Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Yekitiya Êzidiyên Sûriyê: Dewleta Tirk hovîtiyê dike

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Êzîdiyên Sûriyê bal kişandin ser kirinên bi hovîtî yên li deverên ku dewleta Tirk dagir kirine û bang li civaka navnetewî kir.

Di rapora salane ya Komîteya Emerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî de ku sêşema borî hatiye weşandin, binpêkirinên li dijî Êzidiyên li herêma Efrîn, paşguhkirin û çewisandinên li herêmên ku dewleta dewleta Tirk dagir kirine, hat behskirin.

Her wiha rêveberiya Emerîkayê bang li fişarkirina li Tirkiyê kir ku ji herêmên li Sûriyê dagir kirine vekişe û binpêkirinan rawestîne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Sazî, rêxistin û komeleyên Êzidî yên Sûriyê yên îmze kirine, bal kişandin ser girîngiya tişta ku di rapora salane ya Komîteya Navendî ya Azadiya Olan a Navneteweyî, her wiha ji civaka navneteweyî û raya giştî re piştrast dike ku binpêkirinên di rapora salane de hatiye behskirin êş û azara şêniyên kêmneteweyên ola Êzdayetî li herêmên bakurê Sûriyê ku dewleta Tirkiyê dagir kirine, eşkere dike.

Raporê bal kişand ser binpêkirinên li dijî Êzidiyên li herêma Efrînê, her wiha Êzîdî li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine di paşguhkirin û çewisandinê re derbas dibe. Li aliyekî din jî em piştrast dikin ku tişta di vê raporê û rapora Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya NY’yê der barê binpêkirinên komên tundraw li dijî êzidiyên li Serêkaniyê û Efrînê de hatiye, encamên kedên bi hedefa gihandina qêrîna kesên zirar û êş dîtine ku bigihînin civaka navneteweyî ye.

Di heremên dagirkirî de civaka kurd li beranberî xetereyên mirovî ye

Em Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê piştrast dikin ku pêwîst e ev binpêkirinên li herêmên dagirkirî tên kirin ji hêla rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ve bên şopandin da ku fişarê li Tirkiyê bikin ku bihêle ev rêxistin kiryarên li ser erdê pêk tên belge bikin. Her wiha divê artêşa Tirk û komên tundraw yên hevalbendên wê ji Efrînê vekişin, ji ber civaka Kurd îro ji ber binpêkirin û dagirkirina Tirkiyê çi li Efrînê dibe, çi jî li Serêkaniyê û Girê Spî li beramber xeteriyên mezin e ku gefan li hebûna wê dixwe.

Em tawanên ku ji aliyê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy li dijî Komîteya Navendî ya Azadiya Olî ya Navneteweyî red dikin. Em pişterast dikin ku şîrovekirina wî ne li gorî rastiyê ye û tenê hewldaneke ji bo berpirsiyariya hikûmeta Tirkiyê li beramberî binpêkirinên ku artêşa Tirkiyê pêk tîne înkar bike û destek bide çekdarên radîkal li herêmên ku dagir dike.

Divê hêzên navneteweyî berpirsiyariya sîvilên heremê bigre ser xwe

Em bang li civaka  navnetewî dikin ku berpirsiyariya xwe ya zagonî û mirovî li beramberî azarên sivîlan li herêmên Sûriyê yên dagirkirî rake. Em piştrast dikin ku Serêkaniyê piştî hatiye dagirkirin êzidî lê tune ne. Li Efrînê jî ji sedî 90 ji niştecihên wê yên êzidî koçber bûn. Her wiha 18 cihên pîroz hatin dizîn û talankirin û ev hemû li beramberî çavên artêşa Tirk bi sedemên olî yên radîkal hatin kirin.”

Sazî, rêxistin û komeleyên Êzidî yên ev daxuyanî îmze kirine navê wan li jêr in.

Yekitiya Saziyên Êzidiyan a Sûriyê (YÊS)  ji van saziyan pêk tê:

*Kombûna Êzidiyên Sûriyê – Hevbendî

*Yekitiya Êzidiyên Efrînê

*Yekitiya Êzidiyên Helebê

*Yekitiya Êzidiyên Hesekê

*Mala Êzidiyan a Amûdê

*Mala Êzidiyan a Tirbespiyê

*Mala Êzidiyan a Serêkaniyê

*Meclisa Bilind a Êzidiyên Sûriyê

*Yekitiya Ciwanên Êzidî

*Komeleya Kaniya Spî ya Çandî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar