Dewleta tirk careke din êrîş bir ser Rojava. Di êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserorkatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn. Her weha Hevserokê Kantona Qamişlo Gabî Şemûn jî bi giranî birîndar bû.
Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk bi êrîşên vê cûreyî gefan li Rojavayê Kurdistanê dixwe. Piştî têkçûna DAIŞ’ê, dewleta tirk dawî bi şerê wekaletê anî û rasterast dest bi êrîşan kir. Di sala 2018 û 2019’an de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Ji sala 2020’an heta niha jî hem êrîşên xwe yên bombayî û hem jî sûîqestan didomîne.
Hin sûîqestên ku heta niha pêkanîn em careke din bi bîr bînin…
Ewil car di 23’yê Hezîrana 2020’an de êrîş bir ser gundê Kobanê ya Hêlîncê û di vê êrîşê de 3 jinên kurd a têkoşer hatin şehîdkirin. 20’ê Cotmehê 2020’an li gundê Dêrîkê, li Mezrê 2 sîvil hatin qetilkirin. 19’ê Tebaxa 2021’ê li gundê Zirganê ya li ser Til Temirê 4 endamên Meclisa Leşkerî ya Til Temîrê şehîd kirin. Rojek piştî vê sûîqestê ev car li nava Qamişlo êrîşek pêk anîn û du Rojavayî qetil kirin. 23’yê Cotmeha heman salê li ser rêya Heleb û Kobanê sûîqestek çêkirin û di vê êrîşê de 3 Rojavayî hatin qetilkirin. 9’ê Mijdarê 2021’ê de navnîşana êrîşê ev car taxa Hilêliyê ya Qamişlo bû. Di vê êrîşê de Yusuf Gulo, Mazlûm Mistefa Gulo û Mihemed Mehmûd Gulo hatin qetilkirin. 25’ê Qanûnê 2021’ê de li Kobanê êrîş birin ser avahiyeke û di êrîşê de 5 Rojavayî şehîd ketin. Di 9’ê Nîsanê 2022’yan de li Dirbêsiyê endamê asayîşê Mihemed Aydin bi sûîqesta dewleta tirk şehîd ket. 10 roj şûnda, di 20’ê Nîsanê de jî li ser rêya Êdîq û Textikê maşînek hedef girtin û 3 jinên din qetilkirin. Di 23’yê Tîrmehê 2022’yan de careke din êrîş birin ser maşîneke û bi tevî fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan 3 têkoşer hatin şehîdkirin.
Ev êrîşên hanê tenê çend mînak in. Dewleta tirk bi vî cûreyî dehan êrîş pêk anîn. Ji sedî zêdetir têkoşerên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî hovane hatin şehîdkirin.
Li hember van êrîşan tenê kurd û hin dostên kurdan bertek nîşan dan. Di serî de dewletên di nav koalîsyona dijî DAIŞ’ê de cih digrin, yek dewletek bertek nîşan nedan. Wezareta Parastinê ya Amerîka carek tenê beyaneke sersaxiyê ragehand. Ev beyan jî çend roj piştî şehîdkirina fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan, hate ragihandin. Amerîka vê beyana xwe ya sersaxiyê de navê tawanbaran veşart. Di beyana wan de çi bertekek berbiçav tûne bû. Tenê behsa qehremaniya Jiyan Tolhildan dikirin û sersaxî dixwestin, ev qas!
Heta niha ji rayedariya Başûrê Kurdistanê jî çi bertek nehatiye nîşandan. Mixabin, ew jî bêdeng mane.
Rewş ev e!
Li hember vê rewşê jî tenê kurdên dilsoz û çend dostên kurd li ber xwe didin, dijberiya êrîşan dikin. Yên din bêdeng in. Heta hin caran bi beyanên xwe ve rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê tawanbar dikin. Di êrîşa dûmahî de jî weha bû. Li ser pirseke rojnamevanekî Berdevkê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Koşka Spî ya Amerîkayê John Kirby axivî û got “Li ser sînor pirsgirêka Tirkiyê ya ewlehiyê heye û em vê fêm dikin. Divê Tirkiye jî fêm bike ku em li Sûriyê çi dikin, ji bo çi wî karî dikin, bi kê re dikin û ji bo çi bi wan re dikin.”
De ka werin li vê ecêbê binêrin!
John Kirby, bi van peyvan aşkere dike ku ew ji êrîşan hayîdar in û hemû êrîş bi îzna wan çêdibe. Diyar e, ji bo Tirkiye dengê xwe yê dijber bilind neke jî, ev derfeta didin wan. Bi rengekî ji xwe re cîh çêdikin.
Ji xwe dûrutiya herî mezin ev e. Dewleta tirk ji vê durûtiyê hêz digre. Ji ber vê durûtiyê, dikare êrîşên xwe yên hovane bidomîne. Ango Tirkiye ne bi hêza xwe, bi hêza bêdengiyên welatên rojava û hin derdorên kurd, ev qatlîman pêk tîne.
Ev bêdengî suc e. Yên qetlîaman pêk tînin çi qas sûcdar bin, ew ên bêdeng dimînin jî ew qas sûcdar in. Ew, şîrîkê sûcên dewleta tirk in.
Divê em careke din bi bîr bînin ku ev rêya hatiye hilbijartin, ne tu rê ye. Çi kes nikare bi vê rêya qirêj encam bigre. Bila yên bêdeng jî bizanibin, ew bi bêdengiya xwe alîkariya qirêjiyê dikin.
Çareseriya esasî jî zêdebûna bertekan e.
Ev mesele ne tenê meseleyek siyasî an jî leşkerî ye. Ev mesele her weha însanî ye. Ew ên tên qetilkirin, ne tenê Kurda hemû cihanê ji DAIŞ’a hov xelas kirine. Hemû cihan deyindarê wan in. Heke cihan deynê xwe nede, bila baş bizanibin ku pêşî careke din ew ê li DAIŞ’ê vebe. Ji bo pêşîlêgirtina dewleta tirk, rêya esasî berteka cihanî ye. Divê kurd tenê nemînin. Divê Rojavayê Kurdistanê tenê nemîne. Ji ber ku em hemû deyindarê wan in.