Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Yekser bang ji Mesûd Barzanî re!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li hemû welatan pêşeng an rêberê gelan derdikevin. Hinek ji berdewamiya malbatî ve, hinek jî bi ked û ramana xwe ya takekesî ve, dibe xwedî vê nasnamê, vê erkê yan vê peywirê.

Hema em yekser werin ser xaka xwe ya pîroz Kurdistanê û bala xwe bidin civaka xwe. Li welatê me jî xwedî van taybetiyên behsa wan hatin kirin hene. Ger ku em yekser mînakan bidin; yên di nêz de çûne ser dilovaniya xwe Seyîd Riza, Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Mam Celal û hwd.

Yên niha li jiyanê ne û di nasyariyê de li pêş in; Abdullah Ocalan û Mesûd Barzanî ye. Wek tê zanîn A.Ocalan di zindana tirkan de dilgirtiye, yê li derve û li ser kar e bi tenê dimîne M.Barzanî. Lewma yekser bang ji bo Mesûd Barzanî tên kirin.

Mirov dikare bangê ji bo A.Ocalan jî yan ji bo herduyan bi hev re jî bike, lê ji ber ku danûstandin li gel wî, hema hema nîne, astengkirî ye û heta agahî ji jiyana wî jî nîne, bi kurtayî di bin xetera dewleta tirk de ye. Her wiha jixwe wî berê niha, di dema komxebatên ji bo damezrandina Kongreya Neteweyî de, dîtin û nêrîna xwe ya ji bo serokatiya M.Barzanî, bi rêya parêzerê xwe şandibû û ev agahî, hem çû gihişt M.Barzanî û hem jî bi raya giştî ya Kurdistaniî re hat parvekirin.

Hem ji vî alî ve û hem jî ji gelek aliyê din ve, diyar e ku barê te pir giran e lê ewqas jî bi rûmet û pîroz e jî.

Lewma çavê gelê Kurdistanê çawa li ser te ye, ewqas çavê neyarên Kurdistanê jî li ser te ye. Ev ne mijarek ji rêzê ye, barekî giran e; ji herdu aliyan ve jî daxwazên mezin ji te tên kirin.

Bêgûman daxwazî û heta tehdîdên dewletan-bi taybetî yên dewleta tirkan-tên dîtin û helbet ev ne daxwazên ku werin qebûlkirin, ji ber ku siyaset û kiryarên wan li ber çavan e û êdî ne bi nehînî, dijminatiyên xwe aşkera didin meşandin. Erê dijminatiyên xwe yên li dijî PKK’ê derdixin pêş lê êdî hem bi gotin û hem bi kiryarî diyar kirine ku li dijî hemû destkeftiyên kurd û kurdistaniyan e. Helbet ji her kesî bêhtir jî hûn, bi taybetî baş nas dikin dewleta tirk.

Belê li gel vê daxwaz û bendewariyên gelê Kurdistanê jî ji te hene. Helbet di van xwestin û hêviyên xwe de, mafdar in û ji nedîtî ve nikare werin dîtin. Ji ber ku hûn wan gelê xwe dibînin, ew jî we rêberê xwe dibînin. Ger ku ev rast bin, wê wextê divê ev rastî-ev heqîqet were qebûlkirin û her kes bi peywira xwe rabe, kes xwe ji ber kar û bar nedin alî.

Îca niha li hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî li Başûr, xetereyek mezin li holê ye. Her wiha hema em yekser bi nav bikin û bêjin; dewleta tirkan dixwaze kurdan bi hev bide kuştin, dixwaze her du hêzên mezin ên Kurdistanê PKK û PDK’ê bixe nava şerekî xedar. Em zemanê berê bidin rexekî, yên niha ev bû 2 meh û 8 roj in ku êrîşên giran bi hemû hêzên xwê yên erdê û hewayî dewleta tirkan, li ser serê gerîlayên Kurdistanê dide meşandin. Her roj hem gerila, hem gel û him jî hinek ji pêşmergeyan jî, dikevin ber van bombaranên dewlêta tirkan û şehîd dikevin. Ya cihê metirsiyê ye, hêzên pêşmergeyan jî weke piştgriya arteşa tirkan, hinek herêmên gerîla dorpêç kirine.

Di serî de ji aliyê gerîla ve, hemû gelê Kurdistanê û dostên gelê Kurdistanê yekser bang li we dike ji bo şer dernekeve di nava gerîla û pêşmergeyan de. Lê mixabin deng ji we dernakeve, gelo çima?

Divê hûn vê zanibin; êdî herkes di astek bilind de zana bûye û kar û bandora kê çiqas e dizane, her wiha dizanin ku li Kurdistanê yê li ser gel xwedî gotina bi bandor e Abdullah Ocalan û Mesûd Barzanî ye. Lewma yekser bang ji te re tên kirin.

Ew qas bang, ew qas şande hatin û xwestin te bibînin lê mixabin ne te hevdîtina wan qebûl kir û ne te daxuyaniyek ji xerê re da. Tu kesayetiyên kurdistanî weke mînak ên KNK’ê û hwd. qebûl nakî, ji bo vê mijara xêrê û pîroz û jixwe erka te ye. Lê sed heyf û mixabin te, yên weke Nesir Herîrî yê xwînxwarê kurdan pêşewazî dikî ku ew niha li gel dewleta faşîst, li ser xaka Kurdistana pîroz li Efrînê û Serêkaniyê û Grêsipî serweriyê dide meşandin.

Îca weke rêberekî kurdistanî, gelê Kurdistanê bi giştî li bende peyama te ya aştîxwaz e ku ev peyama te berê jî heye, lê divê êdî ne bi gotin bi kiryarî jî tu pêşiyê li şerê nav kurdan bigire. Berovajî, weke Kobanê, Mexmûrê, Kerkûkê û hwd. pêşmerge û gerîla mil bidin milên hev, li dijî neyarên Kurdistanê bibin yekdeng û yeksenger.

Gelê Kurdistanê, bi lezgînî bendewarê vê peyam û erkê we yê erênî yê layiqî rêbertiyê ye!

Nûçeyên Têkildar