Serokê Yekitiya Efrîqayê Mûsa Fakî Mahamat têkildarî hewldanên dewleta tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Gefên destwerdanên siyasî û leşkerî yên li dijî karên me yên navxweyî, rîska şer zêdetir dike.”
Serokê Yekitiya Efrîqayê Mûsa Fakî Mahamat têkildarî hewldanên dewleta tirk ên ji Lîbyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber ku rewşa Lîbyayê xerab dibe û êşa gelê Lîbyayê zêde dibe, ew bi fikar in.
Di berdewamê de jî Mahamet wiha got: “Gefên destwerdanê yên siyasî û leşkerî yên li dijî karên me yên navxweyî, rîska şer zêdetir dike. Heke çareseriyeke aştiyane pêk neyê, dê encamên xerab pêk werin.”
Yekitiya Efrîqayê
Yekitiya Efrîqayê di sala 2002’yan de li bajarê Dûrbanê yê Efrîqaya Başûr hate avakirin. Ji xeynî Somalîland a ku bi navê dewletbûnê nehatiye naskirin, hemû welatên Efrîqayê endamên vê yekitiyê ne. 55 endamên vê yekitiyê heye.
Meclisa dewleta tirk di roja pêncşemê de tezkereya Lîbyayê erê kir. Dewleta tirk di dawiya meha mijdarê de ji bo ku yekitiya leşkerî ya bi hikûmeta îslamî ya li Trablûsê re zêde bike û sînorên xwe yên behrê berfirehtir bike, du peyman îmze kiribûn.
Bertekên li dijî dewleta tirk
Gelek welatên cîran û hêzên navneteweyî nerazîbûn nîşanî van peymanan dide. Yewnanistan, Qibris, Misir û Îsraîlê nerazîbûn nîşanî vê peymanê dan. Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî der barê îxtîmala ku Tirkiye mudaxeleyê bike, Tirkiye hişyar kir. NY’yê xwest ku bila Tirkiye li gorî ambargoya çekan tevbigere. General Halîfe Haftarê ku rojhilatê Lîbyayê di bin kontrola wî de ye, li hemberî dagirkeriya dewleta tirk banga ‘seferberî’ û ‘cîhanê’ kir.