Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yekîtiya Kurdan temînata serkeftinê ye  

Li ser dagirkirina bajarê Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê re 5 sal derbas dibe. Çavdêr û siyasetmedarên başûrê Kurdistanê vê dagirkeriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo xelkê Rojava nîşan dan û gotin: “Yekrêzî û yekîtiya kurdan temînata serkeftina li her beşên Kurdistanê ye.”

Dagirkeriya dewleta tirk ya faşîst ya li ser gelê kurd û Kurdistanê, çand û nîştîmaniya gelan berdewam dike. Ji beriya 5 salan dewleta tirk ya dagirker û hinek komên çeteyên ku ji herêmên Suriyeyê komkirî û bi rêya hewayî, bi awayekî hovane bajarê zeytûnan dagirkirin û çeteyên xwe li Efrînê bi cih kir.

Di 20’ê çileya sala 2018’yan de êrîşa dewleta tirk û komên çeteyên wê ya li ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Piştî dagirkirina bajêr, di 18’ê adara heman salê de bi awayekî sîstematîk dest bi guhertina demografiya herêmê, xwînrijandin û talankirina herêmê hat kirin.

Çavdêr û siyasetmedarên başûrê Kurdistanê di derbarê dagirkeriya dewleta tirk ya dagirker de ji Rojnews’ê re axivîn.

Jinan pêşengî ji wê berxwedanê re kirin

Parêzer û çalakvana siyasî Çiro Şiwanî li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ya dagirker axivî û wiha pê de çû: “Li ser dagirkirina Efrînê re 5 sal derbas dibe ku qasî 58 rojan li dijî dagirkeriyê berxwedan. Bê guman piraniya qurbaniya jin bûn, jinan pêşengî ji wê berxwedanê re kirin. Wek her carê hinek jin şehîd bûn, hinek jin jî bûn qurbanê şehîdbûna zarokên xwe. Li beramberî hemû şehîdên Efrînê û hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewînin. Dubare piştgiriya xwe ya ji bo hemû hêzên berxwedêran re pêşkêş dikim. Yekrêzî û yekîtiya kurdan temînata serkeftina li her beşên Kurdistanê ye.”

Welatên desthilatdar li pê berjewendiyên xwe ketin

Endamê Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê Simko Reşîd balkişand li ser dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk ya dagirker û çeteyên wê û wiha got: “Niha du salveger hene, ya yekem sûcê dewleta tirk ya dagirkere ku bi çekên herî giran bi bê wijdanî bajarê Efrînê bombebaran kir ku encamê de gelek kes bûn qurbanî wek zarok û kal. Mixabin welatên desthilatdar li ser vê sûcê mezin bêdeng man. Her wiha rojekî dîrokî ye ku şervanan bajarê Kobanê ji destê çeteyan û kevneperestan rizgarkirin.”

Simko Reşîd di dewama axaftina de diyar kir ku her kes dizane di dagirkirina Efrînê û êrîşa ser Kobanê de, dewleta tirk ya dagirker xwedî roleke sereke ye, lê îradeya keç û xortên gerîla û şervanan ji hemû bêdengiya welatên desthilatdar û çekên kîmyawî û qedexekirî bi hêztire.

Dewleta tirk her gav li dû tunekirina destkeftiyên kurdan e

Endamê Serokatiya Hizba Komunîst a Kurdistanê Osman Zîndanî li dijî dagirkirina bajarê Efrînê destnîşan kir ku dewleta tirk hertim plan dike ku her çar beşên Kurdistanê bixe bin desthilatdariya xwe de. Di heman demê de da zanîn ku dibe ku niha vê yek pêkne anîbe, lê hîna benda firseteke navneteweyî ye ku vê dagirkeriyê pêkbîne.

Siyaseta tirk hertim li ser dagirkirina tevahî Kurdistanê ye

Osman Zîndanî destnîşan kir ku ev salveger nîşan didin ku dewleta tirk di dîrokê de hertim siyaseta dagirkeriyê meşandiye û wiha got: “Dewleta tirk ji bingehê xwe ve di nava qeyranek siyasî, aborî û îdariya navxweyî ya welatê xwe de bû. Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî, li welatên din pirsgirêkan ava dike. Ne tenê li Kurdistanê, dibe çeteyên xwe şande Lîbyayê jî. Partiya Erdogan li ser herêmê metirsiye. Pêwîste gelê kurd û partiyên siyasî bi yekîtiyê li beramberî dagirkeriya dewleta tirk rawestin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar