Çalakiya konvedanê ku li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li deriyê Sêmalkayê hatiye lidarxistin, didome.
Îro Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana çalakiyê kir. Endamên yekitiyê ber bi deriyê Pêşxabûr ve meşiyan û banga radestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî kir.
Di meşê de li ser navê yekitiyê endamê rêveberiyê Diyar Silêman daxuyaniyek da û siyaseta PDK û hevkariya wê ya bi dewleta tirk a dagirker re şermezar kir û wiha got: “Kengî dewleta tirk bikeve tengasiyê, êrîşî destkeftî û sivîlan li hemû parçeyên Kurdistanê dike. Derveyî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan bi dronan sivîlan dike hedef û çekên kîmyewî bikar tîne.”
Diyar Silêman hedefgirtina gerîla ji aliyê hêzeke kurd ve şermezar kir û kiryarên PDK’ê wek xiyanet bi nav kir û bang li wê kir ku rêzê ji şehîdan re bigire û cenazeyên wan radestî malbatan bike.
Tê payîn ku dê sibê şêniyên kantona Hesekê serdana çalakiya konvedanê bikin. QAMIŞLO