Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Yên bêdeng bin dipejirînin; helwestê nîşan bidin’

KCD’ê nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û bang li raya giştî kir ku helwestê nîşan bide. DBP’ê jî destnîşan kir ku desteserkirina şaredariyan ‘şerekî nû ye li dijî gelê kurd’ û ev tişt got: “Wê nikaribin bi vî rengî me rawestînin, em ê qeyûm nas nekin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tayînkirina qeyûman li şaredariyan darbeyeke nû ya siyasî ye, helwesteke dijminane ye. KCD’ê bi berdewamî wiha got: “Wezareta Karên Hundir navenda darbeyê ye, tetîkkêşê kiryar û biryarên li dijî demokrasiyê ye, navenda provokasyon û desteserkirina azadî û mafane. Ev desthilatdariyê û Wezareta Karên Hundir tehemûl nekirine ku karên nelirê yên dema bihurî ya qeyûman, rezîltiyên qeyûman ên li dijî çavkaniyên gel kirin aşkere bibin. Bi qasî serê derziyê meşrûiyeta demokratîk a vê desthilatdariyê nemaye. Xespkirina îradeya gel, tişta di sindoqan de bi dest nexistine bixwazin bi dek û dolab û şîddeta dewletê bi dest bixin, bûye tiştekî asayî ya tifaqa AKP û MHP’ê.”

KCD’ê her wiha ev tişt anî ziman: “Wê gelê me tu carî van tiştan qebûl neke. Wekî berê wê xwedî li îrade, nûnerên xwe yên hilbijartine û wê xwedî li partiya xwe derkeve. Li hemberî vê desthilatdariyê bikaranîna rêyên demokratîk ên meşrû û demokratîk, mafekî destûra bingehîn û ya hiqûqa navneteweyîye. Bi têkoşîna hevpar û bi biryar a hêzên demokrasiyê em dikarin demokrasiyê bi dest bixin. Em bang li hemû kesan dikin ên ku di 31’ê adarê û 23’ê hezîranê de dengê xwe dane û ji bo têkçûna tifaqa AKP û MHP’ê û ji bo serketina demokrasiyê xebitîne. Ev ne bi tenê kêşeya HDP û gelê kurd e, ev kêşeya hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Bêdeng nemînin, bedengî tê wateya pesendkirinê.”

DBP: Wê fêhm bikin ku nikarin bi me

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û destgîrkirina bi sedan kesî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBP’ê diyar kir ku endama wan a Desteya Rêveberiya Navendî Sevîm Adsoy, endamên wan ên Meclîsa Partiyê Tahîr Ozdemîr û Sûat Aslan jî di nav de bi dehan rêveberên partiyê û bi sedan siyasetmedarên kurd bi darbeya siyasî ya AKP û MHP’ê bi rengekî nehiqûqî hatine destgîrkirin. DBP’ê destgeserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê weke şerekî nû yê li dijî têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd pênase kir.

‘Wê nikaribin bi vî rengî me rawestînin’

Di daxuyaniya DBP’ê de hate gotin: “Armanca van operasyonên li dijî HDP’ê ku partiya me jî pêkhateyeke wê ye, tasfiyekirina siyaseta kurd e. Bi destgîrkirin û girtina me, bi operasyonên qirkirina siyasî yên ku ji wan heye wê me asteng bikin, wê fêhm bikin ku wê nikaribin baweriya gelan a bi azadî, ked, aştî û demokrasiyê bi dawî bikin. Em careke din destnîşan dikin; em ê qeyûman nas nekin, qebûl nekin. Divê hikumet tavilê ji vê gava xwe ya tirsnak vegere.”AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar