Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Yekitiya Ragihandina Jinan hate damezirandin

Sêyemîn Konferansa Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 86 delegeyan û bi dirûşma ‘Ragihandina jinan dengê neteweya demokratîk e’ li Qamişloyê hate lidarxistin. Li eywana konferansê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên çapemeniyê û pankartên bi zimanên kurdî û erebî hatibûn daliqandin.

Di konferansê de ji ewil seroka Komîteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî û wiha got: “Medya bi roleke girîng radibe. Rêya rastî nîşanî cîhanê dide. Çapemenî ji rêyên dîplomatîk bêhtir girîng e. Di herikîna dîrokê de li ser gelên kurd û ermen gelek komkujî hatin kirin. Bi sed hezaran mirov hatin qetilkirin. Lê ji ber ku kronolojiya bûyeran nehatiye belgekirin heta niha tu îtîraf bi van komkujiyan tune ye. Ji ber vê yekê divê ragihandin bûyeran bi hûrgilî, rêbaz, zimanekî zelal û formulekê bişopîne da ku bandorê li raya cîhanê bike. Nexasim di demekê ku dewleta tirk gefan li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe de.”

Kêmdîtina jinan hate rexnekirin

Ehmed kêmdîtina temamiya jinên li Sûriyeyê di çapemeniyê de rexne kir û da zanîn ku jinên li her deverekê Sûriyeyê baş bên dîtin. Piştî axaftina Ehmed jî 5 delege ji bo rêvebirina konferansê hatin hilbijartin. Paşê nirxandinên Ocalan ên têkildarî dîroka çapemeniyê û girîngiya dîroka çapemeniyê hatin xwendin. Piştî xwendinê jî deriyê nîqaşa kar û xebatê li pêşiya delegeyan hate vekirin. Di konferansê de rêzikname hate nîqaşkirin. Piştî nîqaşan jî Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) hate damezirandin.

Girîngiya çapemeniyan jinan

Di dawiyê de endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivî û ev tişt anî ziman: “Konferans bi nîqaşên girîngiya rola jinan bi dawî bû. Lewre divê em ji bo pêşxistin, nêrîna jinan û îradeya jinan kar û xebatê bikin û hişmendiya zayendperestî ya mêran ku hemû saziyên çapemeniyê zor û zehmetiya wê dikişînin, têk bibin. Bi navlêkirina nû ya çapemaniya jinan dê ji aliyê civakî ve gaveke nû û serkeftî be. Di têkoşînê de rola çapemeniya jinan hem di hêla nivîskî û hem jî di hêla weşanan de pir girîng e.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar