Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Yên ku 8’ê Adara jinên kurd afirandin

Jinên kurd bi pergala ku danîn ji jinên cîhanê re bûn modêl, wê li tarîtiya cîhana ku bi şerê dewleta mêr û krîzan di tarîtiyê de hatiye hiştin, 8'ê Adarê bibe roj

Jinên kurd xwedî dîrokeke xurt a têkoşînê ne. Dîroka niviskî ya jinên kurd ji 1919’an Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd heta bi Komeleyên Jinên Demokrat a Şoreşger sala 1970’yî hatibe jî, dîroka wê ya neniviskî wêdetir diçe. Jinên kurd ku bi Şoreşa Rojava ji jinên cihanê re bûne modêl xwe kar dikin ku 8’ê Adarê cîhana ku dewleta mêr bi şer û krîzan tarî kirî, weke rojê bihilin.

Ji dîroka têkoşîna jinên kurd çend navên ku 8’ê Adarê ji bo jinên bi berxwedan, têkoşîn,  fedekarî û şehîdbûna xwe afirandin…

Ji Mîna heta Fatma berxwedan

Mîna Qazî ku di dîroka siyaseta kurdan de xwedî cihekî girîng e, yek ji damezirînera Komara Kurd e, di sala 1945’an Yekîtiya Jinên Kurd ava kir û seroktiya wê kir. Nesîr Bedîrxan, jina sirgûn a Bedirxaniyan, dema sûrginê heta mirinê jî kurdî parast. Zarîfe ya ji êla Koçgirî di nav jinên kurd de, ji bo hişyarbûna netewî propagandîsteke zîrek bû. Fatma ku derheqê wê kêm zanîn hene ”Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd’ ava kir. Rewşan Bedirxan ku di sala 1957’an de delegeya kongreya li dijî kolonyalîzmê ya li Yewnanîstanê bû, li Kongrê ala Kurdistanê hilda. Bi vî rengî cara pêşî bû ku li civîneke navnetewî ala Kurdistanê hat hildan. Gelek berhemên niviskî yên Rewşen Bedirxan hene. Di van berhemên xwe de dibêjin divê jinên kurd li dijî nezaniyê şer bikin. Besê tev li Raperîna Agirî ya sala 1927’an bû, di şerekî de ji bo ku dîl neyê girtin xwe ji kendalan avêt û dawî li jiyana xwe anî. Fata Reş bi wêrekî, lehengî, otorîte û helwesta xwe di gelek kovar û rojnameyan de bûye mijara nivîsê û her kesî pesnê wê daye.

Leyla Qasim

Gotinên ku jinên kurd di pêvajoyên dîrokî de gotin jî nîşan dide ku berxwedana gelê kurd û jinan çawa heta bi îro hatiye. Yek ji van jî Gulnaz e. Gulnaz ku tev li Raperîna Agirî ya di sala 1927’an dibe, piştî raperînê tê girtin û wê davêjin Girtîgeha Mûşê. Serê jêkirî yê kur û hevserê Gulnaz li ber wê datînin. Gulnaz radihije serê jêkirî yê kurê xwe û wiha dibêjin: ”Ev berxikê min e, min ji bo rojeke wiha şîr dayê. Heke di ber doza Kurdistanê de bi vî sûretî min mirina wî nedîta, min ê şîrê xwe lê helal nekira.”

Leyla Qasim sembola azadiya jinên kurd, navê wêrekî û lehengiyê, jina kurd e ku hatiye darvekirin. Di 13’ê gulana 1974’an de dema ku tê darvekirin wiha dibêje: ”Ez bi gelê xwe, bi partiya xwe û têkoşîna wê şanaz im. Tenê daxwazeke min heye, ew jî ew e ji bo ku min peywira xwe bi cih neaniye, bila Xwedê min efû bike. Ez ji mirinê re hazir im. Ji celadekî dilovanî û efûyê naxwazim.”

Di nav PKK’ê de berxwedana jinan

Ji bo PKK’ê ku weke ‘Serhildana 29’an a kurdan’ tê pênasekirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibeje ji nû ve vejîn û vegera li gewherê xwe ya wî gelê ku mêtingerî li ser hatiye kirin û ji xwe hatiye dûrxistin. Ocalan bi kuştina mêrtiyê şoreşa zêhnî di kesayata xwe de pêk aniye û li Kurdistanê pêşengiya têkoşîna rast kiriye.  Şoreşa Rojava jî bi pêşengiya jinan ku bi paradîgmaya Ocalan xwe afirandin pêk hatiye û li ji cîhanê re dibe mînak. Bi geşbûna têkoşîna azadiya jinê, li Rojhilata navîn û hemû cîhanê dîroka jinê ji nû ve tê nivîsîn.

Ji rêxistiniya pêşî ber bi artêşbûnê ve

Di Kongreya III’an a PKK’ê de ku sala 1986’an pêk hatiye, girêdayî ERNK’ê (Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê) ku rêxistiniya eniyê ya PKK’ê ye, Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê (YJWK), di mijdara sala 1987’an de hat avakirin. Di Sala 1993’an li nav hêzên gerîla bi avabûna yekîneyên pêşî yên resen artêşbûna jinan dest pê dike. Bi vê bingehê di sala 1995’an de di Kongreya Azadiya Jinan ya Kurdistnê de Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê- YAJK ava bû. 8’ê Adara 1998’an bi Îdeolojiya Rizgariya Jinan bi pêşengiya jinan rêgezên hîmî yên şoreşa sosyal hate diyakirin. Ji bo pratîzekirina Îdeolojiya Rizgariya Jinan di 8’ê Adara 1999’an bi avabûna Partiya Jinên Karkar ên Kurdistanê- PJKK, partiya jinan ava bû. PJKK piştre navê xwe guhart, perspektîfa xwe ya rêxistiniyê û têkoşînê berfirehtir kir. Girêdayî vê Tevgera Azadiya Jinan, di sala 2000’î de bi rêxistiniya Partiya Jinên Azad (PJA) berpirsyariya gerdûnî da ser milê xwe, girîngî da wê ku ceribanên jinên kurd bi jinên gelên din re jî par ve bike. Di sala 2004’an de Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê- PAJK hat avakirin û bi vê re, rêxitsiniya xwe berfiretir kir û li qadên cihê yên rêxistiniyê yên Tevgera Azadiya Kurd bû partiya sîwan a hêza jinan.

Qadên parastina rewa

Lê bi geşbûna têkoşînê û berfirehbûna rêxistiniyê li Kurdistanê ku ronîbûn û ronesansa jinan çêbûyî, li Kurdistanê hewceyî bi rêxistiniyeke nerm, berfireh û konfederal çêbû. Ji ber vê jî 20’ê nîsana 2005’an li çar parçeyên Kurdistanê û her wiha li derveyî welat bi avabûna KJB’ê (Koma Jinên Bilind) rêxitsiniya konfederal a jinan hat avakirin. Modêla rêxistiniya sîwan ku piştre navê xwe kir Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), rengê rêxistiniya konfederal a demokratîk li ber xwe danî. Pergala jinan a konfederal a demokratîk jî, li gorî têrîxwekirinê, vîna gewherî, xwerêveberiyê ji xwecih rêxistiniyê dike.  Ev rêxistinî xwe dispêre ser komun, meclis, akademî û kooperatîfan.

Fermandara pêşî ya jin

Kurtejiyana Hanim Yaverkaya di pirtûka ”Artêşa Jinê’ de wiha tê gotin: ”Di berxwedana Hîlwanê de bi rengekî çalak cihê xwe girtiye. Wê demê dema ku nasên wê têne girtin ji mecbûrî derdikeve derveyî welat. Li malên Bêrût-Şamê perwerde dibe. Li nav refên partiyê hînî xwendin û nivîsandinê dibe û ji hêla îdeolojîk ve xwe pir pêş ve dibe. Di şerekî de jiyan axwe ji dest dide. Berxwedana di şer de kirî tesîrê li ser gel dike. Jineke kurd e ku hêla wê ya şer xurt e û xwedî însîyatîv e. Xwedî kesayeta pêşeng e û têra xwe otorîter e. Ji ber vê jî xwedî helwesteke wiha ye ku avaniya mêr jî wê qebûl dike. Di pêvajoyeke wiha de ku ew fikir serdest bû ku jin nikarin şer bikin, fermandarî li mêran jî kiriye û ispat kiriye ku fikrên derbarê jinan de çendî şaş in.”

Sakîne Cansiz

Yek ji damezrînera pêşî ya PKK’ê Sakîn Cansiz (Sara) di xebatên tevgera jinê de û di bicihanîna peywir û berpirsyariyê de xwedî kedeke mezin e. Sakîne Cansiz a Dersimî, temenê xwe daye rizgariya gelên çewisandî, azadiya jinan, heqîqeta mirovbûnê, çiyayan, şer, jineke berxwedêr û rikdar e. Sakîne Cansiz li zindana Amedê tifî rûyê îşkencekar Esat Oktay kiriye, jina pêşî ye ku parastina siyasî ya PKK’ê kiriye. Sakîne ku ‘jiyana wê tim şer e”, heta hilma dawî di ber baweriya xwe de têkoşiyaye.

Gulnaz Karataş

Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî)  di afirandina dîroka Azadiya Jinên Kurd de xwedî roleke dîrok ye. Di 25’ê cotmeha 1992’an de li Xakurkê li dijî pêşmergeyên PDK’ê heta guleya xwe ya dawî şer kir. Di Sala 1992’an de li dijî kurdan êrîşên kurdên noker zêde bû. Wan deman ku nokerên kurd ji dijmin zêdetir dijminatî dikir, li dijî xayintiyê û milliyetgiriya hoveber hêrs mezin bû. Yan wê zora wan bibira û ew paş ve bikişanda an jî wê teslîm bibûya. Teslîm nebû. Bêrîtan ku bi qasî ku teslîmbûnê hilnebijêrê dilêr bû, bi rihê ”teslîmbûna qet nabe” radibû û rihê 25’ê cotmehê di xwe de diserifîne. Li gel ku Pêşmergeyan got, ”Teslîm bibe, em tiştekî nakin. Em jî kurd in” jî, got, ”Ez teslîmî kurdên paşverû nabim.” Piştre ji zinaran xwe avêt, bû afirandêra xeta azadiyê.”

Zeynep Kinaci

Zeynep Kinacî (Zîlan) weke yek ji xala fetlonê ya dîroka kurdan jî tê dîtin. Beriya bi 26 salan li navenda Dersimê çalakiyek kir û şehîd bû. Li pey xwe namayek hişt. Di nameya xwe de dibêje, ”Îdîaya min a li ser jiyanê pir mezin e. Dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bimane û çalakiyeke mezin. Ji ber ku pir ji jiyan û mirovan hez dikim dixwazim vê çalakiyê bikim. Ez dixwazim bibim sembola jinên kurd”. Çalakiya Zîlan li ser leşker û polîsan zexteke mezin a psîkolojîk kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derheqê wê de dibêje, ”Zîlan bi çalakiya ku kir ji min bihurî. Ji niha û pê de encex dikarim bibim mîlîtanê Zîlan, şopdare Zîlan.”

Sema Yuce

Sema Yuce bigewdebûna berxwedanê bû. Li ser şopa Zekiye, Rahşan, Bêrîn û Ronahî û Zîlan çû. Dil, beden û hişê wê ji bo ronîkirina jiyanê bû pireke ji êgir. Li Girtîgeha Çanakkaleyê 21’ê Adara 1998’an  de bi çalakiya ku kir bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxanê. Yuce 17’ê hezîrana 1998’an bû Sema û çavên xwe li jiyanê girt.

Beriya ku berdana xwe bide ber êgir derheqê hewcedariya çalakiya xwe wiha digot:

”Li ser van esasan ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê bikim pirek ji agir. Ez ji bo bibim xwendekarek baş a Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdan; dixwazim wek Zekiye bişewitim û wek Rahşan jî bibim Newroz. Dixwazim li ser rêya rêheval Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bi biryardariyeke mezin bimeşim.

Li ser çalakiya şehîdên ku hewl didim bibim yek jî xwendekara wan, pir fikirîm. Min pir dixwest her roj û her gav di nav agirê şoreşê de bişewitim û xwe bigihînim raza vê. Piştî biryardayîna vê çalakiyê min dubare dubara şerekî navxweyî da meşandin. Min herî dawî di xwe de hêza hemû qelsbûnê însanî dîtin û bi ser ketim. Daxwaza min a jiyana azad û jina azad vê yekê ji min dixwest.”

Viyan Soran

Leyla Walî Huseyîn (Viyan Soran) Li qada Heftanînê ku fermandariya YJA Starê dikir, di sala 2006’an de li dijî komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber êgir. Piştî çalakiya xwe di nameyê de ku ji Ocalan re hiştî got, ”Bêyî berdêl azadî nabe”. Viyan Soran di sala 1997’an de tev li nav PKK’ê bû, di têkoşîna azadiya Kurdistnaê de, li ser rastiya civakê, jinan, dîrokê hûr bû, li nav têkoşînê bi moral û helwesta xwe ya bîrewer dihat naskirin.

û hê gelek jinên din…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar