Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yekitiya hêzên demokrasî dikarin rêyek nû veke

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, di Kongreya HDP’ê ya Amedê de bersîv da Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ya “Bila bi parêzerê xwe re hevdîtin bike” û wiha got: “Erê bila hevdîtin bike. Lê bila li gorî qanûn û hiquqekê hevditin bike. Em dibêjin ji bo hûn vê tecrîdê bi dawî bikin li pêş we çi astengî heye? Em hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiye bibin yek û li dijî tecrîdê derkevin em dikarin rêyek nû vekin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê 2’em Kongreya xwe ya Awarte li salona Tesîsên Demirokê pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, nûneren saziyên demokratîk, Meclisa Dayikên Aştiye, Rêveberên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û nûnerên gelek partî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Kongre bi rêzgirtine dest pê kir. Piştre Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî. Temellî anî ziman ku îro li erdnigeriya ku êşên mezin lê jiyaye, îro feraseta ku bi şer û zilmê xwe li ser piyan dihêle hewl dide îktîdara xwe bi şer berdewam bike û wiha got: “Ev feraset hêj polîtîkayên  xwe yên şer û cudakariyê berdewam dike. Di şertên azadî ye dayik cenazeyên zarokên xwe nabinin. Lê di vê pêvajoya me de zarok cenazeyên dayik û bavê xwe nabînin. Zarok beriya dayik û bavan diçin gorê. Em êdî naxwazin zarokên xwe têxin axê. Em dibêjin em dawî li vî şerî û vê zilmê bînim. Em silavên xwe ji Leyla Guven re dişînin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 186 rojin ji bo tecrîd bi dawî bibe diqîre. 186 roj in bang li cîhanê dike. Ne tenê Leyla Guven, bi hezaran kesên ketine çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê îro diqîrin û dibêjin bila tecrîd bi dawî bibe. Em jî dibêjin bila tecrida li ser birêz Ocalan bi dawî bibe.”

‘Muxatabê meseleyê birêz Ocalan e’

Temellî anî ziman ku muxatabê aştiyê heye û wiha berdewam kir: “Hûn bi înkara muxatabê aştiyê nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Ger ku hûn aştiyê li vi welatî dixwazin, divê hûn meseleya kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin. Muxatabê vê meseleye birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê divê tecrîd rabe. Niha hemû Tirkiye di ben tecrîdê de ye. Êdî tecrîd li her derê belav bûye. Îro Leyla Guven û bi hezaran girtî j bo balê bikişînin ser vê yekê ketin grevê divê êdî hûn vê yekê bibînin û gavan bavêjin. Dawî li vê bê hiqûqiyê bînin. Em dibêjin bila bi rêk û pêk parêzer bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin.”

Bila li gorî hiqûqê hevdîtin bibe

Temellî, helwesta Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Bila parêzer hevdîtin bikin” de jî axivî û wiha got: “Êdî her kes bi lev dike. Vê berxwedanê bandorek mezin kiriye êdî her kes tîne ziman. Em jî dibêjin bila parêzer biçin hevdîtin bikin. Lê divê li gorî hiquq û nîzamekê be. Tenê bi gotinê nabe. Di 2’ê gulanê de parêzeran hevdîtin kir. Em hîn bûn ku tecrîda heyî pir giran e. Mafê ragihandinê jî ji destê wan girtine. Nikare nameyan jî binivîse. Em naxwazin 30 kesên ketine rojiya mirinê jiyana xwe ji dest bidin. Di 2’ê Gulanê de metne hevdîtinê hat. Di wî metnî de naveroka hevdîtinê diyar e. Hêzên têkoşîna civakî û tekoşîna demokrasiyê didin, ger mil bidin hev dikarin vê tecrîdê rakin û dawî li vê rêyê bînin. Armanca me aştî û demorasî ye. Ji ber vê yekê em dibêjin bila ev zilm û kuştin bi dawî bibe. Ger ku em hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiye mil bidin hev û li dijî tecrîdê derkevin em dikarin dawi li vê rêveçûnê binin. Ger ku em aşti û demokrasiyê dixwazin wê demê divê em bi hevre dengê xwe bilind bikin. Divê em deng bidin dengê Leyla Guven û hezaran girtiyên din. 4 salin bê hiqûqi û be edaletî li vî welatî heye. Dewlet bi KHK yan bi rêve çû. Pergala OHAL’ê ava kirin. Em li dijî şer û zilmê bang li hemû gelê Tirkiye dikin. Em bang li hemû kedkar û jinan dikin ku li dijî faşizmê mil bidin hev û bi hevre têbikoşin.”

Yurek: Çima vê zilmê li dayikên kurdan dikin

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nazime Yurek jî di kongreyê de axivî û wiha got: “6 mehin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Ciwanên kurd ji bo jiyanek bi rumet têdikoşin. Ciwanên kurd li hemberî vê berdelê pere û tiştekî din naxwazin. Ji bo azadiya vê axê û demokrasiyê canê xwe didin. Divê em li van ciwanan xwedî derkevin. Zilma li zarokên me tê kirin em jî qebûl nakin. Heta tecrîd li ser Ocalan, zarokên me û hemû gelan ranebe em bêdeng nabin. Çima em tên tecrîdkirin. Çima vê zilmê li dayikên kurdan dikin. Ez dayik im. Ez dayikek kurd im. Me ciwanên bi rûmet anîn ser vê axê.”

Piştî axaftinan raporên maliyê û xebatê hatin xendin û hilbijartin pêk hat. Piştî hilbijartinê ji bo Hevserokatiya HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Uyanik Alokmen hatin hilbijartin. Zeyyat Ceylan piştî ji sedî 70 ji bo hevşaredarê Rezan hat hilbijartin bi hinceta KHK’î ye mazbata nedan wî. Hulya Alokmen jî piştî ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin bi heman hincetê mazbata nedan wê jî. AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar