Yekîtî ji bo civakan, gelan mercê (şertê) herî esasî ye. Civak an jî gelên yekîtiya xwe çênekiribin, di nava demekê dirêj de nikarin xwe biparêzin û bidomînin. Dê bikevin bin horebayê bişaftinê an jî bindestiyê û di nava demê de jî dê tune bibin.
Di dîrokê de gelek gel ji holê rabune. Di sedsala 21’emîn de amurgerî gelek pêşketiye û amurên bişaftinê jî zêde bune. Gelên giyana neteweyî di nava xwe de ne raçandibe û yekîtiya xwe bi saziyan ava nekirîbe an jî neke dê nekare xwe li ser lingan bigire.
Ev heqîqeta berbiçav ji her kesî zêdetir ji gelê Kurd re derbasdar e. Divê gelê Kurd, ji nan û avê zêdetir girîngiyê bide yekîtiyê. Bê guman yekîtî jî bi zanebun, giyana neteweyî û bi rêxistinbunê pêktê. Heman demê rist û helwesta partiyên siyasî, ronakbîr, hunermend û saziyên demokratik girîng e.
Gelê Kurd ji ber gelek sedemên civakî, erdîngarî, olî û siyasî heta niha ne kariye yekîtiya xwe pêkbîne. Bê guman rista dagirkeran astenga herî mezin e.
Gelên cîhanê bi piranî bi şoreşa Fransayê vir ve yekîti û netewebuna xwe pêkanîn. Heman demê bi awayekê jî çarenusa xwe jî bi dest xistin û xwe bi sazî kirin.
Belê mixabin gelê Kurd gorî gelên cîhanê gelek paşde ma. Serê sedsala 20 de şerê cîhanê yê yekemin û piştre jî yê duwemîn pêkhat. Gelek gelan yekîtiya xwe avakirin û çarenusa xwe girtin destê xwe. Gelê Kurd jî gelek caran ji bo çarenus û azadiya xwe kete nava tevger û berxwedanê.
Belê ji ber ku bîrdoziyek û rêxistinek hemdem tüne bu, heman demê jî ne bubu neteweyeke yekgirtî hemu hewldanên wan têk çun. Karesatên mezin hatin serê gelê Kurd. Di alî derunî de birînên kur li ser civakê çêkir.
Ne tenê rewşeke kembax pêkanî welatê Kurdan jî bu çar perçe. Di navbera Osmaniyan û Îranîyan de bi Peymana Kesra Şîrîn sala 1639’de bu du perçe. Bi Peymana Lozanê sala 1923’yan de jî bu çar perçe.
Ji Peymana Lozanê û vir ve gelê Kurd ketiye ber çerxa bişaftin û tunekirinê. Je ber ku tüne nebe sed sal e li hemu qadên Kurdistanê û cîhanê de di nava tevger û berxwedanê de ye.
Bê guman bedelên giran hatine dayîn. Hinek destkeftin jî bi dest hatin xistin. Îro li Başurê Kurdistanê, li Rojava wekî tê xwestin statuyên berfireh û misogerkirî nebe jî heta radeyek deskeftin pêkhatine. Lê belê taluke li ser herdu herêman û bi tevahî li ser gelê Kurd berdewam e.
Heman bêje Şer û pevçun, zext û zor li hemu deverên Kurdistanê berdewam e. Gelê Kurd yê li derveyî welat jî ne rehete.
Dewletên rojava yên hegemon ji salên 1990’î û vir ve li ser Rojhilata Navîn proja Mezin a Rojhilata Navîn dayîne destpêkirin. Şer û pevçun di hinek welatan de guhertin pêkanî. Statûkoya heyî li Êraq, Surî û Lîbyayê darbe xwar.
Gelek derûdoran ev şere wekî şerê cîhanê yê sêyemîn binavkirin. Bê guman gelê Kurd di navenda vî şerî de ye.
Heman demê dewletên bi Kurdan re têkildar jî di nava vî şerîdene. Dewletên mêtînger dixwazin statuya xwe biparêzin an jî eger ji wan bê hinek deverên din jî bêxin destê xwe. Dewletên hegemon jî dixwazin gorî xwe guhertinan pêkbînin û hemu dewletan bi xwe ve girêbidin û xwînmijiya xwe li ser wan bidomînin.
Gelê Kurd û gelên din yên bindest jî diêwazin ji vê cenderê derkevin û jiyaneke azad û demokratîk di nava aştiyê de pêkbînin û bijîn. Belê taluka herî mezin di vê pêvajoyê de li ser gelê Kurd e. Ji ber ku yekîtiya xwe çênekiriye.
Gelek partiyên siyasî hene. Nêrîn û hewldanên cuda hene. Stratejiyek hevbeş gorî rewşa parçeyên welat, hişyari û berjewendiyên wan jî li ber çavan bêgirtin ne hatiye pêkanîn. Bu hindî hêza gelê kurd yekbuyî nînin. Her çiqas gelê Kurd her diçe di asta gelde yekîtiya xwe û netewbuna xwe xurtir dike jî mixabin di asta partiyên siyasî, ronakbîr û saziyan de em vî dîmenî nabînîn.
Ev rewşa parçebuyî û belave hêzê dide serdestan. Serdest ji hêla dek û dolaban de hosta ne. Dîrokê de hostahiya wan a parçe bike, biçuk bixe, li himber hev bîne û tine bike xwurt e.
Îro Hukumeta AKP’ê û hevkarê wî MHP li bakur, başur û rojava di nava şerde ye. Naxwaze li tu erdî destkeftiyên Kurdan hebe. Îran, Êraq û Surî jî hemu cureyê dijminatî dikine. Bi taybet Dewleta Tirk her derfetî de gotina mîsak-î mîlî tîne ziman. Ji destê wan bê dê dest ji vî armanca xwe bernedin.
Ber hindê dixwazin hêzên Kurdan li her derî bînin himberê hev. Nava wan de şer û pevçunan pêkbîne û lehwaz bike. Pişt re jî yek bi yek ji holê rake. Divê mijarê de pêwîste serî de hukumeta herêma Kurdistanê, PDK û hemu parti, sazî, ronakbîr û gelê Kurd vê heqîqetê bibînin.
Peyvîra hemu partî, sazî, ronakbîr, gelê Kurd û dostên wan ewe ku hemû dek û dolaban bibînîn û vala derxînin. Wekî din sedem çibe bila ew be şerê navxweyî nedine pêkanîn. Ji bo pêşerojê û serkeftinan bi lezgînî kongreya neteweyî bê avakirin. Stratejiyek berfireh bête diyarkirin. Pirsgirêkên heyî bi guftugoyan bêne çareserkirin.
Gelê Kurd êdî yekîtî û serkeftinê dixwaze. Di vê dema dîrokî de divê kes ji vê daxwaza pîroz nereve. Kî berevajî vê tevbigere dê gelê me û dîrok wî efu neke.
Heman demê dê vê sedsalê jî bi gelê Kurd bide windakirin. Di vir de banga min serî de ji birêz Barzanî û hemu pêşewayên Kurdan re heye. Rista herî mezin dikeve ser milê we. Hêviya gelê Kurd ewe ku yekîti bê avakirin û azadiya wî bê misogerkirin. Kî pêşengiyê bike û vê daxwaza pîroz pêkbîne dê di rupelên dîrokê yên zêrên de cîhê xwe bigre. Hêviyê nekujin…