Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Yekitiya Dadgerên Navneteweyî li ser bikaranîna çekên kîmyewî bang li NY’yê kir

Yekitiya Dadgerên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) li ser bikaranîna çekên çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve, bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku dest bi lêkolînê bike

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk a dagirker di êrîşên xwe yên dijî gerîlayên azadiyê de, çekên kîmyewî bikar tîne. Herî dawî Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) beriya çend rojan bi daxuyaniyekê ragihand ku bi taybetî li qada Zendûra ya Metînayê û qada Girê Sor a li Avaşînê li gelek deveran çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Li ser vê daxuyaniya NPG’ê, Yekitiya Dadgehên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) bang kir. Ji rêveberên IPPNW’ê Gisela Penteker axivî û diyar kir ku agahiyên yekîneyên HPG’ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî dane hêjayî lêkolînê ne û di vê mijarê de bal kişand ser berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî (NY).

Penteker anî ziman ku dîmen û wêneyên li herêma şer hatine kişandin, ji bo mijara bikaranîna çekên kîmyewî delîleke têrker nîne û destnîşan kir ku ji bo agahî bên piştrastkirin divê pispor lêkolînê bikin. Penteker bi bîr xist ku Tirkiye endamekî NATO’yê ye lewma lêkolînkirina binpêkirina qanûnên têkildarî çekên kîmyewî yên dewleta tirk karê NATO’yê ye.

Di axatina xwe de Penteker da zanîn ku ew piştgiriyê didin bangên hêzên kurd û wiha got: “Eger NATO naxwaze baweriya bi xwe winda bike, divê ji pisporên Neteweyên Yekbûyî re bibe alîkar ku karibin lêkolînê bikin.”

Rêvebera IPPNW’ê ragihand ku di serî de Almanya, Yekitiya Ewropayê jî di mijara çekên kîmyewî de xwedî berpirsyariyan in û bang li rêveberiya Berlînê kir ku di şerê dijî kurdan de êdî bêdeng nemîne.

Rêxistina IPPNW

IPPNW ku navenda wê li DYE’yê ye û ji ber karên xwe yên sala 1985’an hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin, bi zêdeyî 150 hezar endamên xwe li qada navneteweyî yek ji saziyên sereke yên dijberiya çekên kîmyewî ye. IPPNW ku li 63 welatan rêxistiniya xwe heye, bi 8 hezar endamên xwe yên li Almanyayê weke saziya herî mezin a alîgirê aştiyê tê naskirin.

Tirkiye ji sala 1997’an û vir ve aliyekî Rêxistina Qedexekirian Çekên Kîmyewî (OPCW) ye. Gazên ku çavan dişewitînin ên ku destûr tê dayîn ku polîs di bûyerên civakî de bi kar bînin, ji aliyê OPCW’ê tê qedexekirin ku li deverên girtî yên mîna şikeftan bê bikaranîn. Lê belê tevî vê yekê jî Wezîrê Parastinê yê Tirk Akar mikur hat ku artêşa tirk di navbera 10-13’ê sibata 2021’ê de di êrîşa dagirkeriyê de ya li ser Garê ‘tenê gaza ku çavan dişewitîne bi kar aniye’. OPCW pêwîstî pê nedît ku vê mikurhatinê lêkolîn bike.

Têkiliyên qirêj ên navbera OPCW û dewleta tirk ne veşartî ye. Piştî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a cotmeha 2019’an a li ser Girê Spî û Serêkaniyê, ev têkilî bêhtir aşkera bûbû. Di wê demê de ku daxuyanî hatin dayîn ku artêşa tirk li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar aniye, Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Laheyê Şaban Dîşlî bexşa ji 30 hezar euroyî li OPCW’ê kiribû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar