Mehmet Alî Ertaş |
Şerê li Rojhilata Navîn û li ser axa Kurdistanê belav dibe, bi xwe re kuştin, talankirin, wêrankirin, koçberiyê tîne. Herî zêde zarok, jin, kal û pîr mexdûr dibin û dibin qurbana şer. Bi taybetî piştî DAIŞ’ê li Sûriyeyê dest bi şer kir, her der talan û wêran kir. Ji hovîtiya DAIŞ’ê û şerê dijwar bi sed hezaran kurd ji cih û warên xwe koç kirin. Bi sed hezaran kurdên Rojava hatin Tirkiyeyê û ji vir jî bi hezaran kurd derbasî welatên Ewropa bûn. Lê her çend ji bo canê xwe xelas bikin ji cih û warên xwe koç bûn jî gelek jê di rêyan de qeza derbas kirin û mirin. Hinek jê bi keda erzan û karê herî giran kirin û di qezayên (Cînayetên) kar de jiyana xwe ji dest dan. Hin ji wan jî dema derbasî welatên Ewropayê bûn di behrê de noqî avê bûn û fetisîn. Bi sedan kurdên koçber di rêwîtiya koçê de jiyana xwe ji dest dan. Lê çîrok û serpêhatiyên van koçberan pir nayên zanîn. Hin mînakên berbiçav, serpêhatiya kurdên penaber û koçber bêtir şênber dike.
5 sal berê di 2’yê Îlona 2015’an de keştiya penaberan ku piraniya wan kurdên Sûriyeyê bûn noqî avê bû. Keştiya ku nêzî 25-30 penaberên bi piranî malbat bûn, bar kir û ber bi Girava Kos a Yewnenistanê ve bi rê ket di nava deryayê de noqî avê bû. Piştî bûyerê wêneyê Alan Kurdî yê 3 salî lê li pera avê li ser medyaya civakî hat parvekirin û ew wêneyê Alan Kurdî bû sembola serpêhatiyên penberên kurd. 5 sal borîn lê dîsa tu tedbîr nehatin girtin. Tu lêpirsîn nehatin vekirin û hêj penaberên kurd di deryayê de noqî avê dibin û jiyana xwe ji dest didin.
5 sal şûnde vê carê kur û bav di deryaya Egeyê de winda bûn. Hefteyek borî hêj agahî ji cenazeyê kur û bav tune ye. Di 25’ê Tebaxa 2020’an de dîsa keştiyek qaçaxvanên mirovan penaberên sûriyeyî bar kir û berê xwe da Yewnenistanê. Keştiya zêdeyî 100 kesî bar kiribûn noqî avê bû. Di keştiyê de hevjîn Bêrîvan Muhammed û Yûnûs Cansu û kurê wan Hasan noqî avê bûn. Bêrîvan rizgar bû lê bav Yunus û kur Hasan ê 3 salî di ava deryayê de winda bûn. Muhammed û malbata xwe, bi rêya qaçaxvanên mirovan bi keştiyê ji navçeya Marmarîs a Muglayê berê xwe da rêya talûke. 5 bazirganê mirovan û 103 mirovên penaber li keştiya biçûk siwar bûn û berê xwe dan Yewnenistanê. Keştî li nêzî Girava Halkî ya Yewnenistanê noqî avê bû. 77 penaber rizgar bûn. Lê hêj kur Hasan û bav Yunus jî di nav de 26 kesên penaber winda ne.
Penaber Bêrîvan Muhammed jî wekî malbata Alan Kurdî ji Sûriyeyê koçî Stenbolê kiribûn. Malbata Bêrîvan di sala 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kir, bi malbata xwe re li Stenbolê bi cih bû. Bêrîvan Muhammed li Stenbolê bi Yûnûs Cansu ê Nisêbînî re zewicî û zarokê wan ê bi navê Hasan ji dayik bû. Piştî şert û mercên debarê yên Muhammed xera bû, li gel zarokê xwe di 25’ê Tebaxê de bi keştiyê xwest biçe welatên Ewropayê û berê xwe da Yewnenistanê. Lê xeyalê wê bi avê de çûn.
2 sal berê jî li Egeyê 4 zarok fetisîn. Di 18’ê Adara 2018’an de li Deryaya Egeyê, keştiyek ku koçber tê de bûn li nêzî Girava Agathonisi ya Yewnenistanê noqî avê bûbû. Di keştiyê de 14 penaber xeniqîn. Ji kesên penaber 4 jê zarok bûn.
Li gor daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) di sala 2018’an de 4476 kes di rêya koçberiyê de mirine. Li gor daneyên IOM’ê mirov herî zêde ji Sûriyeyê penaber bûne û koç kirine. Ev jî nîşan dide ku li ku derê şer hebe, koçberî talankirin û wêran kirin heye. Li cihê koçberî hebe dîsa mirin, xizanî kedxwarî û perîşanî heye. Lê mixabin tişta herî dilsoj îro bi milyonan koçber û penaber hene lê yên dengê koçber û penaberan bibihîzin tune ne. Jiyan û serpêhatiyên koçberî û penaberiyê nîşan dide ku ev rêya koçberiyê ne xelasî ye. Piştî koçberiyê tê dîtin ku yan jiyanek koletî, kedxwarî û bê rûmetî wan pêşwazî dike, an jî gorên bê war. Xuya ye ku stara herî bi ewle dîsa warê mirov e. Yên ku ji cih û warên xwe qut dibin, an ji jiyana xwe qut dibin, an jî ji rûmet, qîmet û nasnameya xwe qut dibin.