Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Yekîtiya jinan wê destkeftiyên şoreşê biparêze

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin Rûksen Mihemed destnîşan kir ku divê destkeftiyên şoreşê bi yekitiya hevpar a hemû jinan bên parastin.

Kongra Star a bi dirûşmeya “Bi têkoşîna hevpar emê deskeftiyên Şoreşa Jin biparêzin” 25’ê Tirmehê li bajarê Hesekê komxebatek li dar xist. Gelek jin li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Bakurê Afrîqayê û her wiha bi riya dîmen ji Afganistan, Lubnan, Iraq, Misir, Filistîn, Sûdan, Tûnis û Mexrîb beşdarî komxebatê bûn.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed a di komxebatê de amade bû bal kişand li ser girîngiya destkeftiyên ku jin bi şoreşa 19’ê Tirmehê ya bakûr û rojhilatê Sûriyeyê bidestxistine û ji bo parastina destkeftiyan îşaret bi yekîtiya jinan kir

Rûksen Mihemed diyar kir ku di vê qonaxa hesas de parastin, mezinkirin û belavkirina destkeftiyên şoreşa jinê ye û wiha dewam kir: “Em destpêkê vê komxebatê pêngaveke serkeftî û pîroz dibînin. Komxebat di demek pir hesas de hat lidarxistin. Di komxebatê de bal hat kişandina ser destkeftiyên ku jinan di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi dest xistine, ku em ê çawa êriş û qirkirinên hatine kirin nîqaş bikin û em çawa dikarin rêyekê ji bo parastin, mezinkirin û berfirehkirina wan bibînin.”

Rûksen Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em çawa dikarin ezmûnên ku me di her qadên şoreşê de û bi pêşengiya jinan bi taybet di warê parastinê de bi hemû jinên Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqa û cîhanê re parve bikin. Siyaseta qirkirinê, êrişên ku îro di dema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li naverasta Rojhilata Navîn e, bi taybetî li Kurdistanê. Yên ku herî zêde bi êriş û şeran re rû bi rû jî dimînin jin in, ji ber vê divê jin mekanîzmayên xwe yên parastinê xurtir bikin û li bendê nebe ku mêr an dewlet wê biparêze. Divê jin bixwe gel û destkeftiyên şoreşê biparêze. Ji siyasetên ku li ser jinan pêk tên em dibînin ku sîstemên desthilatdar û zîhniyeta baviksalarî sînoran nasnake û li herderê êrişî jinan dike. Dixwazin zanebûn, kesayet û mejiyê jinê yê azad bikin hedef û bi vî rengî civakê kole bikin. Çiqas li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş heye, li ser jinên Fılistîn, Efganîstan, Yemen, Iraq, Misir, Lubnan û jinên herderê cîhanê heye.”

Rûksen Mihemed bal kişand ser ezmûnên YPJ’ê yên di pêvajoya Şoreşa 12 salan de û wiha got: “Em weke YPJ’ê ji têkoşîn û berxwedana 12 salan di her qadên fikrî, tevlîbûn, parastina gel, xak de û destkeftiyên şoreşê de ezmûnên mezin bi dest xistin. Ji ber vê yekê em dixwazin ezmûnên xwe bi jinên Rojhilata Navîn û Efrîqayê re parve bikin û jê sûd werbigrin. Ji ber ku ger îro rêxistinbûn nebe, zanabûna jin, yekitiya jin û mekanîzmayên parastinê nebe, wê rêxistinbûn û jin bi tundî û qirkirinê re rû bi rû bimînin. Yê ku bikaribe jinê biparêze, vê şoreşê birêve bibe û destkeftiyên wê biparêze jin bi xwe ye. Divê her kes ji ezmûna YPJ’ê sûd werbigire, ezmûna me jî bi ked û fedekariya bi hezaran jinên pêşeng û fermandar hatiye bidestxistin wek, Bêrîtan, Silava, Bêrîvan, Avesta, Hevrîn, Yadê Eqîde, Sead û Hind û bi hezaran jinên fedekar û dildarê azadiyê. Wan ew rê dan pêşiya me û em ketin wê ferqê ku jin bi xwebûna xwe xwe diparêzin.”

Rûksen Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke YPJ’ê li hember siyasetên qirkirinê bang dikin ku bi fikir û felsefeya azad û bi yekitiya hevpar a hemû jinan mekanîzmaya parastinê li her qadê pêş bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar