Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Yekitiya Ewropayê piştgiriyê dide tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê’

KONGRA-GEL nerazîbûn nîşanî saziyên Ewropayê da ku piştgiriya desthilatdariya AKP-MHP'ê dike û wiha got: “Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropayê alîkarî dan faşîzmê ku di nava krîzeke giran de ye”

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi sernavê ‘Rûyê rast ê Yekitiya Ewropayê (YE) û Konseya Ewropayê (KE)’ daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê deme de ku dewleta tirk bi tifaqa AKP-MHP’ê faşîzmeke aşkera bilez ava dike, Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ûrsûla von der Leyen û Serokê Konseya Yekitiya Ewropayê CHarles Mîchel serdana Tirkiyeyê kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Weke ku di daxuyaniyan de jî hate dîtin, li Tirkiyeyê mafên mirovan, demokrasî, qeyûm, pirsgirêka kurd, doza girtina HDP’ê, daxwaza bêdengkirina muxalefetê, vekişîna ji Peymana Stenbolê, komkujiyên jinan, xizanî, xwekuştin, bi deh hezaran girtiyên siyasî ne xema Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropayê ne. Berjewendiyên aboriyê yên herdu aliyan di ser her tiştî re ne û vê yekê rûyê rastî yê Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê careke din raxistiye pêş çavan.

Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê, binpêkirina pîvanên demokrasiyê û mafên mirovan ên gerdûnî ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve, polîtîkayên wê yên li dijî muxalîfan û bi taybetî jî li dijî kurdan ji nedîtî ve hatine. Ev toleransa mezin a ku nîşanî Erdogan dane, sedema bingehîn a dewamkirina şerê taybet ê AKP-MHP’ê yê li dijî kurdan e. Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropayê bi vî rengî bûye hevparê sûcên tifaqa AKP-MHP’ê.

CPT di rapora xwe ya beriya niha de ya li ser Îmraliyê ragihandibû ku binpêkirinên mafên mirovan ên giran hene. CPT tevî ku di 11-25’ê çileya 2021’î de serdana Tirkiyeyê kir neçû girava Îmraliyê û pirsgirêkên ku di rapora xwe de ragihand kontrol nekir. Ev yek jî polîtîkaya durû ya Konseya Ewropayê ya li ser pirsgirêka kurd nîşan dide. Ev polîtîkayên ku ne ji bo çareseriyê ne, zemînê ji zext û tundiya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re ava dike.

Yekitiya Ewropayê bi bêdengiya li pêşberî dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê bûye hevparê sûcên li Efrînê yên guhertina demografiyê, destavêtin, komkujî, revandin û kuştina mirovan, firotina jinên revandî li Qatar û welatên din ên ereb.

Yekitiya Ewropayê ji bo çeteyên ku li malên xelkê Efrînê bi zorê hatine bicihkirin piştgiriya malî dide. Ji ber vê yekê jî di qirkirina kurdan û guhertina demografiya Efrînê de Yekitiya Ewropayê yekser berpirsyar e. Yekitiya Ewropayê ya ku qirkirina li Efrînê ji nedîtî ve tê, bi her awayî piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî dide çeteyên dewleta tirk, yekser hevparê sûcê qirkirinê ye.

Sedema şerê topyekûn û terora dewletê ya li dijî gelê kurd, polîtîkaya dewleta tirk a faşîst a tekperest e ku xwe dispêre înkar û tunekirina kurdan. Li gel vê yekê, piştgiriya Yekitiya Ewropayê ji bo polîtîkayên dewleta tirk, van polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê yên li dijî kurdan rewa dike.

Eger ne ji vê piştgiriya Yekitiya Ewropayê be, nepêkan e ku dewleta tirk polîtîkayên xwe yên înkar û tunekirina kurdan dewam bike. Ji ber şerê li dijî kurdan ku di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ dimeşîne, delweta tirk a faşîst tekperest ji aliyê aborî û civakî û siyasî ve di nava krîzê de ye. Yekemcar di vê astê de ketiye nava krîzeke giran a aborî û siyasî.

Bêhnê tîne ber faşîzmê

Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropayê di vê pêvajoyê de mîna ku di çareserkirina pirsgirêka li Rojhilatê Derya Spî de kir, di çareseriya pirsgirêka kurd û avakirina demokrasiyeke rasteqîn a li Tirkiyeyê jî dikarîbû bi heman rolê tevbigeriya. Ev yek wê bi kêrî berjewendiyên hevpar ên hemû aliyan bihata. Rewşeke bi vî rengî dê di guherîn û veguherîna demokratîk a Rojhilata Navîn de bi bandor bûya. Lê belê Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê li şûna ku di pirsgirêka kurd de pişrtgiriyê bide aştiyê, tercîh kir ku piştgiriyê bide tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya ku di konsepta şer de israr dike. Bi vî rengî ji faşîzma ku di nava krîza mezin de ye bû alîkar ku nefesê bigire. Bi vî rengî piştgirî da vê faşîzmê ku li ser pêyan bimîne, ev faşîzma ku êşên giran bi gelê kurd û gelên Tirkiyeyê û hemû gelên herêmê daye kişandin.

Lê belê tevî polîtîkaya Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropayê ya ku mafên mirovan û demokrasiyê dike qurbanê berjewendiyên aborî, nepêkan e ku temenê faşîzma AKP-MHP’ê bê dirêjkirin. Ya ku temenê faşîzmê diyar bike, têkoşîna hêzên demokrasiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Lewma hêzên demokrasiyê momenteke dîrokî bi dest xistine. Li dijî xizanî, birçîbûn, zilm û komkujiyên ku faşîzm her roj dike, hêrsa gelan roj bi roj mezintir dibe.”

Ruhê Newroz û Geziyê bibin yek

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di vê pêvajoyê de erka dîrokî ya hêzên şoreşger û demokrasiyê ew e ku hêrsa gelan bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin, bikin ku faşîzm bê hilweşandin û ev tişt hat gotin: “Gelê Kurdistanê bi ruhê Garê û Newrozê sekna xwe diyar kir. Faşîzma ku ji peyama Newrozê ya gelê me kete panîkê, êrîşên xwe zêde dike. Li hemberî van êrîşan li her beşên civaka Tirkiyeyê nerazîbûn bilind dibe. Di serî de jin, ciwan, xwendekar û karker, her kesên ku zilm, xizanî û neheqiyê dibînin, ‘ruhê Gezî’ mezin dikin. Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di pêvajoyeke welê de ne ku ruhên Gezî û Newrozê digihêjin hev, dibin yek.

Ev pêvajo pêvajoya hilweşîna faşîzmê ye. Gelên ku ji bo demokrasî û azadiyê rabûne ser pêyan, tu hêz nikare li pêşiya wan bisekine. Hêzên demokrasiyê eger bi bilindkirina têkoşînê rê nedin faşîzma AKP-MHP’ê, wê Yekitiya Ewropa û Kosneya Ewropayê jî neçar bimînin ku polîtîkayên ji bo berjewendiyên xwe biguherînin.

Banga me li hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye; ji xwe û gelên me bawer bikin, hêza me heye ku faşîzmê têk bibin. Rejîma faşîst ji texmînan bêhtir tengav bûye. Sedema vê êrîşkariya wê ne ji ber xurtbûna wê ye; ji ber tengaviya wê ye.

Lewma weke hêzên demokrasiyê divê em zanibin ku her demê bêhtir dikarin encamê werbigirin û bi vê baweriyê pêşengiyê ji gel re bikin. Bi sekna ku baweriyê dide gel û hêviya serketinê diafirîne, divê em pêşengiyê ji vê pêvajoya dîrokî re bikin, pêşengiyê ji pêvajoya hilweşandina faşîzmê re bikin. Divê em yekitiya hêzên demokrasiyê ya rasteqîn deynin ber xwe, li dijî faşîzmê xwe bigihînin her kesî û xwe bi rêxistin bikin.

Em yên ku bi ruhê Newrozê û Gezî têkoşîna demokrasî û azadiyê mezin dikin silav dikin û serketinê ji wan re hêvî dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar