Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Yekitiya neteweyî di kolanan de pêk tê

 

HDP civîna xwe lidar xist û bîryar da ku li hember kiryarên faşîzan ên li dijî partiya wan û gelê kurd bisekine. Bi gotinek din HDP biryara berxwedanê û xwebûyînê da.

Di rewşa heyî de hikûmeta AKP-MHP-Ergenekon bûne dewlet. Di wê wateyê de erîşên AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd, siyasetmedarên wê û her wiha her cure xebatên ji bo kurdî hedef dike û mabesta xwe jî tasfiyakirina tevahî destkeftiyên kurdan e, di wê manê de di polîgona dewleta tirk de kurd bi giştî hene.

Erîşa li ser Rojava û hewldana dagirkirinê vê rastiyê îfade dike. Erîşa li ser Şengalê jî heman rastî ye. Bêguman erîşên li ser Başûr jî heman tişt e. Pêwîst nîne ku em erîşên dewletê li ser şarederiyan û destdanîne li ser wan bikin. Hemû kiryarên dijî mirovahî û binpêkirinên diyar in. Her wiha her roj li cihek din erîş û lînca kurdan tê jiyandin. Rakirina tabelayên bi zimanê kurdî jî rastî û armanca hikûmeta AKP-MHP’ê nîşan dide. Bi kurtahî; Rewşa heyî ji bo kurdan çiqasî xetereye diyar e. Lê xetere tenê ev nîn in. Xetere hîn zêdetir û kurtir in.

Hikûmeta AKP-MHP’ê hîn rastir Erdogan û Bahçelî her roj behsa hedefên xwe yên 2023’yan dikin. Gelo hedefên 2023’yan çi nin?

Yekemîn hedefa Erdogan û Bahçelî dagirkirina axa rojavayê Kurdistan e, rojhilatê bakurê Sûriyeyê ye. Çend gav ji bo dagirkirina Rojava avêtin. Hedefe duyemîn jî bi giştî dagirkirina Başûr e. Çendî baregehên leşkerî li Başûr herkes dizane. Gotinên; ‘pirsgirêka Musulê li Musulê çareser dibe’ vê rastiyê îfade dike. Musul jî tenê bajarê Musulê nîne, Musul eyaleta Musul a  kevn e. Ew jî, bajarê; Musul e, Kerkûk e, Suleymaniyê ye, Hewlêr e. Hîn şênbertir tevahî axa başûrê Kurdistanê ye. Hedefa seyemîn jî, cihên din ên ku qaşo beriya peymana Lozanê de di bin destên Osmaniyan de ne. Û pê re jî plansaziyên ku Erdogan bi gotinên ‘Sînorên Dilê Me’ destpê dikin. Ev sînor jî yê hate ku derê xwe dirêj bikin, ev jî bi pêşveçûyînên heta 2023’yan ên diyar bibin.

Bêyî ku em dirêj bikin, hedefên Erdogan û Bahçelî di nava xwe de îlana şer dijî gelê kurd û herêma Rojhilata Naverast di nava xwe de dihewîne. Hedefa yekem kurd in, pê re jî di esasa xwe de giştî Rojhilata Naverast e û gelên ku di Rojhilata Naverast de jîn dikin.

Di rewşek wiha de girtina biryara HDP ya ku berxwedana dijî Erdogan-Bahçelî û biryara xwedan ji şarederiyên xwe derbikeve girîng e.

Lê em bizanin ku bi biryara HDP Erdogan û Bahçelî nayên sekinandin. Dibe ku HDP hinek tişta bike, lê yên ku encamê tayîn bikin çend vekîl nînin. Yên ku bikaribin erîşên Erdogan û Bahçelî bidin rawestandin, hêza kolanan e. Di wê manê de gelê kurd bi xwe ye. Yekitiya gelê kurd e.

Di mijara Yekitiya Neteweyî de jî rola esas a gel e. Dibe ku hinek partî, rewşenbîr, rêxistinên sîvîl, hûnermend, înîsiyatîfên sîvîl û her wiha rolek girîng bileyzin. Lê di mijara Yekitiya Neteweyî de jî rol û rist a gel bi xwe ye. Dema gelê kurd hemû xeteriyan bide ber çavan û ji bo rûmeta ax û welat dakeve kolanan, wê demê dê were dîtin ku çendî erîşên Erdogan û Bahçelî faşilin û pûç in. Hêza kolanan ê zelal bike ka kijan partiya kurd, kesatî û rêxistina kurd pêşiya Yekitiya Neteweyî asteng e. Û yê were dîtin ku Yekitiya Neteweyî ne di salonan de lê di kolanan de dikare were avakirin!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar