Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Yekitiya neteweyî xeyala hemû kurdan e’

Serokê giştî yê PDK-T’ê Mehmet Emîn Kardaş diyar kir ku yekitiya neteweyî xewn û xeyala her kurdekî ye û wiha got: “Dibe ku partiyên kurd xwedî taktîk, stratejî û fikrên cuda bin lê divê di xeta neteweyî de bibin yek. Gelê me pir erênî nêzî yekitiyê dibe û di gel de hêvî ava kiriye.”

Xebatên ji bo avakirina yekitiya neteweyî yên partiyên siyasî yên kurd didomin. Partiyên kurd di vê çarçoveyê de dê di rojên pêş de civînekî li dar bixin. Têkildarî mijarê serokê giştî yê PDK-T’ê Mehmet Emîn Kardaş ji MA’yê re axivî.

Mehmet Emîn Kardaş anî ziman ku yekitiya kurdan hewcehiyeke û wiha got: “Bi salane ev hewcehiye hebû. Lê mixabin heta niha ava nebû. Em dixwazin îsal bibe sala yekitiya partiyên kurd û hêzên kurdistanî yên ba kurd. Em niha ji ewil ji bo Bakur yekitiyê difikirin. Dema li vir yekitî ava bû jî em ê yekitiya beşên din bixin rojeva xwe. Ev rêbaz dê xebatan hêsantir bike. Yekitî xewna her kurdekî ye. Divê di serî de her parçe yekitiya xwe ava bike û piştre jî konfederasyonek bê avakirin. Ji Rûsyayê heta DYA, Ingilistan, Fransa, Tirkiye û Îranê, îro temamiya hêzên cîhanê li Kurdistanê bi cih bûne. Divê kongreyeke neteweyî pêk bê û kurd bişewêrin.”

Kardaş diyar kir ku kurd di salên 1915-18’an de di navbera osmanî û îraniyan de hatin pelçiqandin û wiha dom kir: “Lê di dawiya dawî de yên ku Kurdistan kirin çar parçe, dewletên emperyalin. Bi peymana Lozanê em parçe kirin. Yên ku wê rojê Kurdistan parçe kirin divê îro jî bikin yek. Ger ku mîna demên berê kurd  û xizmên me îxanetê li me bikin, wê demê em bi ser nakevin. Divê êdî dawî li vê xiyanetê bê anîn.”

‘Hemû partiyên kurd dikarin bên cem hev’

Herî dawî jî Kardaş bal kişand ser helwesta PKK û PDK’ê ya têkildarî yekitiya neteweyî û ev tişt anî ziman: “Her partî xwedî fikr û raman e. Taktîk û stratejiyên wan hene. Ev jî tiştekî xwezayî ye. Her partiyeke kurd dikare xwedî raman û bernameyên cuda be. Lê divê di asta neteweyî û xeta neteweyî de yekitiyek hebe. Ev jî tifaqa yekitiya neteweyî ye. Hemû partî dikarin bên cem hev. Divê li ser xeta al, ax, ziman, çand, dîrok û nirxên neteweya kurd li hev bikin.  Em bi hêvî ne ku dê pêk bê. Yekitiya partiyan di nava gel de jî hêviyê çê dike. Temamiya gelê kurd pir erênî nêz dibe. Gelê me ji bo yekitiya diayan dike. Hewldana yekitiyê ev 220 sal in didome. Divê partiyên kurd ji bo yekitiyê serê xwe bi êşînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar