK weke rêxistineke terorîst were nîşandan. Di vê navberê de hikûmeta Îngilistanê piştgiriyê dide hikûmeta tirk ku mafên mirovan ên gelê xwe binpê dike û êrîşî kurdên li Sûriyeyê dike ku wan kurdan di têkbirina DAIŞ’ê de bi rola pêşengiyê tevgeriyan.

Em piştgiriyê didin civaka kurd ku li Skoçyayê di nava aştiyê de dijî û dixwaze tev li civaka Skoç bibe.

Kongre ji ber vê yekê;

  • Piştgiriya xwe ya ji bo civaka kurd a li Skoçyayê dubare dike,
  • Zext û tacîza polîsên skoç a li dijî wan (kurdan) şermezar dike,
  • Bang li Sekreteriya Kabîneya Skoç dike ku dawî li van kiryaran bîne û ji bo parastina mafên civaka me ya kurd bê parastin li pêşberî raya giştî sozê bide.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar